Kurtejīyan
Makale Pirtuk Kurtecīrok Ekonomī Resim

 

 

Hinek gotin

 

Kel Ezîz, paketçî sehmuz, lastîk Elî, Kor Cemîl, hos hos Emîn.

 

Xeberek bê sîrove di sala 1988 an de dema Kurdên Basûr li Kurdistana Bakûr

mihacir (penaber) bûn 8 balafirên Îsraîlê xwarin barkirin anîn lê Amêde danîn.

Ji yek welatek Îslam alîkarî nehat!

 

SE SEYÎ NASDIKE

 

Du mamosteyên jin ji Îskenderûnê tên Fuma Licêç Elî beg ji wan re xanî dibîne û wekî din jî alîkariya wan dike. Rojek tên mala Elî begê dibin mêvan. Diya Elî begê

Meta Îmî dipirse:

- Layên min tu vana jê kêderê nasdikî?

- Dayê bavê van jî zabitê belediyê ye, ez lewma wan nasdikim.

- Lê tu dibêjî ew ji Îskenderûnê ne tu çawa dikarî bavê wan nasbikî?

- Se seyî ji kiderê be nas dike!

 

ÇÎROKÊN NEFÎ BEG

 

Min bi pênc kewan ve danî, ez çûm min mêzekir 4 kew li erdê ne û yek xuya nake.

Tu nebê saçmeyek dayiye pey kewek li derûdora deviyê dibe û tîne. Pasê saçme gihîstê kê û wî qeliband xarê.

 

Teyarek hat nizm di ser me re diçû û kewa ditirsand. Min tifing pê ve danî û balafir

kete xwarê. Min di cih de kire binê heriyê. Di pey re balafirek din hat lê geriya geriya

lê belê tistek nedî û çû.

 

Me texîyek ji Elezîzê girt û di saetek de em gihîstin Lîcê. Awa nebûn Elî beg? (Elî beg birayê wî ye) Elî beg dibêje herê begim. Te hema awa dajotin ku di ser vîrajan re

difiriyan li aliyê din diketin.

 


 

 

Makale ê din:

 

Feynter

Kecika bicuk û ala tirkan

Sêpacûk

Gom