![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
![]() |
Hinek gotin |
Kecika bicuk û ala tirkan |
Sêpecûk |
Gom |
Navarok |
Ferheng |
Resim 11-20 |
Resim 21-30 |
Resim 31-40 |
Resim 41-50 |
Resim 51-60 |
Resim 61-70 |
Resim 71-80 |
Resim 81-90 |
Resim 91+ |
Gere kar bike Hemû sîrket gere kar bikin ku karibin demek dirêj bijîn. Hinek sîrket bi îmkanên xwe xwe îdare dikin, lê hinek jî ji derve alîkarî distînin.
Encam (kar û zirar) Ger hatin di nava demek bewlîkirî de ji mesrefan zêde be tê wê manê ku sîrket bas diçe û kar dike. Ger Xwediyê sîrketê difikire ku sîrketa wî bas diçe wê demê bi kar e. Xwediyê wî biryar dide ku ka sîrketê bidomîne jê re bas e yan na.
Ger mesref di nava demek bewlîkirî de ji hatinê zêdetir be wê demê zirar e. Lê belê kare ev zirar ji bo demek kurt be û pasê derbasê karê bibe.
Kar û zirar Hatin – mesref = kar an zirar
Sermiyan razandin
Investments 1. Gelek sîrket îhtiyaciya wan pereyên karê heye ji bo ku karibin ji tistên nû re sermiyan razînin. Meriv naxwaze xwe girêdayiyê sermiyandaran bêle, ji wan deyn bike û makîne, mulk bistîne. Kara sîrketê çiqas zêde bibe ewqas sermiyana xwe ya nava sîrketê zêde dibe.
Rezerv
Reserves 2. Pereyên karê zêde be tê wê manê ku sîrket xwediyê rezerv e. Dema sîrket di pês de zirar bike karibe jiyana xwe dom bike. Ji aliyê din ve sîrket carna dixwaze sermiyan ji projeyên bi rîsk re razîne. Ev sermiyan razandin ji bo demek kin kare zirar bîne, lê ji bo demek dirêj kare karek gelek bas bîne. Ji bo wî pere her tim di dest meriv de be bas e.
Faîz ji bo sermiyana
ku ketiye sîrketê
Return om capital 3. Ji bo hemu cûreyên sîrketan kar wek faîz ji bo sermiyana ku xwediyên wan razandî ye. Xwedî sermiyan weha difikire: Ger min sermiyana xwe bikira bankê minê jê çiqas faîz bigirtana bê ku wî rîsk bigirtana çavên xwe.
Kar ji bo rîskgirtinê
Risk premium Xwediyên sîrketan gere kara ku ji bo rîsk girtine ber çavên xwe jî hesab bikin. Rîsk heye ku kar û xebata ji bo sîrketê dikin bîlesebeb here yan jî pereyek hindik kare bikeve destên wan, ji faîza xwe ya sermiyana xwe bimînin, an jî karin hemu sermiyana xwe hunda bikin. Ji bo wî meriv kare ji sermiyana ku dikeve sîrketê re bêje sermiyana birîsk.
Mizd (meas) ji bo
karên ku pêk tînin
Compensation for
effort 4. Ji bo xwediyên sîrketan kar wek meas ku ji bo sîrketa xwe xebat kirine û bi vî measê karibin baca xwe bidin.
Hatin ji bo xebata
ku hatiye kirin
Revenues-accruals Beja hatinê tê wî manê ku sîrket ji xizmeta xwe di nava demek (peryodek) pere qezenç kiriye mesela di nava salek de. Meriv kare hatinê weha jî terîf bike. “Ew mizd (meas) ku ji bo xizmeta ku di nava salek de hatiye kirin.
Ji xizmeta ku hatiye kirin firotana mal an jî xizmet (paqijî, boyaxkirin û hwd) tê fêhmkirin. Bes e ku sîrket xizmet kiriye, mal firotiye û ew pere heq kiriye. Pêwîst nine ku pere hatiye dayîn an na. Bi eynî hawayî her pere hatin nayê wî manê ku xizmetek pêk hatiye. Hinek pêsin didin ji bo karek pês de bê çêkirin. Ev pesinat dema xizmet bê cih hê dibe hatin.
Mînak 1 Sîrketa Begzade xwediyê xanî û qatxaniyan e û wana dide kirê. Hatina ji kirê mehê 27 000:€ e. Di nava meha kanûnê (meha 12) 1997 an de ji kirê 33 000:€ hatiye. Ji vana 6 000:€ aîdê kirêya çile (meha 1) 1998 e. Ev 6 000:€ aîdê sala 1998 an e û gere ev hatin ji sala 1997 an derkeve û têkeve nava 1998 an.
Mesref- mal û xizmeta
ku hatiye bikaranîn
Costs-sacrificed
Resources Ji mesref, mal û xizmeta ku di nava demek de hatiye bikaranîn tê fêhm kirin. Mesela malzeme û malên hazir, keda karkeran, telefon, malzemeyên buro, reklam, demirbas, makine, kirê û faîz. Yanî van mesrefên ku di nava zemanek de hatiye xerckirin. Pereyên vana kengê hatiye dayîn ne meseleye.
Peryodkirin
Accrual accounting Hinek xizmet di demek kurt de tê xerckirin, mesela xebat telefon û tenê dimîne vana di demek de bê periodkirin. Hinek mal û xizmetên din di demek dirêj de tê xerckirin, mesela makineyên buro, erebe û alet, ji vana re bi tevayî mulkên Mîrî (demirbas) tê gotin. Ji bo vana gere meriv hesab bike ka çend sal jiyan dikin û çend sal ji bo sîrketê lazim e. Mesrefên ji bo alet û makinan gere meriv bi çend salan pay bike li gor jiyana vana.
Mînak 2 Sîrketa MED TV bi 54 000:€ makine û kameran di 1996 an de sendiye. Jiyana makina û kameran ji bo 5 salan hatiye hesabkirin. 54 000 di sala 1996 an de hatiye dayîn, li belê ev mesref gere ji bo 5 salan bê parve kirin.
1996 1997 1998 1999 2000
Pere dayîn 54 000
Mesref 10 800 10 800 10 800 10 800 10 800
Mehandin, kevnbuyîn
Depreciation Mesrefên ku ji makinan û aletan ji bo peryodek tê xistin eynî nirx û qiymetên ku ji makinan kêm dibe. Mehandin kare bi navê “jêxistin” bê bi nav kirin û di bilançoya kar û zirarê de xuya dike.
Jiyana ji aliyê aborî
Economic life Meriv jêxistinê li gor planek çê dike. Ev plan girêdayiyê ew makine yan jî alet çend salan ji karên aborî de kare xizmet bike.
Plana jêxistinê
Depreciation
schedule Li jêr ez cetvela çend planên jêxistinê nîsan didim. Ev cetvel ji bilançoya sîrketek hatiye girtin:
Zemanê Jêxistin
Jêxistinê %/sal
Xanî 15-25 sal % 4-7
Makineyên afirandinê (Production) 5-10 sal % 10-20
Makineyên buro û alet 5-10 sal % 10-20
Erebe û aletên wan 5 sal % 20
Data (Computer) 3 sal % 30
Jêxistin cûreyek pere
civandin e Meriv kare bêje ku jêxistin cûreyek pere ji karê xistin e û ev kar ji bo ku makîneyên nû bê sendin dema yên kevn xilas dibin. Ji bo jêxistinê tu pereyek nayê dayîn, lê pere di sîrketê de dimîne û meriv ji bo sendina makîneyên nû bi kar tîne. Dema buhabûn çê bibe van jêxistina qîmê fieta makîneyên nû nake.
Mal xerckirin
Cost of goods
sold, cost of sales Mal û malzemeyên ku tên sendinê jî gere bê periodkirin, ger ew hemu nehatine xerckirin. Meriv gere mêzeke mal û malzemeyên ku di serê peryodê (serê salê) û di dawiya peryodê (salê) hene hesab bike. Tenê malên ku hatine xerckirin nirxa wan bê hesabkirin.
Mînak 3 Xwiska Zelal xwediyê dikanek tistên dîyarî ye. Wê di nava salek de 83 340:€ mal sendiye. Di dawiya salê de malên ku di depoyê de mayiye nirxa wan 13 880:€ e. Zelal gere nirxa malên depoyê di serê salê de jî hesab bike ku hesab rast bibe. Di serê salê de jî 12 520:€ mal hebû.
Malên depoyê di serê salê de 12 520
Malên ku di nav salê de hatiye sendin +83 340
Nirxên mal bi tevayî 95 860
Malên depoyê di dawiya salê de -13 880
Mesrefên malsendinê yê salê =81 980
Faîza deyn
Interest payable Gere faîza sîrketê jî bê periodkirin. Faîz û deyn pirê caran di pey re tê dayîn. Di dawiya salê de kare faîza meha dawî nehatibe dayîn. Pêwîst e sîrket faîza ku nehatiye dayîn wek mesref hesab bike.
Mînak 4 Sîrketa Qerecdax transport ji Çînê baharat îthal dike û dike konserve. Sîrket her daîm mecbûr e pere pêsin bide ku ji bo mal bistîne. Ji bo vî sedemê sîrket ji bankayê 91 600 € deyn dike. Faîza deyn % 14 ye û her ses mehan carekî gere bê dayîn. Wekî din jî gere her car 2 400 € deyn jî bê dayîn. Deyn û faîz bi hevre carek di 31 ê Edarê û carek jî di 30 Îlonê de tê dayîn.
Di nava salê de faîz carek 6 412 û carek jî 6 244 €, yanî 12 656 € hatiye dayîn.
Faîza salê weha tê hesibandin.
Çile-Edar 14 x 91 600 x 3 = 3 206
100 12
Nîsan-Îlon 14 x 89 200 x 6 = 6 244
100 12
Cotmeh-Kanûn 14 x 86 800 x 3 = 3 038
100 12
Faîza salê wek mesref = 12 488 €
Sîrove li ser mesrefan
“Mesrefên biçûk bikolîne! Qulek biçûk kare pasê gestiyek binav bike!”
Benjamîn Franklîn
Di aliyê aborî de
zêdekirin pêwîst e
Surplus to survive Sîrket gere faaliyetên xwe plan bike ku di aliyê aborî de zêde bike û butçeyek li ser tîcareta xwe çike ku firotana wî ji mesrefan gelek zêdetir bike. Sîrket gere kar bike ku karibe jiyana xwe dûr û dirêj dom bike. Ger kar baS neçe dema pasê meriv nikare pereyên mesrefên xwe bide. Meriv ji vî rewsê re dibêje sîrket nikare deynê xwe bide ku viya riya îflasê vedike.
Tedbîr
Procedures Di demek dirêj de rewsa sîrketek bas nemese pêwîst e sîrket bê girtin ger meriv tedbîrên nu negre. Tedbîrên esasî ev in:
Musterî qerar dide
Customer choise Van guhertinan hesan ninin. Fiet zêdekirin gere ji aliyê musteriyan ve qebul bibîne. Sert ew e ku gere di qalîta mal de guhertin çêbibin.
Efektîvîteta
hundirî û derve
Internal and externa
Efficiency Ji efektîvîteta hundirî viya tê fêhmkirin ku sîrket gere malbûna produkttekî bike herî hindik. (Rasyonel=praktîk, hedefek bewlûkirî)Ji efektîvîteta derve: Sîrket malê ku difrose gere li gor taleba (daxwaza) musteriyan be. Yanî mal ihtiyaciya musteriyan bîne cih)
Ihtiyaciya musteriyan
bîne cih
To fulfill
customer needs Ji rekabetvanê xwe bastir mal arz bike. Ger ihtiyacî û sertên jiyanê guherîn gere li gor van malê xwe biguherîne. Mesrefên daîmî çawa tê xistin. Kapasite
Di sûna ku mesref
bixîne- kûr û xurt
bifikire Meriv çawa dikare hem mal zêde çêbike û hem jî mesrefên daîmî kêm bike. Ji bo fikrandinek kûr û gireh pêwîst e. Meriv çawa dikare hem fiet zêde bike û hem jî musterî viya qebûl bikin.
Sîrovekirin li ser tedbîrên ku sîrketê bastir bike
“Fantazî ji zanyariyê grîngtir e.”
Albert Einstein