Kurtejīyan
Makale Pirtuk Kurtecīrok Ekonomī Resim

 

 

 
Navarok
Ferheng
 

 

 

 

Redaktorê berpirsiyar: Doktorê zanistiya mêjûyî,

profesor Sekroyê Xudo Mihoyî

 

Redaktorê rêz û nivîsa wergera kurdî: Doktorê

zanistiya fîlolojiyê, profesor Heciyê Cindî

 

Namzetê Zanistiya fîlolojiyê,

doçent Kinyazê Îbrahîm

 

 

Abovyan Xaçatûr: Afirandin/ nivîskar

Kurd Êzîdî. Ji zimanê ermenî wergerandin û xwediyê pêsgotinê:

Wezîrê Eso. Wêne: F.G. Afrîkyan. Erîvan, Hayastan 1986, 136 rûpel.

 

Ev berevok bi navê “Kurd Ezîdî” hatiye çapkirin. Ev pirtûk ji hêla hîmdarê vêjeya nûjen a ermeniya sedsala 19 an û dost û dilxwazê gelê kurd Xaçatûr Abovyan hatiye nivîsandin û cara pêsî ye ku ji zimanê ermenî wergera zimanê kurdî bûye. Di van afirandinên gelêriya dîrokî de gelek pirsên dîrokî, tore û edetên rizma civata kurd bi zanyarî sîrove û mak dike. Di pirtûkê de nimûneyên  di zargotina civata kurdan de cih girtine, yên ku ji hêla vî mirovî ronakbîr ve ji zar û zarbêjên kurd hatiye hildan û çap bûye.

 

- Pirtûk bi pêsgotina ku jiyan û xebata kurdzane Abovyan sîrove dike dest pê dike.

Ji hêla wesanên “Hayastan” wergerê kurdî buye, Erîvan 1986.

 

 

 

 

Du Gilî

 

          Beyankirin û wesandina serkanî û bîrûbawerîyên derheqa dîrok, ziman, wêje û bajarvanîya kurdan pirseke kurdzanîya herî pêwist û rojane ye.  Pêwîstî û kêrhatina xebata bi vî coreyî pêve girêdayî, mixabin ji hêla gelek pirsên kurdzanîyê ve li hêvîya sîrovekirin û vekolina zanistîya heralî ne. Û eger em bala xwe bidine vî karê ku, ji tevayîya kurdzanîyê re pêwîst û kêrhatî ye û pêre jî girêdayî borc û xebat dikeve ser pista kurdzanên li cî û warên cuda-cuda. Em dibînin ku beyankirin û wesandina serkanî û bîr û bawerîyên bi zimanê ermenî dikeve ser sanê kurdzanên ku vî zimanî serbest dizanin. Bê minet em dikarin bêjin ku serkanî û dîtinên ermenîyan karin bibin riknekî gelekî giranbûha ji bona kurdzanîyê, xasma bona diroka kevin.

 

          Ev pirtûk “Kurd - Êzîdî” bi xwe bi nirx û pêwîstiya xebatên nivîskarê ermeniyên mezin û hizirvanê pêsketî Xaçatûr Abovyan hatiye amadekirin û nivîskar û endamê nivîskarên Sovyetê Wezîrê Eso ev pirtûk wergerandiye zimanê kurdî.

 

          Di nîvê pêsiya sedsala 19 an de derbarê kurdên êzidî nivîsara xebata zanistî bi xwe bûyerek û qewimandineke xuya û berbiçav e. Xwendevanên ûris û ewrûpa bi saya van xebatan agahdariya xwe di derbarê kurd û Kurdistan de berfireh kirin. Ji bo wî nivîsandin û wesandina xebatên derbarê civata kurdan, tenê bi xwestin, hezkirin û dilxweziya Abovyan re naye girêdan. Bûyerên dîroki yên wê demê, pêwendî û têkiliyên Abovyan û avahiyên wê demê askere dikin ku wekî nivîsandin û çapkirina van xebatan diviya  ew bersiva gelek pirsan bidana. Dîsa bi vê pirsê ve girêdayî em dikarin bibêjin, ne tenê diqewime ku nirxa xebata Abovyan ya “Kurd - Êzidî” bi encama wan ve ne girêdayî ye û êdî ev xebat diviya ku bas bihata meydanê. Civata kurdan, bi temen, serbilindî, rabûn û rûnistin û bi serkariya xwe ya azadiyê bi awayekî wisa hat rojeva dinyayê ku ew êdî nikaribû bihata ji bîr ve kirin. Pirsa kurd û Kurdistanê di peywendiyên dewletên mezin de berêva bû pirsa herî pêwîst û ferz. Bi vê yekê re girêdayî diviya ku merivên rojhilatnasên wê demê bersiva gelek pirsan bidana: Kurd kî ne, kengê hatine meydana dîrokê? Ev bi ziman û bajarvaniya xwe nêzî kîjan civata rojhilatê ne? Ew bi çi cûre hikum û desthilatî li ser rojhilata nêzîk û navîn dikin? Mebeste wan ya wê demê ew bûye ku bi tevayî kurd û Kurdistanê bi xwendevanên xwe bidine nasandin. Xebatên Abovyan ku em raberî xwendevanan dikin, xut (ne kêm ne zêde) ji wan xebatan e. Abovyan bi awayeke berfireh û kûr, bersiva pirsên derbarê afirandin, ziman, ol û rabûn û rûnistina kurdan nedaye pêsiya xwe. Abovyan pêsekaziyê wê pirsê nebûye û diyar e ku hizir û bîreka wisa nedaye pêsiya xwe. Ev tist di vî xebatê de yan jî sirovekirinên nerast û durust divê bi hebûna kêmasî ve were girêdan.

 

          Eger mirov bas balê bide ev xebata Abovyan, dibîne ku ew hizirkiriyê kurd û Kurdistanê bûye. Nirx û qiymeteke herî bilind daye mêr û mêraniya kurd û delalî, kubarî û xerêqiya jina kurd. Bi vî awayî dema mirov bala xwe dide xebatên Abovyan, mirov bê çetinayî têderdixe ku wekî ew pismamê kurdan bûye. Lê belê kêmasiyên wî yên aliyê zanistî, gilî-gotinên ku derbarê kurdan hatine gotin, nêzik tenglênerîna wê demê bûne û ev bi hîç awayekî jî nikare bi Abovyan xwe ve were girêdan. Ew ji gelek aliyan ji bîrewerên (fikirdarên) wê demê gelekî pêsdetir bû. Xebatên Abovyan derbarê nav û êra (payedaniya) qebîlên kurdan, rabûn û rûnistina kurdan û têkiliyên di navbera qebîlên kurdan de gelekî agahdariyên kêrhatî didine me.

 

          Wergerandina van her du xebatên X. Abovyan karekî gelekî kêrhatî ye. Bi vê yekê re jî wergerandin û amadekirina wan karan ne hêsan e. Ev kar tenê bi destê mirovekî wisa ku karibûye bi rastî û durustî, bi zanetî naveroka wan bihêne ser zarê kurdî, hizir û navan siro û mak bike. Ew erk û barê ne hêsan rastê Wezîrê Eso hat ku ev ne cara yekem e karê wergera kurdî dike.

 

          Wergerandin û wesandina xebatên nivîskarên ermenîyên naskirî yên dinê ku têkiliyên wan bi civatên me re çêbûne, merivhiz û înternasyonalîst ên hemdemiyên me ne.

 

          Ew parekî pismamtiya civatên me ye ku wekî Abovyan û yên mîna wî ked li ber rêtine, di dirokê de bi tîpên zêrîn ciyên xwe girtine.

 

SEKROYÊ XUDO MIHOYÎ

Profesor, doktorê zanistiya mêjûyî