KurtejÓyan
Makale Pirtuk KurtecÓrok EkonomÓ Resim

 

 

Hun bi xêr hatin!

Sait

 

 

Navê min Sait Güven e. Ez di 3 hezîranê sala 1949 an de li gundê Diyarbekir ê li Mehmediyan hatime dinê. Min 2 sal li gund û 3 sal jî li Hêne dibistana pêsî xwend. Pist re ez çûm Licê min dibistana navîn xwend. Li Diyarbekirê min Ziya Gökalp lîsesî xelas kir.

Min 2 salan mamosteyî vekil li gundê Seklat û Elebociyan kir.

 

Min pirtûkê Kurdî (wek Birîna Res –Musa Enter û kovara Dicle-Firat) berê li gundê xwe û li Licê dîtibûn. Le wek dîtin bi kurdayetiyê ez li gundê Elebociyan varqilîm. Seva 11 Edarê 1970   î de Seydayek hat li pencera dibistanê xist û min siyar kir û got: ”Xoce mizgîniya min bide Mele Mistefa Berzanî li Kurdîstana Basûr Otonomî (muxtariyet) girtiye”. Me radiyoya Bexdayê wekir. Radyo mersa ” kurd û Ereb biran e” lêdixistin. Cara pêsî bû ku di çavê min de

mesela Kurdî ewqas bilind dibû.

 

Ez di dawiya sala 1970 yî de çûm Îstenbolê û min qeyda xwe li îkdisadî-tîcarî ilimler akademîsî de çêkir. Ez bûm endamê DDKO ya Îstenbolê. Di 12 Edara 1971 de cunta eskerî hat. DDKO, Dev-genc û Turkiye Îsçi Partisi hatin girtin. Denîz Gezmîs û Mahir Çayan tevî hevalên xwe dest bi serê Çekdarî kirin. Sempatiya min wek gelek xortan ji wan re çêbû. Lê  hereketê wan gelek dewam nekir. Deniz Gezmis û hevalên wî îdam kirin û Mahir Çayan û hevalên wî jî kustin.

 

Di sala 1973 an têkiliyên min bi TKP (Türkiye Komünist Partisi) re çêbûn. Min di nava hereketê karkeran û teleban de hem bi dizî û hem jî eskere kar kir. Li Diyarbekir Telebe Yurdi de mam û çend salan min di Yönetim Kurulî da cih girt. Pistî eskerî cunta di sala 1974 an de me Diyarbekir Telebe Yurdî ji nûve vekir. Di nava IYÖKD û IGD de min aktif kar kir.

 

Di 1977 an de li Taxim meydanî ez tevî 1 gulanê bûm. Me 300 000 mirov berev kiribûn. Hêzê Kontr-gerilla me gulebaran kirin û 34 kes kustin. Daxwaz û hêviya min a ku çîna karker rabe û serî hilde xirabû û di temmûza 1977 an de min berê xwe da Diyarbekirê.

Slogana ”ji Kurada ra azadî” zêdetir bala min diksand. Lê ji TKP qetandin jî hinek zeman girt.

Ji bo ku hevalên min yên herî nêzîk li wê derê bûn. Di TKP de 4 salên min yên aktif derbas bûn.

 

1978 an min têkilî bi DDKD re danî. Min du salan aktif kar kir. Ev caran Cunta 1980 ya 12 îlonê hat. Ez 6 mehan di zîndana Diyarbekirê de mam. Pasê em derketin derveyî welat. Min

bi hevalên xwe re têkosîna Kurd û Kurdîstan devam kir. Hereketê DDKD perçe bû û ji hêza xwe ket.

 

Di sala 1984 an de PKK dest bi serê çekdarî kir bû hêzek mezin. Li dij dewletê serek giran bi her awayî dimesand. Pistî çend hevildanê me yên yekîtiya  hêzên nû biser neket û min 1988 an de dest bi alîkariya PKK kir. Min wek îdeolijîk PKK ê neparast, lê  dijî dewletê wek hêzek kurdî ya herî xurt –ku bûbûn yek alternatîf- min dil û can alîkariya wan kir. Pistî esîrgirtina Abdullah Öcalan ez çûm Romayê û min pistgiriya wî kir. Lê dîtinên xwe bi carekî de wek 180 derece guhartin. Bi dîtinên wek ”demokratîk cumhuriyet” û di navê de ”alt kimlik, üst kimlik”  ji çerçewa bîr û baweriya Kurdistanê dûr ketin. Min demek pasê xwe pas ve kisand.

 

Min di rojname û kovarên Kurdî de mekale nivîsand. Çîroka Huseynê Kurd berhev kir û kire pirtûk. Hinek xebatên min ji bo pêseroj hene.

 

Ez niha li Stockholmê bi malabata xwe re dijîm. Çar zarokan min û yek jî torinê min heye. Karên malî Musavîriyê dikim.