KurtejÓyan
Makale Pirtuk KurtecÓrok EkonomÓ Resim

 

 

 
Navarok
Ferheng
 
 

 

Dost û xêrxwazê civata kurdayî mezin

 

          Xaçatûr Abovyan, wekî ronakbîrê gelê ermenî yê mezin, hîmdarê wêjeya ermeniya nuh, ramyarê demokrat û internasyonalist, sopeke kûr di nava dîroka miletê xwe de hist û her wiha jî tesîreke herî mezin li tevayiya bajarvaniya ermeniya kiriye. Ew hizirdarê kûr û zana, xemkêsê civata bindest a dagirkirî û pasketî, ku mirovekî dilxem û qenc e, ji nav gel hatiye. Em bi rastî û bê serhevde  dikarin navê wî rex li nava navên wan hizirkar û humanîstên mezin ên ku di dîroka gelê xwe de mirovayî xuya kirine daynin. Abovyan bi têkûziya karkirina xwe ya zanistî û bi basiya xwe kar kir û pê re jî hizirdarê neteweya xwe û ji bo tevayiya mirovatiyê xebitî. Di dema nezanî û taristaniya buhurî de, ji ber altindariya ronahiyê, xwendin û zanyariyê daye pêsiya xwe û ew yek ji mirovê kevne ye ku ew bi xwe ji nava gel hatiye. Navê wî ketiye nav rêza hizirdarên naskirî yên ewrûpî û asyayî ku bi tevayiya bîr û baweriya xwe, bi zanebûn û pratîkên xwe yên mezin û dijwar xwe daye ser riya pêsketina mirovatiyê. Abovyan her weha bi wê yekê jî wisa mezin e ku hizir û armanca wî heya roja îroyîn jî, ji têkuzbûna xwe tistek wenda nekiriye. Hîna gelekî civat bindest û di binê nîrê zordarî û bêdadiyê de dizêrin, bi taybetî jî, ji aliyê rista dagîrkeriya nuh (neo kolonyalîzm) a rojavê tên talankirin û pelçiqandin û civata welatê kolonyalîstiya teze de, bi zorayiyeke nuh desthilatî û doliwgeriya ser mejiyên mirovan dikin. Li ser vê yekê em dikarin Abovyan mîna peyamhênerekî serkarê civata gelêriya kurd ên civata mazin a dinyayê ku heya neha ji ber berdewamiya kêmasiyên paserojê ne hatina naskirin. Civata kurdan ku cîranê herî nêzîk û herî kevnê civata Abovyan bûye, her weha bi tevayiya sal û zemanan di binê nîrê împaratoriya osmanî û sahînsahiya faris de, hatine zêrandin û dagirkirin. Em bi dilbaristanî û bi sabûn dikarin bidin xuyakirin ku kar û xebatên Abovyan yekser serrast û kîp bi pirsa dîroka civata kurdan ve girêdayî ye. Em bi kubarî dikarin bibêjin ku dost û dilxwazên wisa yên di civata me de, ew naveke herî ges û hezkirî ye. Gelek ji zaroyên civata ermeniyan bûne pêsewitîye civata kurdan, bi rastî û durustî ji bo pês de çûyina bajarvaniya wê ked rêtine. Em bi serbilindî dikarin bibêjin gelek navên wan di dîroka me ya  hemerîvayê (mirovatiyê) de jî xuya Ne : X. Abovyan , Komitas, Avêtîk Îsahakyan, Hovsêp Orbelî û hwd. Zaroyên civata kurdan ên sîrhelal, bi van navan sa dibin û kirin û afirandinên wan disêkirînin. Em bi vî bextî razîne, ku civata ermenîyan bi vê radeyê gelek ji serpêhatiyên Abovyan dan û pareke biçûk jî, civata me ku bext çarenûsiya xwe bi ya civata ermeniyan ve girêda û di Sovyetistanê de gihistiye armanceke gelêriya qenc.

 

          Wergera Abovyan îro ji bo kurdzaniyê afirandinek gelekî ferz e. Me jê re rê dît ku jiyan û xebata wî ya kurdzaniyê binivîsin ku ew hizirkarê mezin bi nîgara xwe ya heralî were ber çavên xwendevanên kurd. Dema ku me li van pirsan temase kir, em hatin ser wê baweriyê ku nivîsara xebata kurdzaniyê yên di nava tevayiya xebatên afirandiyên Abovyan de, tistekî ji niskave û ji ber xwe ve nebûye. Lê ji kûrahiya dilê wî û li gora zanebûna wî ya dîroknasiyê û ji sîrovekirina wî ya dinyayê pês de hatiye. Nexwe ew ji ber can û evîna xwe ya welatparêziyê ev pirsa gelêriyê ji xwe re nêzîk didît û ji bo bindestî û pasdemayîna gelê xwe disewitî û ber diket. Çimkû Abovyan xwediyê durusta m malbendiyeke qenc û xwediyê mirovheziyê û înternasyonalîstiyê bû. Wekî din jî ew ji ber rewsa civata xwe ya bindest, bîna xwe teng dikir û xwe digewirand. Dema wî kurdan nas kir, wî bi hezkirin û bi dilsewatî derbarê deb (kultur), jiyan û nemaze taybetiyeta  wan a gelêriyê bi qencî û dilxwazî nivîsiye. Bi bîr û baweriya me, humanîzm, demokratîzm û internasyonalîzma Abovyan, di nav afirandinên wî yên kurdzaniyê de, êdî eskere û bi her alî diyar bû. Bi van rûpelên afirandinên rewsenbîrê hêja tê jimartin wekî nîgara wî ya mirovatiyê yê bedew rindtir tîne ber çavan. Ji bo hatina ser bîr û baweriya vê radeyê pêwîst bû tevayiya jiyan û xebata Abovyan bi cûreyên kurt bidin ku ji bo xebata wî ya kurdzaniyê ji aliyê xwendevanan ve bêtir were têgihîstin.

 

          Çaxa gilî tê ser afirandina Abovyan ya “Qîza Tirk” , klasîka wêjeya ermeniya Stêpan Zoryan wiha dide xuyakirin:” ..Wekî ku Abovyan bi rastî jî humanîst û rewsenbîrên mezin bû û ne ku tenê bi vê xebata xwe ya kardar ve, lê bi tevayiya can û evîna xwe, bi dilê xwe yê bixem û bi dilê xwe yê dilxwes. Ev bi cih û war hatiye gotin. Ji bo Abovyan em dikarin bibêjin ku ne bi hizir û bîrbirina xwe tenê înternasyonalîst bû,  lê ew her wisa jî bi rih û dilê xwe yê fireh jî wisa bû. Ew, mirovhiz û înternasyonalîstê mezin bû. Me daye ber xwe ku em xwendevanan bi vî dilê mezin î bi xem re bikin nas. Ev yek e ku Abovyan ji wan gelek hizirdarên mayî dide cudakirinê. Bi taybetî wan hizirdarên ku di derbarê civata kurdan û yên mayî de nivisîne. Bi saya vî dilî, ev tevger e ku ne civata ermeniyan tenê, her wisa jî civatên mayîn qedr û nirxa wî digirin û jê hez dikin. Abovyan di pey civata xwe re, ji giskan zeftir ji bo xatirê civata me pênûsa xwe ya qenc, ya humanîstiyê û înternasyonalîstiyê li ser kaxiz gerandiye. Bi vê hizirê navê Abovyanê pîroz ji tevan zeftir ji civata kurdan re naveke bi rûmet û hezkirî ye.

 

          Xaçatûr Avêtikî Abovyan di 15`yê çiriya yekem (kanûna ewil) sala 1809 an de li gundê Kanakêrê ji diya xwe buye. Wê çaxê Kanakêr gundekî piçûk bû, 5 km ber bi bakûra Erîvanê bû. Niha ew di navoka paytexta Ermenistanê de ye.

 

          Kal û bavê Abovyan mirovên bi nav û nandar bûne, çawa civat dibê xwediyê ocaxa enzel bûne. Mala wan ji mêvanan xalî nebûye. Bi taybetî kalikê wî Abov bi nandarî û bi jêhatîbûna xwe mirovekî naskirî bûye. Lê êdî di zemanê Abovyan de mal û hebûna wan kêm dibe, kesîftî ji wan dipirse. Çaxa Xaçatûr çavê xwe vedike, ne di mal de tistê sabûnê dibîne û ne jî di welêt de. Odeya wan a kevn dilop dikir, çaxa ba jî radibû sar û serma xwe berdida hundir. Welatê Abovyan bindest bû: Ermenistana rojhelatê di bin nîrê sah û xanedana faris de dizêriya. Ya rojava din di bin paniyê sultan û pasayên Turkiyayê de li ber ling û piyan diçû. Hebûna ermenî xurekî maldarê tirk û faris bû. Ermenî di van dewletan de xwediyê ne bi serê xwe bûn. Ew bindestî gelê ermen di her gavekê de bêrûmet dikirin, zilma giran dihanîn serê wê civatê. Li ser dagirgeriya sosyalî û neteweyiya giran, bi taybetî jî ji aliyê ol de zêde bû. Ew gelê file li her der bêhurmet dikirin, qerf û qûçik li deba wan û rizma wan a neteweyî dikirin. Dad û dadistanan hertim meyla malê xwedî dewlet serwer dikirin û li giliyên ermenî nedipirsîn. Di ser de jî berpirsiyariya dîvanê her gav didan musulmanan. Ji ber ku ermenî gelekî ne li ser baweriya ola îslamê bûn bi tayibetî ermeniyên file dihatin pelçiqandin. Civata ermeniyan di tarî û taristanê de bû. Dibistan, xwendin û nivîsandin ji binî ve kêm bûn. Avahiyên bajarvaniya ermeniyan li welatên din hebûn, lê ji ber ku civat dûrî wan bû bi hîç awayekî jî sûd ji wan nedikirin. Civat di taristaniyê de fetisî bû. Ew tu çirûska ronahiyê ji bo azadbûna ji vî rewsî nedidîtin û loma gumanbir bûbûn.

 

 

 

Mala bavê X

 

Mala bavê X. Abovyan

 

 

          Di nava vî temenî de, di vî zemanê de Abovyan hate dunyayê. Çaxa Abovyan dibe neh salî, bav destê wî digire û dibe Dêra Ecmîasînê û di dibistana ayina dîn de dide ber xwendinê. Zaroyên gund ji sibê heya êvarê di nava bax û baxçeyên Kanakêrê de, li jor geliyê Zenguyê, bêxem û bêderd dileyîstin û li wê derê dihatin girêdan. Her çar dîwarên dêrê ji wî re dibûn dîwarên girtîgehê. Deb û rizma dêrê ya dijwar, seke-sifetê kesîsê bi rûyeke mirûzkirî, dersên virên bêhewes, dua dirozgê herrojaneyên bi yek awa, rojiya taqetêxist jêre bûbûn cesaretên dojehê. Gava keys bikeve destên wî ji dêrê direve, berê xwe bi hesret dide ser riya gundê xwe. Lê her dem jî wî digirin pas de vedigerînin. Ew heya sala 1822 an hînê vê derê dibe. Demeke kin di sala 1823 an de, Abovyan li dêra Haxpatê dimîne, lê pasê li Tiflîsê mekteba Kesîs Poxos de hindekarî dibîne û perwerde dibe.

 

          Di sala 1924 an de li Tiflîsê xwendegeha Nêrsîsyan vedibe. Abovyan dibe sagirtekî wê yê pêsin. Ev xwendegah di jiyana ermeniyan de ji bo xwendin û zanyariyê de ocaxeke herî xuya bû. Li vê derê zaniyarên ermeniyên qenc ders didan. Di xwendegehê de hînkirin û perverdekirina sagirtan li gora ayina dîn di dereceyekî bilind de bûn. Gelek serkeftiyên vê xwendegehê bûn hozan, nivîsevan û zaniyarên xuya û kareke berbiçav dan ji bo pêsvebirina wêje û bajarvaniya neteweya ermenî.

 

          Abovyan di vê xwendegehê de guhdariya dersa ermenîzaniyê, pirsnasiyê zimanê ûrisî û fransizî dike. Li vê derê ew cara pêsin e ku bi wêje û bajarvaniya pês û dewlemendê ûris ve dibe nas. Di vê xwendegehê de yekser cara pêsîn e diyar dibe ku rihê Abovyan ji afirandina hunerê re musait e. Ew helbestên xwe yên pêsîn li vê derê dinivîse.

 

          Di meha sibata sala 1826 an de Abovyan bi nirxeke herî bilind vê xwendegehê diqedîne. Lê xwendegeha Nêrsîsyan tîbûna wî di hindava zanebûnê de nikare bisikîne. Abovyan diqijqijî ku zanebûna kûrtir û xwendina hê bilind bi dest bîne. Têma (Tîna) wî li ser Rûsyayê û Ewrûpayê bû. Lê bi despêkirina serê ûris û ecem keys nade wî ku bi miyaserkirina meremên xwe ve mijûl bibe. Çaxa bi saya altindarya artêsa ûris, Ermenistana rojhelatê ji bindestiya sahê ecemê giran rizgar dibe û digihîje Rûsyayê. Ew tist ji hêla Abovyanê welatperwer û dûrdîtî ve wek qewmandinek dîrokî tê dîtin û bi sabûn silav dike. Êdî dewraneke nuh ji bo civata ermeniyan dest pê dike. Li hember ecem qeydeqanûnên Rûsyayê qenctir bûn. Ji bilî wê zêrandina civata ji aliyê ayina dîn de dihat helanîn. Civata ermeniyan bext û çarenûsa xwe di aliyê bajarvaniyê de pêsda bir û bi civata ûris ve girê da.

 

          Heya dawiya serê ûris û ecem Abovyan li Haxpatê, li Qerekilûsê, li çiyayê Loriyê û Pembekê, li desta Sîrakê, li Têlaviyê û li Sanahînê digere, bi civat û rewsa wê ya giran ve dibe nas.

 

          Di sala 1828 an de Abovyan tê Ecmîasînê. Li wê derê dibe wergêr û nivîskarê Kataxîkos û Sînodê. Lê ne xebat bi dilê wî bû û ne jî dor û ber. Êcmîasîn dîsa ew Êcmîasîna berê yê pasdemayî bû. Ji pêsdeçuyîna dinyayê ne hayîdar bû û ji civatê qetiyayî bû. Abovyanê welatperwer çîl û serafet ku êdî gelek zanebûn bi dest xistibû, ji temenê dinyayê û civat û rewsa gelê xwe tê digihîst û xem û xiyalên pêsketinê di dil de bûn ku ji bo bikaribe bibe kêrhatiyê civata xwe. Li vê derê dîsa raserî wan gotinên ku ew çend salên zarotiya xwe de bihîstibû hat. Çêkroxê dêlindêza dîn wekî dibêjin: “Ha ji bayê dinyayê, ha ji hal û wextê civata zelûliyê nînbûn.” Bi awayekî ku hemû gellaciya hev dikirin, binê lingê hev dikolan; nemamî ‘ xayîntî bi hev dikirin. Çaxa Abovyan hizirdariya xwe ya pês ya welatperweriyê beyan dikir, ew bi sikberî li wî dinihêrîn û dibûn xêrnexazên wî. Abovyan dixwest ji nava vê golgeniyê derê, bide ser riya pêsketin û xwandinê ku bikaribe kêrî gelê xwe bê. Ew li ber ra û tevdîra xwe ya ronahîdariyê û welatperweriyê rawestiyabû. Hîna ji biçûktiya xwe de, wî ad xwaribûn û biryar dabû: “Ji bo xatirê welat bijîm û bimirim; ev deyn e ku min hîna ji rojên zarotiya xwe ve mîna merem û mebeste daye xwe.”

 

 

Oda mala bavê X

 

Oda mala bavê X.Abovyan

 

          Bi hizir û nirxandinên xwe yên pês Abovyan li Êcmîasînê ji xwe re neyar û xêrnexwazan qezenç dike. Li wî înad dikin, pey wî dikevin û bi her cûreyî dizêrînin.

 

          Di sala 1829 an de profesorê Zanîngeha Dorpatê Fredrîk Parrot bi koma xwe ve ya ku gotî hilkisiya serê çiyayê Araratê, tê Ecmîasînê. Abovyan bi koma wî re, di 27 ê meha îlona wê salê de, hildikse heçê (diyarê) Araratê ku wekî destan dibêje li ber kestiya peyxemberê Nûh rawestiyaye. Li gor vê yekê dihesibînin ku sadetiya bêxwedîtiya Abovyan, pêpesinkirina ziyaretê û karbidestê hêla dîn dest bi zêrandina wî mirovî dikin ku ji berê de ji wî hez nedikirin.

 

          Abovyan bi Parrot re li nehiyeyên Ermenîstanê heb bi heb digere. Di 31 ê çiriya pêsîn de, ew bi hev re tên mala bavê wî yê li Kanakêrê. Di 2 ê çiriya pasîn abovyan wî bi rê dike. Lê dema profesor li Ermenîstanê bû Abovyan yê dilê xwe jê re vedike, derbareyê hizir û merema xwe de jê re sîrove dike. Abovyan hêvî dike ku wekî ji bo hînbûnê li Dorpatê alîkarî bidiyê. Li ser wî Parrot soz didê.

 

          Pistî çuyîna profesor, dilê Abovyan êdî debar nake û bi rê dikeve ber bi Tîflîsê dere. Li vê derê jî ew di 4 ê nîsanê de, di derbareyê vê yekê de, nameya Parrot û teklîfnameya resmî werdigire. Wekî dibêjin lingê Abovyan ji sabûnê erd nagire. Ew yekser vedigere Kanakêrê, xatir ji dê û bavê xwe dixwaze û ber bi Dorpatê ve diçe. Di 3 yê îlona sala 1830 yî de, ew li cîwarê xewnerosk, li gora merema dilê xwe li Dorpatê ye

 

          Abovyan li vê derê jî, mîna li Ecmîasînê biyanîtî dikisand. Bêrîya welêt, Kanakêrê, gundîyan, dê û bavê xwe dikir û hesreta wan dilê wî yê nazik dixisivand. Lê ew ne mîna zaroyê neh salî bû ku bida ser riya mal û gund û biçûya. Ew êdî xortekî gihîstî bû û hatibû ku li vê derê hîn bîbe û zanebûnê dest bîne ku kêrî welatê xwe, kêrî civata xwe ya  pasdemayî û tarîtî û nexwenda bihê. Û jibo wê, bîr meremê qenc û bilind, wî hîsê mukurîyê di xwesteka nava dil û rihê xwe da difetisand. Abovyan birçî-birçî dest bi xwandin û hînbûnê kir. Ewî divê di nava du û sê salan de, ewqas zanebûn bi dest bîanîya û pê re bigihandana ku bi serbestî bikaribûya kêrî civata xwe were. Yê herî sereke ziman bû, zimanê almanî, ku ev di vê zaningehê de zimanê sereke bû. Tistê ecêb: Abovyan di nava 5-6 mehan de, hemû çetinayiyên zimanê almanî binkir (biserket) û êdî ewqas zimanê almanî jê re bûbû kilîtek ku wî deriyê zanistiya surustî û deriyê mirovayetiyê pê vekir.

 

 

Koxê mala bavê X

 

Koxê mala bavê X. Abovyan

 

 

 

 

 

 

          Bi fêrbûna zimanê almanî wî bal û nasîya xwe da wêjeya almanîya dewlemend û bî taybetî helbestên Giyatê û Sîllêr û her yên din. Û wî êdî haya xwe li ser civata almanî ya ku ewqas hozanvan û hizirkarê mezin derxistibûn danî. Ew li ser zimanê rusî, frensî, îngilîzî û latînî xwe kûr dike. Abovyan afirandinên hizirkarên rusî û ewrûpiyên naskirî pêsde dixwîne. Bi taybetî afirandinên Kant, Rûso û bîyolojîyê, fîzîkê û anatomîyê, di klam û sazbendiyê de kûr dibe. Zanebûna çend zimanê ewrûpî, jê re ber bi wêje û fîlozofiya dunyaya kewnare (antîkî), ber bi zanistiya dema ronesansê, ber bi rewsenbîriya frensiyên mezin û wêjeya rûsan rê wekir. Û her car, di dema hînbûna xwe û ya zanyariyê, rewsa gel ji ber çavên wî nediçû. Wî bi sêweyeke bêhed û bêsînor  van zanibûna xwe dixwest bide ser riya pêsketina civata xwe. Lewma Abovyan bi hemû van hûnerên ku hîn dibû dixwest rewsa civata xwe ya giran û çetin pê sivik bike. Ew li ber welatê Baltiqê geriya, dît ku di navbera kerta jîna civata wê derê û yê civata ermenan de gelek cudabûn heye. Abovyan merem danîbû ser hemû kerta jiyanê ku debê da kêrî gelê xwe bihê û lewma jî wî çi cudabûn ne dikir navbera zanebûn û hûnerê. Ew li wê derê hîn bû ka bi çi awayî firin çê dikin bi çi awayê penêr û xwarinê çê dikin! Wî di derbareyê her tistî de dinivisî, ji girtin û bikaranîna kêr û çetelan bigire heya xwedîkirin û perwerdekirina zaroyan. Abovyan dizanibû ku di nava gel de gerokên wekê wî tunebûn û lewma jî diviya bû ku ew di hemû kertan de kêr bihata û mîna ku dibêjin: dewsa deh û sesa suxul bikira, ji bona ku gelê wî ji wê neçarîyê derketa û xwe li ser riya pêsketinê bigirta. Abovyan li Dorpatê bernameya xebata xwe ya welatî çêdikir. Merema sereke ew bû ku pêsiyê bi xwendin û zanekirinê civata xwe hisyar bike û ew civat bikaribe rewsa xwe ya giran li ber darê wendabûne bibîne û li gora wî binirxîne. Abovyan dixwest di nava civata xwe de ji bo ku karguzerîya ramyarî here serî û ji bo ku gel awayê bi destxistina azadî û serbestiyê têbigihîje, gel hîsyar kir. Wî gelek kûr û dûr didît. Kapasîteya têgihîstiniya wî gelek berfireh bû.

 

 

Rojavaya Zanîngeha (Unîversîteya) Dorpatê

 

Rojavaya Zanîngeha (Unîversîteya) Dorpatê

 

          Abovyan di meha çileya pasîn de xatir ji Dorpata hezkirî dixwaze û berê xwe dide welatê bêrîkirî, axîn û kovana dilê xwe. Lê wekî çûyîn, her wisa jî di dema vegerandinê de ew serî dide Petersbûrgê û Moskovayê.  Merema vê yekê çi bû? Merem ev bû: Ji bo xebata xwe ya li welêt, çare û gengaziyan (îmkanan) bibîne. Abovyan rews û pergela welêt, sêniyê Ecmiasînê yê bêxem rind dizanibû. Lewma jî dixwest bi nepenî bihê vê derê ku êdî bi kardarî û bêserhevde karê xwendina civatê û di nava gel de ronahîkirina civatê bibe serî. Ew li Petersbûrgê û li Moskova’yê rastî giregirê dîwana çar tê. Ji alîyê çarê rusî Aleksander Feodorovnayê de tê qebûlkirin. Û li her derê merema wî yek bû: Derd û kulê xwe li ber wan mirovan birêje û soza alîkariyê di çarçiva xebata xwe de ji wan bistîne.  Daxwazîya Abovyan hebû ku di nava xwendina civatê de imkanên werguhastinan bibîne. Ji bo vê meremê ew rastê giregirên dewlemendên ermen jî tê û ji wan jî alîkarî hêvî dike. Lêbelê merem û mebesteya Abovyan a welatheziyê dûrê his û bîr û hezkirina dewlemendîyê bû.  Ev li ba hinekan kîsên zêran di ser welat û gel re dihatin.

 

          Abovyan ji ser Naxçîvana nuh re, di nîvê meha hezîranê de digîhîje Tiflîsê. Bi dokument û salixdanê diviya ku ew biçûya cem katokîxosê ermena Hovhannês karbêsîyê ku bi erka resmî li Tiflîsê bû. Dema Abovyan merem û mebesteya xwe jê re dibêje, doza alîkariyê jê dike, kesîs tê ser wî û dibêje: “Tu bi çi fermanê wisa di ser min de dixurî? Tu merivê ji dîn û îmanê derketî! Tu rind dikarî dilê mirovê xefikê bêtawan î sêlukî ji rê derxî, lê hînkirina wan ne karê te ye!” Bi vî cûreyî di serê serî de sewka wî diskîne, lê ew di bin tesîr de namîne. Li Tiflîsê û Ecmîasînê serkarî û karguzerîya xwe pês de dibe.

 

          Di 12 yê meha sibatê sala 1837’an de, li bajarê Tiflîsê dibistaneka razandinê de gava dibe dersdar wî kisf dikin. Ji bo amadekirina hazirdarên ku di nava gel de kêrî xebata ronahîdariyê, xwandina ciwakîyê bên, ew li vê derê dibistanek bi cûreya ne resmî vedike.

 

          Ji bona êdî azad û bêserhevde karê xwe bike, Abovyan hewl dide û ji rengdêriya kulixçîtiya ayiniya olperestî dest dikisîne.

 

          Di 19 yê tîrmehê sala 1843 an de ew ji kulixa Tiflîsê tê azadkirinê û tê dîtin çawa bûye serwerê dibistana Erîvanê.  Lê qulixçiyê dîwana çar, hizirdarê ermenên pasverû rehetî nedidan Abovyan. Lê ew di vê rewsa çetin da jî, karê xwe yê afirandarîyê û ronahîdariyê pêsde dibe. Di dawîya salên 1830’yî û di destpêka salê 1840’î de, ew afirandina xwe ya hîmdar û di nava wê de romana xwe ya bi nîsan “Birîna Ermenistanê” dinivisîne. Di nîvên salên 1840’de di nava kurdên Ermenîstanê de digere, bîr û bawerîyan berhev dike û afirandina xwe ya dîrokiya gelnasiya bi nirx “Kurd Êzdî” dinivisînê.

 

          Lê çiqas diçe rewsa Abovyan girantir dibe. Ew derheqa vê yekê de gilî û gazincên xwe ji kataxîkosê ermen Nêrsês Astirakêsî re dike û gilîya qulixçiyê dêra Ecmîasînê ku ev kar bi xwe zerar didan gel û xebata wî ya ronahîdariyê. Li ba wî kar dike û ew wisa jê hêvî dike ku wî ji qulixçîtiyê derxe.

 

          Di 21 ê sibatê sala 1848 an de, Nêrsîsê katagîkos wî pêsniyar dike ku li  Tiflîsê ji bo di dibistana ser navê Nêrsisyan de bibe dersdar.  Di 11 ê meha adarê de bersiv digihîje Abovyan ku wî ji quluxçitiyê (xizmetkarê mescîtê) derxistine ku wî bidin ser xebata dibistana Nêrsîsiyan.

 

          Di 2 yê meha nîsanê sala 1848’an de Abovyan sibê zû ji mal derdikeve û êdî venagere. Bê ser û binî wenda dibe. Heya roja îroyîn jî nehatîye zelalkirinê ku ka çi hate  serê Abovyan!

 

          X. Abovyan keleporeke (mîrateke) wêjeyî ya dewlemend li pey xwe histîye.  Bawer bikin wî bi hemû besên wêje nivisiye û bi xwe jî bûye hîmdarê çend heb ji wana. Abovyan ji destpêkê ve nivîsarên serpêhatiyê, kurteçîrok, gotinên pêsîyan, her wisa ji romana pir belg bi navê “Birîna Ermenistanê”, bi cûreyê qelîbotka  di nava wêjeya ermenan de kiriye eded. Wî gelek helbestên lîrîkiyê ji peyhatiyên xwe re histîne, lê xwe di nava dramayê de jî ceribandiye. Di dîroka gelnasiyê de navê wî bi berhemên rêvîtî û gerrokiyê jî ve girêdayî ye. Abovyan karê zanistî yên kêrhatî kiriye û bi taybetî li ser zimanzaniyê. Ew bi pirsên rêzimana ermen mijûl bûye û pirtûkên dersan nivisîye. Bala xwe ya mezin daye ser kerta dersdayinê. Abovyan bi pirsên dîroka civata ermenan ve mijûl bûye. Ew bal daye ser kerta deb, rizm û jîna civakî û di derbareyê wan de karên jêhatî kiriye. Diyar e xebata wî bi kerta berhevkirin û lênihêrina wan ên bi zanistî li ser çareserkirinên nimûne yên zargotina civata ermenan e. Û bi kutayî Abovyan bi pirsên dîrok û gelnasiya civata kurdan ve mijûl bûye û di vê kertê de xebata xwe yê pir bi nirx “Kurd-Êzdî” nivisiye. Her wisa nimûneyên zargotina kurdan jî, ji zerbêjan hildaye û nivisiye.

 

          X. Abovyan di helbesta xwe de hizir û bîrkirina xwe derheqê temen, rewsa welêt û civatê beyan kiriye. Xem û xeyala wî, xwestina wî ew bûye ku di rewsa dema dijwar de civata wî bigihîje rawestandina dewleta xwe. Wî helbestên evîndariyê bi hesreta dilê kûr nivisîne, lê ji giskan zeftir çarenûsa ermen û welat dilê wî êsandiye. Di qelîbotka xwe de xwestiye di nava rihê mirovan de serbilindiyeke herî qenc û bilind perwerde bike. Hizira ji hev têgihîsin û bi hev re xebatkirina civatan xwestiye bike nava rihên mirovan.

 

          Afirandina Abovyan ya herî berbiçav û bedew, romana “Birîna Ermenistanê” ye. Welatperweriya nivîsevan bi surê herî sext û ges di nav de hatiye dîyar kirin. “Birîna Ermenistanê” romana ermenan a pêsîn e. Di vê afirandinê de, wî berî her tistî, rihê serkariyê, agirê wê yê êdî ser temirandinê, di nav his û evîn de, di bîr û baweriya ermen de ges bike. Wî dixwest nîsanê civatê bide hesîna herî bilind û pîroza welatperweriyê, ji bo serbestî û azadiya welêt, zarokên wî divê jiyana xwe nehêsînin. Bi mêrxasiyeke jîr, wî mirovên din dihanî xîretê. Abovyan serê gelî yê azadariyê û pê re jî ketina Ermenistana Rohilatê di naverasta dewleta rûsî de anîye ber çavan. Di wê afirandinê de, pês de tê ku ew çawan bûye pistgirê rûs û civata rûsî û merema wî ew bûye ku di binê bandora vê dewleta dijwar de, dewleta ermenan bê çêkirin.

 

          Hizireke herî diyar û di hemû deman de raste-rast ku di “Birîna Ermenistanê” de hatiye diyarkirinê: yekîtiya kar, merema civata bindest li hember zordestiya dagîrkerê derxe. Îro jî ev dîtin zexta xwe wenda nekiriye. Mezinahiya Abovyan di nav civatên zêrandiyên din de diyar dibe û dihê ser vê dîtinê. Lewra merem û mebesteya gelê bindestê zêrandî yek in û gelemper in. Di warê welatperweriya herî sewat de ew di nava gelan de bend daneyne. Abovyan welat û civata xwe bêhed û sînor hez dike, pê re jî gelên mayî ji bîr nake. Ew hezkirinan ber bi wan diyar dike, meyila wan dike, ji rewsa wan, ji sêwra dilê wan têdigihîje. Lê di afirandina xwe ya “Qîza Tirk” da, Abovyan bi hîm wê hizirê dide eskerekirinê: divê mirov çawa ji hev têbigihîjin, sempatiya wan ji hev re hebe, alîkariyê bidin hev û di vê rewsê de, divê cudabûniya neteweyan û aliyê ol (dîn) nedin ber çavan. Li vê derê Abovyan çawa humanîst û demokratekî ye diyar dibe.

 

          Abovyan ji wan hizirdarên dûrdîtî bû ku hîna sed û pêncî sal berê, ji bo pêsdeçûna wêje, pêwîstî û tekiliya têkuzbûniya zargotina civatê têgihistiye. Wî gelek nimûneyên folkloriya ermen berhev kiriye û di romana xwe de cî dayiyê. Abovyan rast nirx daye ziman û di ber de jî wê kertek ji parastina gel jimartiye. Zimanê ermeniya, wêjayiya berî - girabar ji zimanê civatê dûr ketibû.  Ji ber wê sedemê bû ku jê têgihîstin (fêmdarî) nînbû. Wî ew afirandina xwe ya bedewetiyê bi zimanê gel nivisîbû.

 

          Abovyan bi pirsê zimanzaniyê ve mijûl bûye. Ji sirusta zimanzaniya dîrokî, di kerta rûberkirina (himberîkirina) afirandin, pêsdeçûn û werguhestina zimên nihêriye û ev ji xwe re kiriye kar. Bi pirsên rêzimana zimanê ermen ve mijûl bûye û pirtûkên dersanê nivisiye.

 

          Abovyan gelek pirsên pedagojiyê bi zanyarî, ilmî sirove kiriye. Wî ev pirs her dem bi xwestina gel re girê dayiye: gelsa ji holê rakirina nexwendebûniyê, bi gelemperî serfirazkirina xwendinê pês ve aniye. Li ber vê yekê jî, di xwendingehan de zaroyên xebatkaran diviya bi hînî hunermendiyên cihêreng bibûna ku bi kêrî civatê bihatana. Ew li Ermenistanê pirsa vekirina avahî û malbendeke (instîtu) pedagojiyê pês de aniye. Abovyan li ser vê bîr û baweriyê bû jî, ku ji bo zaroyên civatên cîranan jî dibistanan bidin hînkirinê ku ew jî bikaribin li nav civatên xwe ronahî belav bikin. Bîr û hizra ronahîdar, bi tevayî wekî bajarvaneke kêrhatî, wan ji bo welat hîn û perwerdekirin bû. Herî dawî li ser vê dîtinê li gor Abovyan divê van mirovên oldar û olperest jî dor perwerde kirina zaroyan bên dûrxistin.

 

          Gelek bîrewer û hizirdar, dîtina Abovyan a derbareyê dîrokzaniyê, li ser besê civata ermenan, li gor van berhemên cihêreng anîne ber çav: “Çend Gilî Jî Derheqa Ermenîada”, “Rêwîtî Ber Bi Kelefê Anîê”

 

          Abovyan dîroknasiya Ewrûpayê rexne kiriye. Rexneya wî li ser dewletên xwedî dagirgeh bû ku di bin nîrên wan de gelek civatên dinyayê dizêriyan (dipelçixyan). Ew, ev rexneya xwe gelek eskere dike. Wekî dîroknasên dewletên sermayedarên rojava, ku xulamtiya van dewletên dagîrker dikin, ku di ciwatên wan de dîroka karker û kedkaran tune ye. Her wisa jî ew daxwazî û armancên wan ên zeftkirina dinyayê teshîr dike, dide diyar kirin. Wekî dîroknas dixwaze bide zanîn ku dîrok bi xwe, qezenca civatên biçûk ên bindest û çewsandî û zêriyayi, li bendî ramyarî û malhebûniyê de tistekî najimêre. Abovyan gelek bi cih û war dide diyar kirin: “Tarîx Qulixê Milleta Mezin Dike”(Dîrok Xulamîya Gelê Mezin Dike).

 

          Abovyan bi dilêsî dema serbestiya ermenan bibîrtîne. Gava ew di derbarê “Anîê” (bîranîn) de dinivisîne û serbestiya civata ermenan a ramyariya wê gavê dide diyarkirinê, wekî dibêjin “Ax dike, benê pista wî diqete!”, welatperwerên mezin dikewgire, ku çawa ew civata wî ya perwerdekirî û bajarvaniya pêsegiran ketiye vê rewsa bindestiyê û nav vê rihê çilmisiyê. Ev bîr û bawer, hizireke di derbareyê dîroka zanistiyê de rast e. Lênihêrîna gelsên dîroka civata berê, divê bi vê hizirê ve were derbaskirin ku bibe teqildarê zelalkirina pirsên serkariya dijwar. Ew bi her cûreyî dixwaze vê hizirê bike his û evîna gelê xwe; ku ew her dem wisa sexîr dîl û bindest nebûye eger xwe li xwendin û pêsdeketinê bigire, kerta mêrxasî û servaniyê dîsa di nava rihê xwe de ges bike, dikare neha jî bigihîje serbestiya neteweyî.

 

          X. Abovyan çawa bi hizirdariya navendeke berfireh, mirovhizên mezin, civatên mayîn jî, ji bîr ve nake. Bi taybetî milletên mîna gelê wî yê bindest û belengaz. Dîtinên wî yên derbareyê mêjokdariyê (kolonyalîzm), îro jî têkuzbûniya xwe wenda nekirine û mirov dibêje qey ew ji bo rewsa neha jî hatine gotin.

 

          Dilê Abovyanê mezin ji berê de, ji bo gelê binecihê vê reseparçeya dinyayê, ji bo gelê resik (aborîgên) ku di bin bandora mêjokdariya aborî de maye dêse. Li ser kolonyalîzatoriya (dagîrkeriya) ewrûpiyan ew di pirtûka xwe ya bi navê “Çawa ronahî dane Amerîkayê” de, wan bi gurr û gefdayinî tawanbar dike. Ew bi navê birina tiya ronahî, bi navê birina bajarvanî û saristanî ji bo wan, di binê vê perdeyê de, sêniyê binecî talan dikin. Rewsenbîrê mezin Abovyan li ser vê bîr û baweriyê ye ku bastir e her civat bi tore û çanda xwe ya ku di nav de kerta qencî û mirovayetiyê gelek in, bijî. Lêbelê ne ku ew werin talankirin û pê re jî ji aliyê dagîrkarên dereke ew kerta wan a gelêriya bas jî, were ji holê rakirin. Mirov dibêje qey ew dîtinên Abovyan yên derbareyê resikên amerîkî ku dema ew nijadperestên amerîkî wan kirine nava çemberê û wan diçewsînin, dibêjî qey ji bo vê demê hatine nivîsandin.

 

          X. Abovyan derbareyê van hêzan de ku ew di binê maskeya damezirandina saristaniyê de civatan talan dikin bi hêrs û rik dinivisîne. Ew gelekî bi ber xwe dikewe û dibêje: ”Ax, kî tistê wisa bihese û nifiran li merivên wan ên bêxem neke!”

 

          X. Abovyan jî bi suristî dîroka civatan rast dinirxîne. Bi gotineka dinê wan li gora kerta her civatekî ji kûja dîrokî û di nav wê rewsa ku têde dijîn sirova dike. Ew dinivisîne: “tu mirov û tu civatek nîne ku bêyî kêmasî, sistî, eyba ciwaniya dinya û rûmet hebe. Eger em di ser de jî, li pîvanê bixin, rews û pergela wan ên ramyarî (fikrî), peymana wan ên av û hewa û cografî ka çend rûxiyaye.”

 

          Hîmê bîr û hizira Abovyanê tarixzan, mirovhezî ye. Ji ser vê bingehê, ji ser sekûya (platforma) rast ew li pirsên dîroka hemû civatan dinêre û pêre jî ya civata xwe. Ew diyar dike ku mîsyonerên katolîkên ewrûpî yên dilnerast, di derbareyê ermenan de bangêsî beyan dikin. Ji ber ku ermen naçin ser tayê wan, riya katolîkî napejirînin.

 

          Abovyan afirandinên bedewetiyê û zaniyariyê dide ber çavan. Hemû civat xwedan sêniyên bi rûmet û dilrast û qenc in. Dagîrker, qenc û serbilindiya van civatan sas nîsan didin.

 

          A ji vê yeksaniya (konsepta) dîroknasiya xwe ya rast jî, bi ronahîdariyeke mezin rûmeta pirsa dîroka civata kurdan, bi tore û ferhenga wê nirxand.

 

 

          Di sala 1848 an meha çiriya pasîn û çileya pêsîn  de, di rûpela pêsîn a hejimareyên 4, 47, 49, 50 û 51 ên rojnameya “Qefqas”ê, li Tiflîsê, bi nivisarên dîrokî û zanistiya gelêrî, ronahiyek bi sernivîsariya navê “Kurd” bi hijmekarî hat dîtin. Di binî de sanenavê (îmzeyê) X. Abovyan hebû. Di meha sibata sala 1848 an de, dîsa di vê rojnameyê de nivîsareka dîroknasiyê bi navê “Êzdî” tê çapkirin. Lêbelê di bin de sanenavê X. Abovyan tune bû. Gava mirov bala xwe dide vê nivisê, dibîne ku nivis ya X. Abovyan bi xwe ye. Lê çima sanenavê wî di binî da nîn e, kes pê nizane. Li gor baweriya me ev nivîsara bi dilxwaziya xwedî hatiye nivîsînê. Abovyan çima ne xwestiye navê wî di bin wê nivîsê de hebe? Dîsa bi baweriya me wate (mane) dikare tenê ev be: ku ew di wê nivîsê de derbareyê dêlindêza ola êzidiyan de nivisîye û pêra jî navê Apikê wan daye. Lêbelê ev yek li gora dogma ola êzdiyan tistekî hatibû bihîstin û diyar bû. Her wisa Abovyan di nav têkiliyên dostaniyê de tevî axa û begên êzdiyan bûye. Ji ber nexwestina histina dilê teriqetên êzdiyan û ji ber kêmnexistina rûmeta xwe ya li bal wan a ji gelek tistan bilind, ji ber vê çendê, nexwestiye navê xwe di nivîsarê de diyar bike.

 

          Mixabin ev berhema bi navê “Êzdî” di saxiya Abovyan de çap dibe, lê dîsa sed heyf û mixabin ku ya “Kurd”, pistî ji dinyayê koçkirina wî çap dibe.

 

          Van berhemên Abovyan heweskariyeke mezin anî pê. Lewra ev xebata derbareyê kurdan li Rûsyayê di babetê xwe de xebateke nû bû ku çap bûbû. Her wisa jî di wan nivîsan de, taybetiya civata kurdan, nemaze bajarvaniya wan ên ferhengî, tore û çanda gelêrî cara pêsîn bû ku dihatin ber çavan û lêkolînkirinê.

 

          Berî her tistê neha em bi pênûsa Abovyanê mezin, derbareyê dîroka van nivîsan de dixwazin ji hewesdaran re civata kurdan bidine diyar kirin.

 

          Çawa zaniyaran dane îspatkirin, ku hêja berî sala 1848 an dîwanxaneya sûngîrî (dewsgirtî) çarê rûsî li Qefqasê, bi destê karbidestê dewletê Koms Bênkêndorf disipêre X. Abovyan, ku ew derbareyê rews û pergela, jiyan û çanda kurdan de xebateke binivisîne. Wekî diyar e, ku êdî Abovyan ji dîwanê re û ji cîhana zaniyariyê re bûbû xuya. Ji bo vê yekî jî wekî hatibû rojpergalê, jiyan, dîrok û zimanê çend gelên Qefqasê, rojhilata nêzîk û navîn, vê pirsa çetin û çapdar dispêrine wî. Ji bo bi serî birina vî karê, ku bi dilê wî bûye, Abovyan di sala 1845 an de, ji bo du hefteyan, di nav qebîleyên kurdan de digere. Ew derbareyê vî tistî de welê dinivisîne: “Par ne pêrar, min li gora daxwaziya li cî, ya Koms Bênkêndorfê, herçend sar û serma û seqem û roja cejna bûyina Îsa bû jî, ji hêla dem û zeman bêxem û xembarî, ji ser kîsê xwe dest bi sefera xwe ya ber bi kurdên êzidî kir. Ez du hefte di nava wan de debirim. Min xelatên giranbiha li kal û pîr û li jinan parve kir. Mîna ku ez ji hemû hêlan baweriya wan wergirtibim û her bi vî cûreyî min li hindava hemû tistan, bala wan kisand ser xwe.

 

 

Abovyan li nav koma kurdan-Wênekês ;Lyudvîg Maydêl

 

Abovyan li nav koma kurdan-Wênekês: Lyudvîg Maydêl

 

          Min derbareyê ferheng û toreya civata kurdan, di derbareyê dilevîndariya wan de, di derbareyê helbesta wan de, ji du mehan bêhtir xebat kir. Min sev û roj dinivîsî. Lewra min bi rojan derfeta kar nebû. Min nivîsarekî gelekî berfireh û kûr nivisî. Min di wê nivîsara xwe de, merema xwe ya ji bo zaniyarê birûmet, serheng û pesindariyê derbareyê wê de bihîstine; di demeke kurt de, çi ji destên min hat, min ber girt û amade kir. Lêbelê neha xwedê zane, li kê dera Almanya yan jî li Tiflîse ew dirize.” (X. Abovyan Afirandin, cîlda 7:an rûpela 194-195)

 

          Divê pêwîst e ku em vî bidine diyar kirin, ku Abovyan ne tenê ev car bû ku di nava kurdan de geriyaye û ew rasthatina wî û kurdan a cara pêsî nebûye. Berî hingê wî kurd nas kiribû. Çimkû li desta Araratê, li berpala çiyayê Elegezê, li dorhêla gola Sêvan kurd hebûn. Abovyan berî dema xwe ya gerê jî gelek kurd dîtibûn. Ji sala 1829 an heya sala 1844 an, ew tevlî zaniyarên rûsî û ewrûpî, li Ermenistana rojhilatê, li bajarê Bazîdê, saroçkeya (qeza) Mêkuyê geriyaye. Yek ji wan profesorê zanistgeha (unîversîteta) Dorpatê Fredriks Parrot bû. Abovyan tevlî wî li Ermenistana rojhilatê, hilkisiya heçê çiyayê Masîsê geriya. Yê dinê, akademîkos Herman Abix bû. Dema gera li Ermenistanê ew nivîsevan, folklorzan û rêwiyê Alman, Fredriks Bodênstêd re jî hevaltiyê dike. Abovyan gelnasê alman A. Von Haksthayzên re jî dibe hogirê nêzîk û bi wî re jî digere. Hevaltiyeke pak û nêzîk navbera wî û zaniyarê alman Morîs Vagîêr de çêdibe.

 

          Bi vî rengî, hevaltî û gera wî ya bi wan rêwî û zaniyarên naskirî re, bêhemdî bal û serinca xwe nêzîktir dide jiyana kurdan. Ew rêwî û zaniyar, dihatin bi Abovyan re diman, dibûne mêvanê wî. Lewra ronakbîrê ermen Abovyan, yek ji rojhelatzanên naskirî û mirovekî di serpilk û radeya wan de bû. Hem Abovyan kêrî wan dihat û hem jî ew kêrî wî. Lêbelê wekî ku pasê dîyar dibe, bîrewerê ermen, di kar û barên wan ên afiranderiyê de û bi taybetî dema lênihêrîna pirsa kurdzaniyê de, mîna mirovekî gelekî kêrhatî, alîkar, zeftir ji wan re dibû. Çawa zaroyên civata ermen ku bi sal û zemanan cîran û dostê civata kurdan bûne, Abovyanê zanyar jî, ji rêwî û zaniyarên ûris û ewrûpî cihêtir, kurtir û zûtir rewsa kurdan têdigihîst. Ji bo ew çend naskirina kurdan, Abovyan wekî Qanatê Kurdo gotiye; Abovyan zimanê kurdî rind zanibûye, gelsa avahiya vî zimanî, rêziman û ferhengê wî ve mijûl bûye, stranên kurdî bi vî zimanê nivîsiye û bi xwe jî wergerandiye ser zimanê almanî. Ji ber wê yekê zaniyarê ku bi kurd û zimanê wan ve mijûl bûne, xwe li xebata Abovyan girtine û pêwîstiya xwe bi wî çê dibûn. Rewsenbîrê me jî, ne ku tenê bi hezkirin di nav kurdan de digeriya, her ew di kerta lênihêrîna gelsa kurdzaniyê de alîkariya berbiçav jî dide wan. Ew bi ciwanmerdî dîtîna derbareyê kurdan, li zaniyaran belav kiriye, nîsanê wan daye û xwestina wî tenê ew bûye ku ji bo ev berhem wenda nebin gere çap bibin. Abovyan bû mîna pirek di navbera Ewrûpa û Asyayê de. Ya herî rast jî  di nava Ewrûpa, Ermenistan û Kurdistan de bû pirek. Bi alîkariya wî, karê kurdzaniya li Ewrûpa pês de çû. Ya sereka jî kêrhatina wî ya herî mezin ew e; wekî ewî ji hêla rast û qenc kurd danî ber çavan. Di wî warî de, alîkarî dida zaniyarê rojava, ku civata kurdan li gor ciyê wê, bi yeksaniya dîrokî rast binirxînin. Ev rewsenbîrê ermen ê mezin, dilxwaz û dostê kurdan, civata me danî ber çavê zaniyarên ewrûpiyan. Heyina wî, bi baweriya me ya xurt, gelek sasî û mafkujî ji hêla zaniyarên ewrûpî û welatiyê wan ku ji wan derbareyê kurdan derdiketin, betal kir.

 

          Di meha adara sala 1844 an de hozanvanê alman, F. Bodênstêd bi rojhilatnas Georg Roznê ra tê Erîvanê. Ew ji Abovyan hêvî dike ku ew hemû stranên civatê yên li dorhêla Erîvanê berhev bike û jê re biseyîne. Ew wekî mirovekî xêrxwaz û çeyînas ev sipartina hevalê xwe dibe serî. Heya yê din vedigerin Almanyayê, êdî destnivîsa pirtûka stranên ermenî, kurdî û azerbeycanî ya bi destê Abovyan berhevkirî li vê derê jê digrin. Mêjû (tarîx) sala 1846 bûye. Di wê destnivîsê de, Abovyan bi zimanên ermenî, kurdî û azerbeycanî stranan dinivisîne û pê re jî ew gotin bi gotin werdigerîne ser zimanê almanî. Lênihêrandina wan xebatên Abovyan careka dinê diyar dike ku Abovyan zimanê kurdî zanibuye, bas bîra awaz û rewaniya dengên li zimanê kurdî kiriye. F. Bodênstêd van stranan di pirtûka xwe ya sêbesî de çap dike: “Hezar û Yek Rojî Li Rojhilatê”. Ew di sala 1865 an de li Berlînê çap dibe. Ew di wê pirtûkê de, wan stranan bi hozanvanî û bedewî werdigerîne almanî. Di pey re, van stranan gotin bi gotin wergerandiye ser zimanê almanî, ku Abovyan kiribû, di sala 1958’an de di besî afirandina wî ya 8’an de tê çapkirin. Lê di ew besê heftem a pirtûka wî ya afirandî de, ew stranên ji wê destnivîsarê ku ji F. Bodênstêd re hatibû siyandin, stranên kurdî bi vî zimanî û bi tîpên (herfên) ermenî hatine li cî danîn. Her wisa jî pê re rewsenbîr wergêra wan a ermenî jî li ber wan daniye.

 

          Ev destnivîsara hanê di arsîva ermenîzan Karapêt Konstanyan da hatibûye parastin. Lê neha di muzexaneya ser navê Êgîsê Çareîs di besê tore (edebiyat) û hûnerê da ne.

 

          Cara pêsîn ew stran di sala 1940’î de, ji aliyê E. Sahezîz di “Dîwana” Abovyanê yekem de hatine çapkirin. Lê pasê evana di kitêba A. Ganalyan “Abovyan û zargotina civatê” de hatine cîwarkirin.

 

          Dema Abovyan berhema xwe ya bi navê “Kurd-Êzdî” temam dike, yekî ji hevalê xwe yê rojhilatnas û kurdîzanekî navdar û profesorê zanistgeha Myûnxanê Morîs Bagnêr re disîne. M. Bagnêr derbareyê vê yekê de dinivisîne: “Çend sal pey vê yekê, gava ez ji rojhilata pês vegeriyam -ew sala 1844 an bû- bi saya rêzgirtina serkarê dibistana qeza Erîwanê, dostê min Abovyan ê ku zaneyê rojhilat ê herî bas û têkuz tê dîtin û gelek ji zimanên asyayî dizane, min xebateke milletzaniyê gelek heweskar jê stand. Derbareyên çend gelên Rojavayê Asyayê, çawa li Rûsyayê her wisa jî li Ecemistan û navçeya Bazîdê de, bi taybetî derbareyê kurdan de demeke dirêj mijûl bûye. Cih bi cih di destnivîsara pesêndar (maqûl) a Abovyan de, derbareyê ferheng û tore û pergela jiyana kurdên êzidî de, ku li gelek waran li nava wan dimîne lênihêrandinên hûrgilî hene. Ev yek hat li ser milê spartin û danîn ku ez bi vê peymanê, bê serhevdekirinekê encaman jê hildim û ev yek bûye hîmê vê berhema min a han” (M. Vagnêr, Sefera ber bi Ecemistan û welatê kurdan, Leîpzîg-1852, besê duyemîn, rûpela 219). M. Vagnêr, dîsa di ciyek din de dinivisîne: “Gava ez ji Rûsyayê hatim, min ji dostê xwe yî serkarê dibistana qeza Erîvanê, ji Abovyan hêvî kir, ku ew ji min re bi saya zanebûna xwe ya bêserûbin, derbareyê zimanê asyayî de û bi saya mayina xwe ya ki nêzîkê Araksê ku di rewseke karadar de ne -ne ku wekî rêwiyên Brîtanyayê ku ji tenista Kurdistanê derbas bûne û derbareyê Sengalê jiyana êzidiyan bi sera-bera qal dikin- derbareyê ayîna ola êzdiyan tore û adetê wan de serencamên xebeta xwe ya berhev kirî ya bi nirx biseyne. Hîna pênc sal pey vegera min derbas nebûbû -sala 1847- daxwaza min hat cih” (Pirtûka Nimandî, rûpel 254). Rûperekî wê kitêbêyî mayînda M. Vagnêr bîr tîne, wekî Abovyan jêre kilamê kurda û êzdiya sandine. Çawa hindava Bodênsted da, usa jî ya Vagnêr da Abovyan borcnasîê dîyar dike û bêminet, merd-merdane qinyatê xweye hela çapnekirî disîne. Vagnêr Oçêrka Abovyane derheqa kurda da di kitêba xwe ya bi navê “Sefer ber bi Îranê û welatê Kurda” da bikartîne. Sirovekirina xebata Abovyan di serzêdeya wê kitêbêda, hatîye dayînê  kîjan ji van herdu parane: “Kurd-xuliqandin, ziman, cî-warbûna wanê geografîê, rizm û xeyseta wan”, “Êzdî yan jî seytanperestî, xuliqandin, ziman, poezya, ayna dîn, deb, rizm û xeyseta wan”.

 

          Me çawa da kivsê, Abovyan qinyatê xebatê xwe yê kurdzanîê wexta gera li nehiyê mayîna kurda berev kiriye. Xebata bi vî teherî di termînalogiya miletzan û folklorzanayê wadê niha divêjin, xebata destê.

 

          Xên ji wê. Abovyan tu wexta mecal ji destê xwe bernedane, ku bi pirs û pirsîarê ji merivê zaneye dinêdîtî xazma ê kurdnas qinyatê lazim derheqa civata kurdada berevke. Merivê herî pêsin, ji kîjanî Abovyan timê qinyat derheqa kurdada hildane, çawa divêjin, ji malê bûye, apê wî Harûtyûn Abovyan, Avgust Fon Haksthaûzên Abovyanra nava kurd û êzdya gerîaye, derheq kîjanê ew sedetîke wa dide; ”Sefeqê, seheta sesa em herçar rê ketin. Abovyan, Apê wî, Pêtêr Nêy û ez, berbi simal-roavaê-berbi êzdya”. Cîkî mayîn ew dide kivsê, apê wî-Harûtyûn nava heleqetîê dostîêda bûye bi êzdîara û, bêfitya, kurmancî rind zanibûye. Usane, ew înformatorekî zane û amin bûye. Tistekî nezîkî aqilane, wekî Harûtyûn usa jî dersdarekî zimanê kurdî bûye bona Abovyan. Naqewime ew dostê êzdîya bûye û zimanê van nizanibûye. Êzdî, ê ku ji alîê temamya dinya mehmedîêda hatine zêrandinê, hindava merivê ji miletê mayin sikber bûne û îtbara xwe giska zeftir bi ermenîa anîne, çimkî helê wan yek bûye: xazma wan emenya, ê ku bi zimanê wan xeber dane. Vira lazime vê yekê jî bêjin, wekî çawa ji xebatê Abovyane kurdzanîê tê kiwsê, zanebûna haqa kûr derheqa kurda ewî nikaribû bi gerekê-dudê nava civakêda dest banîna, çiqasî jî xweyê sirafetê mezin bûya. Ew zanebûn sedetîê didin, wekî Abovyan temamya êmirê xweyî fêmdarda kurdava mijûl bûye, ew civak hertim ber çavê wî bûye. Û tistekî ne dûrî hisane, wekî bi temamî mala Abovyana kurdara gredayî bûye, dostaniya wê malê û kurdaye kevn, wadedirêj hebûye.

 

          Abovyan derheqa kurda da pirs û pirsyar ji merivê mayîn jî kirine, çawa ê esilê xweda kurd usa ji ermenîê kurdnas. Awa navnîça wane tenê meva eyan: axê êzdya Temiraxa, Cefer-xanê Xoyê, kurê Siliman axa-Îbrahîm û Semdîn, kesîsê ermenya-Gazar Têr- Gêvondyan, Barsêxê arkêpîskolos û êd mayîn.

 

          Bona nivîsara xebatê xweya kurdzanîê, xênji gera nava kurda, pirs-pirsyara, Abovyan destbi lênihêrandin û xebitandina çavkanîê bi nivîsar dike, çawa yê çapbûyî, usa jî yê nesirnebûyî. Hêna Abovyana tu xebatê kurdzanîêye pirî hindikî tam tûne bûne. Hê axir em hema Abovyan hesap dikin hîmdarê kurdzanîê li Ûrisêtê. Peyî wîra û bi gele dereca bi saya karkirna wî, bi saya efrandinê wî kurdzanîn li Ermenistanê û Ûrisêtê pîsda çû. Usane, çavkanîê bi nivîsar, ji kîjana Abovyan dikaribû qinyat hildana, gele kesîv bûn, ewê ku hebûn jî, paê pirê yanê wîva ne eyan bûn, yanê jî ewî nikaribûn destxistana. Kitebxanêd Avropaê û Pêtêrbûrgê jî dûr bûn. Qewlê Ermenistana Rohilatîê û Kavkaza wê hênê da hêsa nîbû qinyatê lezim derheqa kurdada rihet destxistana. Heta xebata tarîqzanîêye usa eyan, çaxa ê Gûkas Înçîçyan Abovyan nikaribû ne li Ermenistanê desxe, bi namê hîvî kirîye, wekî wana li Tiflîsê destxin û jêra bisînin. Nûrdarê mezin xênji xebatê G. Înçîçyan usa jî Mîkaêl Çamçiyan dide xebatê. Morîs Vagnêr sedetîê dide, wekî Abovyan xebatê tarîqzanîê û geografîê û destxetê kitebxana dêrê li Ermenistanê û Erîvanî nihêrîne.

 

          Çawa îdî hat gotinê, Abovyan çend zimanê rohilatê zanibûye. Ew xwexwa sededîê dide, wekî li çavkanîê erebî û farizî nihêrîye, lê wanda tu qinyatê dewlemende kêrhatî û layîqî bawarkirinê nedîtine.

 

          A. bi vî teherî, xebatê xweye kurdzanîê Abovyan hîmlî ser hîmî lêniherandinê xwe nivîsîne û ewna gele qîmetlîne. Bi saya vê yekêye, wekî oçêrkê wîye derheqa kurda û êzdyada heta îro jî ji alîê kurdzanada têne xebatê çawa xebatê kêrhatî, dewlemend û layîkî bawarbûne. Belê, qinyat û fikirê wî sikberîê pêsda naynin û berê pêsin bona wê yêkê, ku Abovyan zanyarekî helal û rast bûye, xweyê îsafa ulmdarîêye qenc. Ewî cedandîye bona pêyîhatîê xwe gilî-gotinê rast bihêle û lema jî lêniherandinê xwe bi hûrgilî û heralî derbaz kirye. Bi vê fikirê hewaskarê tarîqa berevkirina qinaytê oçêrkê kurdzanîê û nivîsara wan ji alîê Abovyanda. Lê berî kivskirina wê tarîqê em lazim hesav dikin dereceke usa bidine kivsê, kîjan gele ferze seba nîsandayîna sifetê Abovyan, çawa meriv, fikirdar-ulmdarê tam.

 

          Lênihêrandinê xebatê rêwîê Avropaê-xebatçîê dîplomatîê û eskerîê-cesûsîê, ê dereca malhebûnîê-kirînfrotanê, mîsîonêra û lo hêla gelek ulmdaraye pirsala em anîne ser wê fikirê, wekî ewana bi ruhê kolonîzatorîê hetine nivîsarê. Wekîlê Avropaê timê angorî kara dewletê xwe civata Rohilatê nihêrîne û ew qîmet kirine. Dewletêd Avropaê dixwestin welatêd Rohilata Nêzîk û Ortê bikine bin destê xwe, tabîê xweye kolonîzatorîê wira mehkemkin. Bona vî meremî ewana dixwestin civata kurda, nerazîbûna wêye heqîê hindava dewletê Turkîaê û Îranê seva vê kara xwe bidine xebatê.

 

          Xênji wê, bona wan wekîlê dewletê Roavaê kurd miletekî xerîbî nenas bû û ewana nasya xwe hîmlî ser rya dida wana, kî derê diha zef cerd û cerdbasî digeryan. Hema bi serî wan jî ewana carna temamya civaka kurda qîmet dikirin.

 

          Wekîlê Roavaê civata Rohilatê ê wanra tevayî kurd bendî tistekî hesav nedikirin, jorda wana dinhêrin, çawa miletê pasdamayî, nezan, kêmaqil. Xazma paê rêwîê Anglîaêye pirê kurd hesav kirina çawa qaçax, diz, cerde. Lema jî ewana îtbara xwe bi sikberî wana nihêrîne û bi ruhê xwe tê derxistine, wekî ewana xêrêra naên welatê wana.

 

          Tabya Abovyanê demokrat, merivhiz û ewledê civata ermenîaye zêrîaye bindest tam ji ya wan wekîlê kolonzatorîê cuda dibe. Me çawa serhetîa emirê wîda da kivsê, Abovyan bona hemû civakê mîna civaka wî bindest ber xwe ketîye, dilê wî êsîaye. Ew tefekûrya binelîê Amerîkaê cîda jî bûye ê ku heylo nîveka topa dinîaêye Roavaê mane. Abovyan kolonîzatorê Avropaê berk gunekar kirine, ê ku mana rikinkirina medenyetê, saristanîe hindê Amerîkaê xeza kirine. Abovyan lo hêla ji rêwîê Ûrisêtê jî cuda bûye, ê ku angor bi xêrxwazî nêzîkî civaka kurda bûne. Rohilatzanê eyan V. Mînorskî, ê ku gele xebat derheqa kurdada nivîsîne hema ji wan xêrxwaza bûye. Ew destpêbûna qurna 20-î, çawa wekîlê dewleta Ûrisêtê, çawa dîplomat gele sala li Tûrkîaê û Îranê, li Kurdistana bindest gerîaye Ewî kurd rind nas kirine û hel û xwestina wan fêm kirîye. Ruhê kolonîzatorîê nava xebatê wîda, bawarkî, kivs nabe Ewî qedirê civaka kurda girtîye, lê belê, angorî yekî mîna wî jî Abovyan gele bilinde. Mînorskî kitêba xweya “Kurd”-da, ku sala 1915-a li Pêtrogradê çap bûye, kîjanê rohilatzan, kurdzan çawa xebateke ulmîêye kûr qîmet dikin, nûrdarê ermenîayî mezin, xebatê wîye kurdzanîê bîr tîne. Wexta gilî tê ser wî qîmetê bilind, kîjanî Abovyan dide kurda, çawa civateke mêrxas, azayîhiz, helal, comerd, Mînorskî dide kivsê, wekî qîmetkirina wî teherî ji çapê der ya xêrxwazîêye. Ew diha kûr dive û dinivîse: “Hine parê wê xebatê (ya Abovyan-W.E.) gelekî ê pesindarîne û minê qusax nekira, mesele, bin aminayî û helalya kurdada qolê xwe danya, lê ev hemûsk mexsûs tistekî kivse, çawa nîsana tunebûna dijminayê hindava kurdada ji alîê “Bavê edebyata ermenîaye nuhda” (rye 40-î). Belê, yekî mîna Mînorskî jî qîmetê Abovyanî qenc çawa tistekî ji çapê der hesav dike. Ew xebera “tunebûna dijminayê” dide xebatê. Vira Mînorskî dixwaze wê ywkê bide fêmkirinê, wekî axa û beg, cerdbasî û qaçaxê kurd-civata ermenya dizêrînin. Lê gelo, Abovyanê mezin derheqa vê yekêda nizanibû? Hilbet, bas zanibû. Aha sedetya wê yekê. Ew oçêrka xweye “Kurd”-da dinivîse: “xaçparêz, xazma civata ermenîaye bextres û mexîn, qulê vanin (Kurdane-W.E.). Bi fikira vê xeberêye tam. Çaxê ewana ji çya û banîê gîhapir dadigerîne jêrê, kerî-sûrîê pezê xwe, garanê dewerê xweye bêhesav mehê zivistana sar û dirêj bal ermenya sitar dibin, bê hed û hesab... Her berxwedayîneke sivik bi zulmkarîke here beyanî tê cezakirinê” (Abovyan, Efrandin, cilda 8-a rye 248-a). Belê, derheqa wê zulmkarîa axa û begê kurdê koçerda hindava civaka xweda zanibû, hindava wê civakêda, ji kîjanî ewî ji emirê xwe zeftir hiz dikir. Lê eva yeka nikare merivhizê eyan, Abovyanê xweyê dide fire û zanebûnê kûr sas bike û ew ser hîmê vê yekê fikira neqenc derheqa kurdada elamke. Peyî vê gotinêra dîsa ew Abovyan, van kirêd kurda efû dike. Ew derheqa cerdetya celalyada bîr tîne, derheqa wê yekîda, ku bi çi teherî bona birina talaln gele tucarê fariz ser rê kustine û peyîra dinivîse: “Tenê ew kêmasîa tek-teneye (cerdbasîtî-W.E.), ku em dîsa dikarin tenê bal qebîla bivînin, ew jî, paê pire, bal nevsê cuda-cuda, lê ne ku temamya civatê... Kirinê wane sawkês hindava civakê ermenî û mexînda gotî hesav bikin ne ku çawa dijminaya ayîna dîn, yanê ji tistekî eynatbazarîê, lê gotî hesav bikin, çawa esera hesîna wane azayê, hukumê wanî bê hed û hesav, çawa extîarya kulma sedsalîê navîn, kîjan ewana wexta lazim bûye dane û didine xebatê ne ku tenê hindava tirka, fariza û tatarada, dînê kîjana û wana (kurda) yeke, lê hila hindava kurdê ji miletê wande jî, bê vervêsya dereca meriva û ayîna dîn. Tucara ne qewimîye, wekî kurd xaçparêz mecbûr bike, ku ew terka hebandina xwe bide, yanê jî bona wê hebandinê wî bizêrîne” (Dîsa ew, ryê 249-a). Raste, vira Abovyan zelal nake û qeyî wê hênê, berî pêsdahatina marksîzm-lenînîzmê nikaribû jî yek bikira, wekî halê sosyalîê kurdê kesîv mecbûr kirîye, ku ew bibe rêgir, cerdbasî, rêwîya talanke.

 

          Me jorê da kivsê, wekî Abovyan wexta nivîsara oçêrkê xweye kurdzanîê çawa eynî ulmdar suxul kiriye û cedandîye, wekî wanda sifetê civaka kurda rast bê nîsandayînê. Çaxê oçêrka wîye derheqa kurdada hezir bûye, ew dîsa diçe cem kurê Sileman axaê Sîpkî-Îbrahîm û Semdîn axa û ewê nîsanî wan dide. “Ez bona wê yekê sêkirdarê wanim,-ew dinîvise,-çimkî ewana bi zanyarî tistê nerast, sas dîtin, bi destê xwe rast kirin” (Efrandin, ryê 393).

 

          X. Abovyan, me çawa da kivsê, qinyat bona nivîsara oçêrkê xweye kurdzanîê hîmlî wexta gera xweye nava kurdada, ji zarê wekîlê civata kurda berev kirine. Li vira lazime bêjin, wekî ew ne ku tenê bi tabya xweye dêmokratîê-hûmanîstîyê, bi hereletê xweyî rast qûmetkirina tarîqa miletê zêrîayî û bindest ji wekîlê Avropaê cuda dibû, talasa kîjana nîbû, ka kurd çi halîdanin, çawa têne zêrandinê, lî usa jî bi esil û esasê xweva, bi nifûsa xweva, çawa ewledê civateke usa, bi helalî, çawa dost û xêrxwaz, bi nêta qenc diçû nav kurda û ewana (kurda) nikaribûn eva yeka derc nekirana. Kurda tê derdixist, wekî ew makûl û qulixçîê dewletê, ku bi wergirtina Avropaê tê bal wan-jî hemû mêvanê ji welatê derekeye mayîn cuda dive, û berê ewlin, bi wê yekê, wekî îtbarê bi kurda tîne û pêra jî wana hez dike. Abovyan wexta gera xwe nediçû dîwanxana û mûvanxana, lê rast dajot ber derê kurda, li mala wan dibû mêvanî, eynî bi edetê rohilatê. Ewî nimûnê dargotinê berev dikirin, guhdarya dengbêjê kurda dikir û bi zargotin, bi stiranê civakê heyr û hijmetkar dima. Ewî kurdara bi zimanê wanî zikmakî xeber dida, bê tercimecî û evê derece ew dikir merivekî nêzîk, xûn qinêtî bona kurda. Bi saya xeysetê xweyî merivhizîê, terbe-torê xweyî torinî Abovyan dest xweda, çawa divên, xwe dikir dilê kurda, ê ku him qedirê wî digirtin û, ya sereke, him jî jê hez dikirin. Sedetya vê yekêye ges ew yek hesav dibê, ku ewî gele dost û xêrxwaz ji nava kurda qezenc kirin û nava wanda kurdê gele kivs, serekesîr, axa û beg. Ji wana yek Temir*-axaê serekesîrê kurdê Ûrisêtêye êzdî bû. “Min bal wî,-Abovyan dinivîse- qebûlkirina layîqî mîr û hakima dît. Bal wî sex û gele merivê êla wî berev bûbûn, ê ku qeyî hatibûn, wekî hatina wîye ji Tiflîsê pîroz bikin û bona wan xelatê kaw, kîjan mîrê navbilind Voronsov dabûne wî” (Abovyan, Efirandin, c.8-a,ryê 267-a).

 

          Çawa tê kivsê, Abovyan sala 1846-a li mala Temir axa qesidîye.*

 

Abovyan oçerka xweye “Kurd”-da gelekî derheqa mala axê êla Sîpka-Sileman-axada, dereqa mêrxasî, helalî, comerdyîa wîda dinivîse. Nûrdarê mezin li wê malê jî qesîdîye û çawa ji nivîsara wî tê kivsê, ew çawa mêvanekî ezîz qebûl kirine, jêra ezet-qulixeke pir kirine. Hêna Abovyanda serkarê êla Sipka Îbrahîm-axa bûye. Aha ew çaw dinivîse: “Îdî pêsda zanibûn, wekî ezê li wana biqesidim. Hema çawa ez ber derî wî kivs bûm, kurdekî qitîdalin qewet pêsya mida hat, bawarkî ser desta ez ji hespê peya kirim... Min li wira komeke giran dît. Gisk rabûn pya û pêsya mida hatin, bile ew bi xwe-Îbrahîm-axa jî ji wana sûnda mena. Yekî solê min êxist, dudu jî ketin bin milê min, min nizanibû, çawa bikira. Giska hal û kêfê min dipîrsîn, hatina min ya xêrê hesav dikirin, lê usa bi dil, ku çetin min ev yek cîkî mayîn texmîn kiribe” (Dîsa ew, ryê 252-257-a)

 

          Hesen axa ewî dide ber xwendinê çêmarana (xwendinxana) dêra Êcmîasînêda. Hevûymîsbûneke gele hewaskar: du fikirdarê ermenîaye here mezin- X. Abovyan û Komîtas hevaltî bi ewledê vê malêra kirine, bûne dost: Abovyan dostê Temir-axa bûye, lê Komîtas -hevali Ûsiv- begê xwe li ermenîê bira girt û welgerya hat desta Araratê, li kîderê heta roja îroyîn dimîne bi birê xweye kurde mayînra bûye xweyê emirê aza û bextewar welatê sovêtîêda.

 

 

Abovyan (siki;l H

 

Abovyan (sikil: H. Rûxkyan)

 

          Sedetya wê yekê, ka Abovyan qedirekî ciqa bilind li wira qazanc kirîye, usa jî ew yek hesav dibe, ku axê kur hespa xwe ber wî digre. Vî qedirî bilindtir îdî em tu tistî nikarin bivînin, eger wê yekî hildin ser hesav, ku kurd nava hubûn-dewleta xweda hespa bin xwe ser hemû tistîra digre.

 

          X. Abovyan merivekî gele texmîn bûye û bi saya zên û sirafet, wê texmîna xweye mezin niqoyî nava ruhê kurda bûye, ji kûrya wî ruhî ji bin qetê bengz û bala wîye mirûz û sawkês heînê here nazike merivatîê dîhar kirine. Em dikarin bêminet bêjin, wekî tu kesî usa tam, heralî, kûr, gele rast xeyset, ruh, sêvra dilê kurd fêm nekirîye, çawa Abovyan. Û merivê kurd jî carna ecebmayê wî û texmînê dimîne, zendegirtîê wê yekê, ku bi çi teherî ewî derecêd rûva nedîyar ji nava ruhê wî eyan kirine. Bi vê yekê ew ji gele fikirdarê hêna xwe û ji ê paswextîê cuda dibe. Îdî kê karibûye usa rast, bi cî û war, bi sifatê wa geswa xeysetê kurdaye meivatîêye bilind bana ber çawa: “...Cara pêsîn ez ji wana hîn bûm, wekî nava dereca here giranda jî meriv dikare kubar bimîne” (Dîsa ew, ryê 259-a); “Mêvanhizya wê civakê (Kurda-W.E.) li temamya rohilatê bûye lêgênd” (Dîsa ew, ryê 257-a); “Her kurdek, lo hela her jineke kurd jî bi ruh-nifusa xweva sayîre” (Dîsa ew, ryê 377-a); “Em karin kurda hesavkin syar, aspêtê rohilatê bi fikira wê xeberêye tam” (Dîsa ew, ryê 381-e).

 

          X. Abovyan guhdarî daye ser heleqetîê ermenya û kurda, ê ku hîlmî ê dostîê, xêrxwazîê bûne. Derecê mayînra girêdayî me tabya wîye hindava heleqetîê wan herdu civakê cînarê kal û bava, êderê wan derê hevda kivs kiriye. Li vira lazime mexsûs wê yeke bidin kivsê, wekî ew heleqetîê dostîê bi dilê wî bûne, çawa ê du civakê xweye yazîke tomerî, helê hevda. Raste, Abovyan bi cûrê bewlu, gele kivs vê derecêda nêta xwe elam nake, lê çaxê dûr û kûr difikirin, em dikin bêne ser wê fikrê, wekî ewî ew heleqetî hesav dikirin çaw hîmê qenc bona tifakdarya herdu civataye sîhildarîêye paswextîê miqabilî zordar, zeftçîê dereke, xazma dewleta Osmanîêye zulmkarîê. Badilhewa nîne, wekî ew serê kurdê êzdî û ermenîaye tevaî bi serkarîa Sêx Mîrzaê û Kesîs Polo bîr tîne, lê usa jî kilama civakêye derheqa wî serê giranda ji zarê zarbêja dinivîse. Abovyan bi sabûn dide kivsê: Ji civakê cînarê xwe tu kesîra ewana heqa Kîp nêzîk ninin, usa bi tevayî suxul nakin, çawa ermenîyara û wana birê xwe hesav dikin” (Dîsa ew, ryê 260-î). Cîkî din ew dinivîse: “...bona wana (kurdê êzdî-W.E.) ew hemû tist tiberk û zyaretîne, ne ku wê ji wana tistekî bistînin û wê emirê xwe bidin rihîna parastina hebûna wî” (Dîsa ew, ryê 161-î). Aha Qîmetkirineke mayîn: “Kurd tucara bal teter qulix nake, yan jî lingê xwe navêje dikana wî. Miletekî tek-tenê, îtbarê bi kîjanî tîne û jê bawar dike-ew ermenîye” (Dîsa ew, ryê 386-a).

 

          Hawaskare oçêrka Abovyanê derheqa kurdê êzdîda, kîjan ewî nav kirîye “Êzdî”. Vira lazime bidin kivsê, wekî gele rast êzdya hesav dike pareke civaka kurda, diha rast, civateke usa, ku ziman, erf û edet, medenyeta wen û kurda yeke. Lê pirsa qulixandin, pêsdahatina wanda fikirê usa, elam dike, kîjan ê hucetêne. Mesele, ew kurdê êzdî nav dike civak, kîjan neraste. Belê, êzdî civateke cuda ninin, ew kurdin, lê ryê cudatya ayna dînda xwe kurd nav nakin. Ew bûye sevevê wê yekê, ku zeftçîê tirk cedandine wana li hev bikin dijmin, serê birakujîê orta wanda pêsda bînin. Qulixçîê ayna dîn, axa û begê dûrnedîtî vê derecêda destê wanda bûne hecet, lêpok û vê yekê gîhandîye derecêd nelayîq, necayîz. Bêtifaqya orta kurdê mehmedî û kurdê êzdî tenê bona dijminê xûnxor dest daye, çimkî bi wê yekê diha hêsa bûye wana bikin bin qolê xwe. Hatîye îzbatkirinê û tu tistekî sikberîê nemaye, wekî kurd û êzdî, çawa civat davêje, gulîê derekêne, ewledê dê û bavekîne. Lê zeftçîê tirk gele cara cedandine kurdê êzdî welgerînin, bînin ser ayna dînê surmanîê bi destê axa û begê kurdaye nepak. Hukumeta Tûrkîayê bawarkî salê carekê êrîs teskîl kirîye miqabilî kurdê êzdî, ew xeza kirine. Boy vê yekê jî ewna mecbûr bûne bere-bere ji erd, miskenê kal û bava-çyaê Sengalê û gelîê Lalisê (Simal-roava Îraqê) dûrkevin, xwe nêzîkî sînora dewleta Ûris bigrin. Ryê vê yekêda jî berî serê hemdînîaêyî pêsîn çend êlê kurdê êzdî li çend cîê Ermenistana Roavaê hev girtine: êla zuqurya, kîjanêra usa jî divêjin ela Cangur-axa, li alîyê gola Wanê, nehya Bêrkirîê, êla sîpka, alîyê Qersê, nehîa Dîgorê (hêna Abovyanda ew yalê Elasgirê bûne, pasê salê sedsalya nonzdaya 80-yî hatine vira); wêra usa jî gotine êla Elî axa, êla Hesenya, li çyaê Sînekê, nehîa Surmelîê. Wêra digotin êla Ûsif-begê. Sedsalya 19-da li berpala çyaê Elegezê jî kurdî êzdî hebûn. Êleke biçuk jî li yalê Axbaranê hebûne. Kurdê êzdîyê wira destpêbûna sedsalya 19-a ji Tirkîaê ryê zordarîa dîwana wêda hatine vira. Mala Kok-axa serkarî wan dikir ku li gundê Mîrekê dima. Abovyan dide kivsê, wekî êzdî li nehya zeytûn-Marasê gelek bûne. Lê paê wanê hîmlî warê xweyî kal û bava li çyaê Sengalê, li nehîa Mûsilê mane û heta îro jî dimînin. Serê hemdînîaêyî pêsînda hêna dîwana tirkê cahil kurdê Êzdî jî xeza dikirin, çimkî ewana ji alîyê dinya musulmanîêda dihatin zêrandinê û lema jî xwe li ermenya, dewleta ûris digirtin. Kurdê êzdîye alîê Bêrkirîê, Qersê û Sînekê tam hatin topraxa ermenîstana sovetîêye niha. Li Serderavê û Axbaranê kurdê êzdî bi serkarya mêrxasê lêgêndar Cangur-axa miqabilî zeftçûî tirk serkirin, ku dixwestin civaka ermenya tam xezakin. Lazime em dereceke waye hewaskar bidin kivsê. Oxirmê giranda kurdê êzdî û ermenî timê bi tifaqdarîa sîlihdarîê pêsda hatine.

 

          Vira lazime em du derecê kêrhatî û ferz bidin kivsê. Ya pêsîn ewe, wekî edetê sewirandina kilamê mêra, ê ser û serkerîê nava kurdada, çawa hêna Abovyan hebûye, usa jî peyîra. Eva edeta bi emirjîyîna civaka kurda, saw Abovyan dinivîse, bi ya serkarî û serhizya wêva tê makkirinê. Kurd her wa nava serada bûne, çawa serê boy xatirê parastina serxwebûn serbestya xwe, usa jî sed heyf, serê xwexwetîêda, ê axa û begekî kurda miqabilî axa û begekî dinê, kîjan, çawa tariq sadetîyê dide, paê pirê bi destî dîwana Tûrkîaê hatiye tevrakirinê bi nîta qelskirina hereketê kurdayî berxwedayîne. Û çaxê mîr û hakim, axa û begekê kurd derketîye meydana ser-ese dengbêjê wî pêra bûye, ê ku gotî cî bi cî kilam derheqa mêrxasya wîda bisêwiranda, pesinê mêranya wî bida. Xênji razîkirina hesîna mîr û hekîmê xwehizkirinê, bi kîjanî ew, çawa divên, kubar û firnax dibû, bi wê kilamê dengbêj gotî borcekî dinêyî diha lazim û kêrhatî biqedanda: ewî gotî ew kom pêsîya serê giran ruhdarkira, ya ku mîr û hakim, axa û beg dabû ser xwe. A bi vî teherî, bi deha kilamê mêranîê hatine gihîstine me, heta roja îroyîn î nava civakêda tîne stiranê, çawa hizreta hindawa rojê buhurîye mêranîê, syarîê, xweykirina nav û namûsê milet bi çek û sîleha. Û bi saya vî edetîye, ku tu qewmandinke berbiçaw nava tariqa civata meda tune (xazma ya nuh û here nuh), derheqa kîjanêde kilam nehatibe sewirandinê û ew negihîstibe me. Bi vî teherî, kilam jî bûne çawkanîêd tarîqa miletê kurd, ji kîjan em gele tist pe dihesin. Raste, nava wanda carna derece hatine mezinkirinê û çawa efrandinê civakê, ê sêr û mêrxasîê, êlêmêntê lêgêndîê ketine nava wan, lê bi temamî hîmê wan raste û ew carna kanya tek-tenêne, ji kîjana em hine qewimandine terîqîêye buhurî dihesin. Û kemala wan bi wê yekê mezine.

 

          Dereceke dine, ku dîsa ferze bi nêta dîyarkirin û qîmetkirina heleqetîê civatê kurd û ermenî, ewe, çawa lênihêrandinê meye hertimî, zanebûnê meye wan kilama, ku me çûktîêda dest anîne, nîsan didin, nava tu kilameke mêranîêda gilîkî miqabilî civaka ermenya navînî, lo hela serda jî gele kilamada derheqa ermenîada bi hizkirin tê bîranînê. Hine kilamê usada jî, ji kîjana yek nûrdarê mezin berev kirîye, dijminê herdu miletaye tomerî, xenîmê ser wan-dewleta Osmanîê. Me bona îzbatkirina dostî, biratî û tifakdarya ermenya û kurda serzêdayêda kilamê derheqa wê yekêda çawa mesele anîne. Kilama derheqa Mîçoê Sêx Îsaêda ew derece dina zelal tê kivsê:

 

                                Wezê Delalê dinhêrim kewirê sîne.

                Kesekê xêra xudan tunîne,

                Carekê daxe Kesîs Polora.

                Bê:-Kesîs Polo, malik te xiravbe,

                                             Ocaxî te korbe.

                Îsev sê roje û sê sewe mawîzera destê

                                  Miçongê Sîx Îsaêda

                Li erafê meydanê ingirîye. Ne diteqe,

                                        ne dike denge.

 

 

          Bi vî teherî, bi van xebera û taqlê tenê bira dikare hewara xwe li birê daxe.

 

          Me çawa daye kivsê û ew yek bal Abovyan jî heye, gelek cara rojê oxirmê giran kurd û ermenî çune hewara hev, pista hev girtine. Kilamê Miçoê Sêx Îsaê û Sêx Mîrzaê nîveka sedsalya nonzdaye pêsînda hatine sêwrandinê, çawa Welîê Sêrtê dixwaze nîvserbestîya kurdê êzdî û ermenîê wira bide hilanînê, ewana mehrum bike, teslîmî dewletêke û, eger li hev neê, xezake. Bona wî meremê  ordîke eskerê Tûrkîaêye giran sala 1883-a dikise ser kurdê êzdî û ermenîya, ê ku wexta serê Turkîaê-Ûrisêtêye sale 1828-1829-a xwe eyan kiribûn çawa terefdarê dewleta Ûris û Sêx Mîrza tevgiredan bi gênêral Paskviçra çê kiribû (Binhêr: Celîlê Celîl, Kurdî Osmankoy împêrîî v pêrvoy poêovînê 19-go vêka, Moskova, “Naûka 1973, str. 101-103). Bona îzbatkirina wê fikirê, wekî rojê oxirmê giran kurd û ermenya timê xwe dane ser hev, çune pista hev, dostya wan werguhêzî biratya sîleha dibe, em himberî hevkirineke tarîqîêye waye hewaskar bînin ortê. Peyî serê Delanêra, ê kurd û ermenîê Sêrtê miqabilê ordya Resîd-Pasa, devedevî qurnekê sûnda dîsa qezyake mezin bona civaka ermenya û pareke civata kurd-êzdya saz dive, qezya xezabûna tam. Ew bihara sala 1918-a bû, çaxî eskerê Turkîaê alîkîda hat derkete desta Araratê, nêzîkî Erêvanê, alîê dinda Axbaranê. Û li herdu cya jî kurda careke dinê jî îzbat kir, wekî dost û birê ermenîaye emînin. Vê carê serkarê kurdê êzdî Cangur axaê mêrxasê civatêyî lêgêndar serê serderavê (sardarapatê) û Axbaranêda bi syarê xweva derba giran gîhand dijminê tomarî-ordîya tirka. Û li vira jî kilam hate sêwirandinê û ew kilam jî bi ya Sêx Mîrza û Kesîs Polora tevayî îro tê stiranê. Vê kilamêda civak pesinê mêrxasî û tifaqdarîa Cangur-axa, Andranîk-Pasa, Sêrob-Pasa û êd mayîn dide.

 

          Dereceke dinê jî, ku gotina Abovyan heq derdixe derheqa wê yekêda, ku kurda îtbara xwe bi tirka nanîne, renê ermenîa anîne, dîsa bi kilamê civata kurdaye mêranîê-tarîqîê tê îzbatkirinê. Paê kilamê wî teherîye pirêda zordarîya dewleta Osmanîê hindava kurdada hatîye kivskirinê. Eger wan kilamada, me çawa got, tu gilîkî miqabilî ermenya tune, lê miqabilî Turkîaê, dewleta wê wa nav dike: “Roma Res”, “Roma xayîn”, “Roma rûtik”. Bi vî teherî, kilamê mêranîê ew neynikin, nava kîjnada emirê rastî, fikir û mitalê civatêye esilî hatine dîyarkirinê. Niha kurdê êzdî hîmlî li du welatane: li Tifaqa Sovetîê: Rêspûblîkaê Piskavkazêye- Ermenîstanê, Gurcitanê, Adirbêcanê û Asya orte, û li simala Îraqê, hîmlî li çyaê Sengalê. Rohilatzanê sovêtîê O. G. Gêrasîmov (Yêrasîmov) dide kivsê, wekî li wira reqema kurdê êzdî 150 hezar (O. G. Gêrasîmov, Na Blîjnêvostoçnîx pêrêkrêstkax, M.,1983, str.236).

 

          Hilbet, berê, em bêjin, destpêbûna sedsalya 19-a kurdê êzdî diha zef bûne. Lê ew bere-bere du alîyada kêm bûne: alîkîda hatine qirkirinê, alîê mayînda welgeryane, çûne ser ayna dînê surmanîê.

 

          X. Abovyan îzbatîê hewaskar elam dike derheqa emrjîyana kurdê êzdî, rizma wan, ayna dînê wanda. Vira lazime em derecekê bidin kivsê. Oçêrka Abovyanda derheqa erf û edet, ayna dînê kurdê êzdîda tistê usa hene, ku ne rastin. Vê derecêda nûrdarê mezin ne gunekare, lê sevevê vê yekê înformatorl wîne, ew merivin, ji kêjana ewî pirs û pirsyar kirine. Kurdê êzdî divêjin, wekî dînê wan dînekî xefe, yanê perdekirîye. Rastîê jî, Tirêqê kurdê êzdî (sêx û pîr) sura dîn merivê miletê mayînra eyan nakin.

 

          Dereceke mayîn jî: ew, çi ku Abovyan ber çavê xwe dîtîne, gele rast, bê sasî oçêrkê xweda kivç kirîye û ji tabya rast jî çirovekirîye. Lê çaxê ew gumanê datîne ser înformatora, gotina merivê mayîn, kêmasya berdide. Dîsa diqekilînim, ev kêmasî ne ê Abovyanin. Em gotî wê yekê jî hildin ser hesav, wekî hêna wîda ulmê kurdzanîê kêm bû. Gotin, sirovekirinê Abovyanderheqa kurdê êzdîda, xazma deba wan, rabûn-rûnistin û xeysetê wanda qîmetlîne û heta roja îroyîn jî kemala xwe unda nekirine.

 

          Oçêrka X. Abovyan zargotina civaka kurdaye dewlemend gele rast hatîye qîmetkirinê. Bi temamî nûrdarê mezin kemala zargotinê nav emirê civatêda û xazma bona ulm, seba lênihêrandina pirsê tarîqa medenyeta civatêye cuda-cuda jî tabîê ulmîeye usa sîrovekirine, wekî tê qey bêjî ewî dewra meda efirandîye. Ew heyfa xwe tîne, fekî, zargotin bere-bere unda dibe û xwezila xwe bi wê yekê tîne, ku wê çiqa bas bûya, ew gisk berevkirana, lê bona wê yekê cêva tije û wadê aza lazime, bona gund bi gund bigerî. (Dîsa ew, ryê 247-a)

 

          Abovyan bona dinya ulmîê zargotina kurdaye dewlemend dîyar kir. Heyf, ew haj edebyata kurdaye sedsalîê navîne dewlemend tunebû. Qinyatê, ku konsulê ûrisa Alêksandir jaba berewkiein û anîn ûrisêtê, hela hê tu kesîra û pêra jî Abovyanra ne eyan bûn.

 

          Abovyan herî hijmekarê kurda dimîne, çaxê xerckirina hereketê wanî xweykirina xwexwetya miletîê divîne. Ew wê derecê bilind qîmet dike, ku kurd tenê kilamê xweye miletîê ruhanîê ser ya miletê here pêsketîra digrin. Û milethizê mezin heyfa xwe tîne, ber xwe dikeve, wekî paê asiqê Ermenîstanêye pirê tenê bi zimanê tirkî diefrînin.

 

          Abovyan mêrxasya kurda bilind qîmet dike. Ew bi heyr û hijmekarî dide kivsê: “Kurda carna padisa û xanê zor mecbûr kirine, wekî ber wana bilirizin”. Ew mêrxasî tistekî bi dilê wîye, çimkî ew hereketekî xweykirina serbestî û xwexwetîa her civatekêye zore.

 

          Abovyan qîmetekî bilind dide xeysetê kurda, ku ewana bêbext ninin. Eger dijminê qanî-qan jî xwe davê ber bextê kurd, -Abovyan dide kivsê- ew xiravya wî nake. “Hela hê neqewimîye, wekî kurd borcê malxwêtîê biterbîna û dijminê xûnî bikuje, çaxê ewî bêçare... Eger kurd sozê tam dide û hebûna xelqê çawa emanet hildide, yanê jî soz dide sura himberê xwe eyan nake, ewê diha zû jî serê xwe derbazbe, ne ku navê bêbextîê bîne ser xwe. Qedirgirtina wan hindava jinada, bile jina xaçparêzda, layîqî ecêvmayîne û jêhînbûnêye” (Dîsa ew, ryê 388-a).

 

          Û, raste, bi çapa xweva oçêrkê nûrdar derheqa kurdada ne haqa mezinin, lê wanda gele pirs hatine lênihêrandin û azurukirinê. Wanda qinyatê kêrhatî dikarin bivînin tarîqzan, miletzan, zimanzan, folklorzan. Goveka lênihêrandinê Abovyan gele fireye. Aha hîmlî ew pirs, kîjan kêm yanê zêde xebatê Abovyane kurdzanîêda hatine pêsdakisandin û safîkirine: xulqandina civaka kurda, zimanê kurdî, emirê kurdayî sosîal-seyasetîê, derecê emirjîyîna kurdaye mexlûqetîê, ayîna dînê kurda, xazma dînê êzdya, deb, rizma kurdaye miletîê, zargotina kurda, xeysetê kurdayî miletîê û ê mayîn.

 

          X. Abovyan mîrateke zanîarîêye dewlemend peyî xwe hîstîye. Çawa îdî hatîye gotinê, sexîêda, xênji kitêbeke dersa, ewî xebatê xweye çapbûyî nedîtin. Ermenîstana Sovêtîêda pêsîê destbi çapkirina efrandinê Abovyane bedewetîê û ulmîêye cuda-cuda kirin. Pasê ewana anor diha tam “Dîwan”-e nûrdarda hatin nesirkirinê.

 

          Sala 1941- oçêrka Abovyane “Kurd” rûperê kovara “Sovêtakan Girakanûtyûn”-da (”Edebyeta Sovêtîê”) hate çapkirinê. Kutasya salê 40-î û 50-î li Ermenîstana sovetîê hate mîserkirinê çapkirina  berevokê efrandinê nûrdare akadêmîkîêye tam bi heyst cîlda. Eva qewimandinake ulmîê-medenyetêye mezin bû nava emrê civata ermenyada. Cîlda heystada ronayî dîtin oçêrka nûrdare tarîqîê-miletzanîê derheqa kurdada, lê usa jî ew nimûnê zargotina civata kurda, ê ku Abovyan berevkirine. Em bîr nekin bêjin, wekî hinê nimûnê zargotina kurda cilda heftada hatine çapkirinê. Tistekî sabûnêye, wekî pê destnivîsara Abovyan gihîstine me nimûnê kilamê kurdaye lîrîkê: bi zimanê kurdî û bi herfê ermenî. Cilda heystada ne ku tenê ew oçêrkê “Kurd” û “Êzdî” hatine cîwarkirinê, lê usa jî qinyatê mayîn. Çawa, mesele, miqale “Kurd” û “Êzdî”, ku bi çapa xwe, hinekî jî bi serecema xwe ji ê “Kavkazê”-da çapbûyî cuda dibin. Vê cildida usa jî serecema van herdu miqalaye tevayî, kurt hatîye çapkirinê, bi sernivîsara “oçêrk derheqa xuliqandina kurda, nav û nîsanê miletîê, ziman, deb, erf û edetê wanda”. Eva miqala bi cûrê kurt Abovyan hazir kirîye, kes nizane bona çi meremî. Xênji wana, cilda heystada nimûnê zargotina kurda bi tercima kurdî vê kitêbêda didin.

 

          Qîmetlîne nivîsarnasîê xebatê Abovyane kurdzanîê, kîjan ê abovyanzanê eyan Pîon Hakobyanin. Wanda gele gilî-îzbatîê hewaskar hene derheqa tarîqa nivîsara oçêrkê kurdzanîê, çapbûna wanda.

 

          Derheqa emir û suxulkirina Abovyan, efirandinê wîye bedewetîê û ulmîêda lîtêretûrake dewlemend çê bûye. Tarîqzan û edebyetzanê ermenî gele monografîa û miqala ulmî pêskêsî nûrdarê mezin û efrandinê wî kirine. A wana guhdarî usa jî dane ser xebatê nûrdare kurdzanîê.

 

          Kurdzanê kurd miqalê ulmîyê qîmetlî pêskesî Abovyanê nemirî, karkirina wîye kurdzanîê kirine, kîjanda bi heralî enene û kîmet dikin oçêrkê wîye “Kurd” û “Êzdî”-her yekî angorî wî çiqlê zaniarîê, bi kîjanîva ew mijul dibe. Aha ew miqale: Hecîê Cindî: “Haçatûr Abovyan û civata kurda” (sovetakan grakanûtyûn û arvêst” , hej. 9-a, sala 1948-a), K.K.Kûrdoêv (Qanatê Kurdo), “Xaçatûr Abovyan çawa kurdzan” , oçerkî po îstorîî rûsskogo vostokovêdênîg, sbornîk 2”, Moskova, 1956, str, 360-380; K.K.Kurdoêv: X.Abovyan çawa kurdzan-êtnograf” , “îzvestîa An Armênskoy SSR, hej. 10-a, Êrêvan, 1955, str 89-98); Ordîxanê Celîl: “ Xaçatûr Abovyan derheqa kurdada” , “sovêtakan grakanûtyûn”, hej. 1-e, sala 1960-a.

 

          Emînê Evdalî rehmetî xebatê xweye cuda-cudada, xazma ya “Deba Kurdê Piskavkazêda” oçêrkê Abovyanê kurdzanîê bîr tîne û qîymet dike.

 

          Tarîqzanê kurd Karlênê Çaçanî xebatêd xweye cuda-cudada guhdarî daye ser karkirina Abovyanê kurdzanîê. Ewî miqaleke ulmîye cuda jî pêskêsî Abovyanê kurdzan kirîye.

 

          Edebîyetzanê kurd Knyazê Îbrahîm Mîrzoêv miqaleke ulmî bi sernivîsara “Xaçatûr Abovyan û pirsêd pêsdaçûyîna kurdzanîêye niha” daye çapkirinê (”Tesîsê dakladê konfêransê teskîla profêsor-dersbêja û ulmdar û pêsekzanêd cahile ulmîê, ê pêskêsî 175-salîya Xaçatûr Abovyan”, Êrêvan, sala 1984-a). Eva berevoka ji alîê înstîtûta Êrêvanêye pêdagogîêda hatîye çapkirinê.

 

          Miqaleke edebîyetzanê kurd Çerkezê Res (Ç.D.Mistoyan) jî vê berevokêda hatîye çapkirinê-bi sernivîsara “Poêtîka çarîna Abovyan”.

 

          Çerkezî Res usa jî nava xebate xweye dîsêrtacîaêda (”Dîharbûna emirê civata kurda nava edebyeta ermenîye sovêtîêda”) derheqa oçêrkê nûrdarda dinivîse û wana qîmet dike.

 

          Sayîrê kurdaye sovêtîê siêr avîtina ser Abovyan, efrandinê xwe pêskêsî wî kirine, kîjanada pesinê wî merivê mezin, karkirina wî kurdzanîê didin. Eframdinê Abovyan kitêbê kurdîye dersada hertim têne çapkirinê. Fikirdarê ermenîaye, ku peyî rêça Abovyanê mezin çûne, bi layîqî tradîsîaê wîye qenc pêsda birine. Ji wana geleka xebatêd berbiçéve qîmetlî kirine dereca kurdzanîêda: Ji profêsor Î. Êgîazarov girtî hetanî akadêmîkos H. Orbêlî. Û tistekî hewaskar: Orbêlî jî, wî pêyîhatîê Abovyanê mezinî layîq, dost û xêrxazê civata meyî helal, rikinê kurdzanya sovêtîê danî.

 

          Ermenîstaba Sovêîêye îroyîn, paytaxtê wê bûne merkeza, kurdzanîêye mezin û naskirî. Bi saya seyasetîa partîa komûnîstaye lênînîêye miletîê nevî-nevîçirkê kurdê hêna Abovyan îro welatê sovêtîêyî mezinda, kîjanî, çawa Yurî Andropovê rehmetî da kivsê, hesav dikin wetenê xwe, bûne sayîr û nivîskarê bi nav, akadêmîkos, doktorê ulma, profêsor, serwêrê kafêdra û parêd îdarê ulmî, xîrûrgê eyan, xebatçîê partîaê û dewletêye cabdar, endamê parlamêntê. Zarê kurda gisk, lê ne ku mîna hêna Abovyan ewledekdudê dewletya, ê mîr û hakim, diçin mektebê, zimanê zikmakî, edebyeta kurdî hîn dibin. Li patextê wetanê Abovyan kitêbê sayîr, nivîskar û ulmdarê kurd bi zimanê kurdî çap dibin, rojnama kurdî ronayî divîne, pê radioa Ermenîstanê dengê diktorê kurd, kilam û miqamê kurdîye xwes têne bihîstinê. Li înstîtûta Akadêmîya Ermenîstanêye ulmaye rohilatzanîê para kurdzanîê vêbûye, kîderê hemû dereced kurdzanîêva mijûl dibin: tarîq, edebyet, miletzanî û zargotina civata kurda, pirsê zimanê kurdî. Ermenîstana wetenê Abovyanda ordîke fikirdarê kurdaye tam pêsda hatîye û ew ordî bi dereceke kivsva cuda dibe. Ew ordîya fikirdarê eynî miletîêye, ya ku bi saya qewlê sazbûye qenc xût bi pirsê tarîqa medenyeta civata xweva mijûl dibe, qulixî pêsketin û gulvedana edebyet û medenyeta xwe miletîê dike.

 

          Ber derê înstîtûta Erêvanêye dersdarîêye ser navê X. Abovyan: Koma xwendekar û dersbêjê wê înstîtûtêye kurd.

 

          Eger Abovyanê mezin niskêva serê xwe ji ax û berê sar hilda û ev yek wetenê xweda bidîta, wê çi bigota? Bêfitya, wê sas û metel bima û pêra jî bi pêsketina dostê xweye hizkirîva sa bûya. Dikarin bêjin, wekî ji hêna Abovyan sedsalî nîvekê zêdetir buhurîye, bawarkî dinya û civak gisk bi tomerî pêsda çûne, rêvolûysîa ulm-têknîkê mîaserdibe, meriv diçin ersê ezmîn. Ev gisk raste, pêsdaçûyîna merivaêye tomerî tistekî îzbatîye. Lê ger usane, çima 20 milyon kurdê welatê Rohilata Nêzîk û Orte bin nîrê zulmêdanin û nava pasdamayînê danin. Û ne ke tenê wî halîda. Eger hêna nûrdarê mezinda li wan welata hela hê kurd hesav dikirin miletekî cuda, niha ne ku tenê extîarîê civata kurdaye here sade pêpes dikin, lê pêra jî heyîna wê civatê pirmîlîon înkar dikin. Li Tûrkya  îroyîn kurda dihesavînin “tirkêd çya”, kîjana, giva, zimanê zikmakî bîr kirine. Çi dikarî bêjî, çaxê ew hîn bûne wan hemû tista înkarkin, çi ku ne bi dilî wane, wanra dest nade, çi ku dikare wan ber dinê-alemê bike robet. Ne axir ewana usa bi bêsermî û tisqîtî qira mîlîon nîv ermenîaye hêna serê hemdinîaêyî pêsîn jî înkar dikin, kîjan tistekî, çawa divên, bi saadê-îzbatîye. Tûrkîa îroyînda salê carekî kurda bê serî dikin, ewledê wêye pês û fikirdar ber datestana didin sekinandinê, bi cûrê sedsalîê navîn ceza dikin. Lê li Îranê, kîderê heqa derheqa parastina qanûnê dînê îslamîêda dikin qare-qar; wan qanûnada, ê ku kustina surman ji alîê surmanda gune hesav dikin, bi tanka dadikutin gund û bajarê kurda, bomba ji firoka û tîkfira ser sênlikê wanda dibarînin.

 

          Belê, nûrdarê mezin hêna xweda bi dilêsî dida kivsê, wekî dewletê Tûrkîaê û Îranêye zordar azayî û serbestîya kurda jê stendine, dixwezin wana lap mehrûm bikin, ruhê wanî miletîê bitemirînin. Îro ew zordarî û zulmkarî hindava civata kurdada diha giran bûye. Û xebatê nûrdarê mezine kurdzanîê gelekî nezîkî ruh û sewdê wan ewledê civata kurdane, ê ku qeleça xweykirina nav û namûsa miletîê, destanîna extîarîê miletîêda xûna gevez dirêjin.

 

          Heykelê X. Abovyan ber mal-mûzea wîye li Kanakêrê. Ev heykel sala 1913-a A. Têr-Marûkyan çêkirîye.

 

          Navê X. Abovyan nemirîye. Wî navî berê pêsîn civata wî zêndî diparêze, ya ku bi saya qeydê sovêtîê mecala daxulqandina miletîê stendîye, usane, pêra jî ya qedirgirtina qîmetîê xweye medenyeta miletîê, fikirdarê xweye miletîê.

 

          Navê nûrdarê mezin wetenê wîda danîne ser bajarekî nuhî bedew li serfêza Êrêvanê. Ew nav înstîtûteke Êrêvanêye here kivs, ya pedagogîê kirine. Kûçeke Êrêvanêye  merkezîye here kaw bi navê wî tê naskirinê, serfêza kîjanêda heykelê wîî mezin danîne. Navê Abovyan li mektebêd rêspûblîkaêye here eyan kirine. Li mehela Êrêvanêye Kanakêrê, mala kal û bavê Abovyanda, li kîderê nûrdar zarotya derbaz kirîye, mûzêy wekirine. Pêsberî mal-mûzêê heykelekî wîî herî kaw danîne. Li mûzêa edebyetê û îskûstvaêye ser navê Ê. Çarênç arxîva Abovyan heye. Hukumeta Ermenîstanê prêmya û mêdala ser navê Abovyan kivs kirine, kîjana didin wan kesa, ê ku nava dereca ronkayê, xwendina civatîêda emekê layîq dirêjin. Û, kutasî, navê nûrdarê mezin, emekê wî her wa bi hem civatî tê hildanê û sêkirandinê, çaxê sersalî, rojê hobêlyanîêye kivs emirê wira girêdayî tenê ortê. Sedetîke qedirgirtina navê wîye here nuh ew yek hesab dibe, ku 175-salya roja bûyîna wî hate kivsê û bi goveka hemtifaqîê.

 

          Bîranîna ewledê civata ermenîayî mezin tistekî ezîz û zyaretîya bona civata kurda, hindava medenyeta kîjanêda ewî bi helalî qulix kirîye. Û bîranîna wîra emirê civata kurdaye medenyetê kese grêdaye: înstîtûta ser navê wî gele ewledê civata kurda xilaz kirine û gelek jî îro têda dixûnin. Mûzîa edebyetê û îstkûstvaêda çawa tiberk xebatê Abovyanê kurdzanîê têne xweykirinê.

 

          Mal-mûzêa Abovyanda jî derecê tevgrêdana wî û civata kurdaye dostîê têne ber çava. Li vira sikilê sikilkês Lyûdvîg Fon Maydêle “Abovyan nava kurdada” dîwêrda darda kirine, ê ku hesav dibe usa jî xwedanê sikilê “Xaçatûr Abovyan”-e eyan, ê eynîî tek tenê. Abovyan, kitêb destda, orta xortê kurd, mêrê kurdaye navsereda sekinîye û wanra qise dike. Ew bi heyr û hijmetkarî, bi hizkirin û hewaskarîke mezin li dost û mêvanê xweyî ezîz dinhêrin. Ser dîwarê mal-mûzêê ev xebere nûrdar bi herfê mezin kaw nivîsîne: “Cara pêsin ez ji kurda hîn bûm, wekî dereca herî giranda jî meriv dikare serbilindbe”, “Em kurda dikarin hesavkin, syar, aspêtê rohilatê bi fikira wê xeberêye tam”. Me li vira kitêba miletzanê kurdî eyan Emînê Evdale “Deba kurdê piskavkazê” dît, kîjanêda ewladê civata kurda bi hizkirin xebatê wîye kurdzanîê qîmet dike.

 

          Oçêrkê X. Abovyane Terîqîê-miletzanîêye “Kurd” û “Êzdî” cara pêsîn tercimeyî kurdî dibin. Bi hesabhildana kemala wan xebataye ulmîê tercimekirina van oçêrkê nûrdarê mezin tistekî lazim û ferze. Û, ez, çawa ewledekî civata kurda, xwe bextewar hesab dikim, wekî ev suxulê kêrhatî para min ket. Min bi hasîneke bextewarîê, bi xofkêsîke zyaretî ev suxul kir, çawa qedandina borcê merivayê hindava nûrdarê mezinda. Hesîneke mayîne xwes jî bi wê texmînkirinê bedena min hildgere, wekî xwendevanê kurda bi goveka diha fire wê virhada  xebatê Abovyan bixûnin, ew jî bi zimanê zikmakî.

 

Wezîrê Eso