KurtejÓyan
Makale Pirtuk KurtecÓrok EkonomÓ Resim

 

 

KEÇIKA BIÇÛK  Û ALA TIRKAN

 

Rojekî ji edarê sala 1981 ez li hewsa mehkema eskeriyê li ser bankê (kursiyê bi texteyê dirêj)

di nava du eskeran de rûnistime. Çend bankên weha li beramberê mehkema eskerî hebûn. Ez

li wê derê li hêvîya mehkemê me ku bangî min kin. Li kêleka min keçikek 15 salî di navbena

du eskeran de rûnistîye. Keçik gelek xwesik bû. Bejna wî zirav û narîn bû. Di her du suretên wê yê spî de du gloverên wek sêva sor çê bûbûn. Çavên wê  sînek bi rih û porên wê sor bû û bi du kezîyan hatibûn honandin.  Çavên wê bi merak li der û dora xwe mêze dikir. Hinek heyecan pêre hebû ji bo ku wê nizanibûn ka dê çi bê serê wê.

 

Min awirek bi ken da wê. Wê jî li min mêze kir. Lê tu mecal tunebûn ku ez pê re xeber bidim. Tëkilî bi her awayî qedexe bûn. Li kêleka min çawîsek hebûn; haya wî ji kirinên rejîma eskerï zêde tunebûn. Ew bi xwe ji Îstenbolê bûn û di qereqola cendirman ya merkezî de deqtîlo dinivîsand. Ji bo ku kes tunebûn min bînin mehkema eskerî wezîfe dan wî û du hevalên wî ku bi mînîbusek min anîn mehkemê. Çawîs pir meraq kir û ji eskerê ku li kêleka keçikê rûnistibûn pirs kir:

 

-         Ev keçik çend salî ye?

-         15 salî.

-         Ji bo çi we ev keçik girtîye?

-         Keçik di dibistanek Mêrdînê de ala tirkan sewitandiye û dozger (sawcî) jê re 30 sal ceza dixwaze.

-         Ez di gora bavê dozger nim! Ji bo çi ji keçikek wisa biçûk re cezayek wiha giran dixwazin? Li bazarê pir al hene û mirav kare bi 25 lîrayê alek bistîne û têxe sûna wî. Heyf nine ku keçikek wiha teze ji bo perçeyek çapût bi salan di hefsê de birze.

 

Ez di ber xwe re fikirîm ka ev desthildarê tirk ji bo çi ji bo perçeyek çapût ewqas qîyamet radikin! Al bê rih e û însan bi can û rih e. Wisa xuya dike ku ew desthildarê tirk bi hezar salan e ku xwe di nav ser de dibînin û ji medenîyetê nasîbê xwe bi tu awayek nesendine.

 

Demek pasê bangî keçikê kirin, birin mehkemê û ez li wê derê mam: Hinek pasê min dît ku keçik ji mehkemê derket û wê birin avêtin nezaretê. Min êdî dizanibûn ku keçike tewqîf kirin.

 

Mehkemê min jî tewqîf kir û min avêtin zîndanê. Li vir ez naxwazim derkevim derveyê meselê û behsa xwe û zîndanê bikim. Ez cardin bizivirim ser mesela keçika kurd a biçûk. Min keçik bîr ve kir û ez êdî bilîyê xwe bûbûm. Di nava zîndanê de qawûsek zarokan çêkiribûn û bi wan heta êvarê telîma eskerî dikirin û bi sedan mersên sovenîst didan ezberkirin. Tu his û aqil di serê wan de nedihîstin. Tenê qawûsa zarokan na, tevayîya zîndanê bibûn ciyê lêdan, eskence

û qêrîn. Qasî pênç deqîqe jî mirov rehet nidiman. Min texmîn kir ku keçik jî di nav vî programa zarokan da ye.

 

Çi tesaduf ku ez û ev keçik di eynî rojê de jî em hatin berdan. Pistî ses mehan qerarê tehlîya min dan. Lê min kîjan roj berdidin kêfs nebû. Karibûn mirov di nava hefteyek de yan jî 40 roj pasê berdin. Pistî 20 rojî êvarek hatin bangî min kirin û min ji qawisê  derxistin. Li ber deriyê qawisê têr li min xistin û ji min re gotin ”tu carek din werî têkewî vir emê te bikujin”! Bi van tirkên mîlîter ve tu fikrên însanî tunebûn. Min di ber xwe de got ”Tu dibê qey ez bi xwe hatime vir”!

 

Min anîn di salonê re derbas kirin û birin salonek biçûk ku nêzî derî bûn. Li vir me gelek dane sekinandin. Hem ji me tistan dipirsiyan û hem jî li me dixistin. Di navê de çavên min bi keçika 15 salî ket. Min dît ku rengê wî çûbûn û bibûn wek gulekî çilmisî. Zeîf wek estî û post mabûn. Ser û çavên wê spîçolkî bibûn. Bê rih û can mabûn. Dema wê xeber didan min zanibûn ki his û aqilê wê di serê wê de nemabûn. Zabit (teymen) jê pirsî:

 

-         Tu dizanî tê kuda herî?

-         Na!

-         Mirovên te li Dîyarbekirê hene?

-         Na, kesek min nîne.

-         Tu dizanî herî mêrdînê?

-         Na, ez nizanim mala me li ku derê ye.

-         Pereyên te hene?

-         Na.

-         Em nikarin alîkarîya te bikin, imkanên me tunene. Here der belkî mirovên te li der ve hêviya tene!

 

Merivên wê li derve tunebû. Çimkî wan nizanibûn ka qengê wê berdidin. Min wê demê pir xwest ku min jî hema di cih de berdin ku ez alîkarîya wê keçikê bikim. Lê mixabin wê berdan û min hê demek jî li wê derê hîstin.

 

Dema ez berdam rojek ji payizê êvarê saet heft bûn. Min çavê xwe hem li polîsan û hem jî li keçikê digerand.  Çimkû car hebûn polîs dihatin mirov digirtin û dibirin eskencê û pasê cardin davêtin hundir. Yanî di derîkî de berdidan û derîkî din de davêtin hundir. Lê belê ne keçik û ne

 jî polîs hebû. Ez çûm li mînubusek siwar bûm, di mînubusê de jî keçik tunebû. Lê sofêr stranên kurdî dabû ser. Ez kelegirîno bûm. Ji me 20 mîtro wêde di zîndanê de di bin eskence û zilm de mersên sovenîstên tirk û li derve helbestën kurdî bi dengekî bilind lêdiketin. Du dinyayên cihê li ber hevûdu bûn. Yek jê, jiyanek azad, dilxwesï û bextîyarî dixwestin û aliyê din jî,  ji derveyê însanetîyê bi zilm, eskence, kustinê dixwestin gelê kurd ji ortê helînin.

 

Keçik çûbûn. Kesek nehatibûn pêsiya me, li ber zîndanê kes tunebû. Lê min fêhm nekir ka

çi pê hat!

 

 

                                                                                               Seid Guven

 


 

 

Makale ê din:

 

Feynter

Hinek gotin

Sêpacûk

Gom