KurtejÓyan
Makale Pirtuk KurtecÓrok EkonomÓ Resim

 

 

Gom

 

DI GOMÊ DE GERILLA Û KURDÊN CEHS

 

Di gomê de jiyandin zehmet e. Ciyek piçûk û bê hes e. Çimkû gom ji çend malan yan jî ji yek mal pêk tê. Hem eskerên dewletê û hem jî gerillayên PKK karin her dem bavêjin ser gomê û her wiha daxwazên xwe bi wan bidin qebûlkirin. Lê wê derê çi biqewime xebera kesî jê nabe.

 

Gundiyek ji gundê Licê ji herema pêsê kevir tê li biniya gundê Diwêlê xaniyek çêdike û li wê derê bi cih dibe.

 

Ev meriv ji bo ku lawê wî di nava gerilla da cih girtiye mîsîl û gerilla diçin mala wî û tên. Lê di gundekî cîranê wan de cehs hene. Wan cehsan têkilî          bi vî malê ra datînin ji bo ku ew dizanin gerilla tên wî malê û diçin.

 

Rojek tên teklîfa çekdanînê tînin û dixwazin bi mîlîsên PKK re ji bo vî meselê têkilî deynin. Wê demê jî dema civandina yarmetiyê ye û PKK bi riya mîsîlan ji gel pere dicivîne. Van mîsîlên ku tên vê gomê bi rehetî tevî çenta peran tên jo bo ku ew bi xwediyê malê bawer dikin. Di hundir de xeber didin û bi hev dikin ku dê hemû cehs çek deynîn!

 

Demek pasê hemû bi hevre tên derve û ji hev xatir dixwazin. Dema ji hev diqetin cehs dest davêjin çekan û li misîlan diresînin. Her sisê mîsîl jî tên kustin û keçika xwediyê malê baz dide û çenta peran digireû direve. Lê belê ew jî xilas nake.

 

Ew mesele bi rastî çêbûye û her kes bi awayek behs dike. Min çend aliyan guhdar kir û wiya pasê nivîsand. Li lê vî meselê zêdekirin bi vî awahi ye:Hinek dibêjin ku xwediyê malê hem bi cehsan û hem jî bi mîlîsan re têkilî daniye û buye sirîkê peran jî. Lê wê demê hundakirina jiyana qîza xwe nedayiye ber çavan. Di ser de lawê wî  jî li çiyan di nava gerilla da ye. Evqas tevlihevbûnek  ecêb di gomek de, di malek bi serê xwe de kare rehet bikewime. Tirs heye, zilm heye û çare tune! Dema kontra-gerilla ku destên wan ji aliyê dewletê serbest hîstine û talan û berjewendî (menfeet) jî di ser de, ew dem kê karibûn pêsiya qatilan bigirtana? Kî ew roj biketa destên wan ew pas ve nedihatin.

                     

Em cardin werin ser meselê.

Dibên ku xebera dewletê jî, jê vî planê hebuye ku leskeran eynî di wê demê de der û dora wî heremê girtine û wext jî êvar buye, kesê bernedane wê derê. Qetilkirin ji xana dewletê re û pere jî ji cehsan re! Dewlet qatilan bi vî awayî bikar dihaniyan.

 

I bo min jî ev meraq çêbû ku ka yek cehsek were û bixwaze çek deyne gelo meriv çi dike? Meriv bêje na nabe! Û wek misîlên PKK jî nabe! Li gor min gere wan cehsan bêçek an jî hemû fisekên wan ji wan bisendana, li ciyek daniyana heta ew bighîstana ciyê xwe. Baweriya bi safîtî jiyana meriv re dibe mal.

 

                                                                                                

                                                                                                 Seid Guven  

                                                                                                 2004-10-28

 


 

 

Makale ê din:

 

Feynter

Hinek gotin

Kecika bicuk û ala tirkan

Sêpacûk