Kurtejīyan
Makale Pirtuk Kurtecīrok Ekonomī Resim

 

 

 
Navarok
Ferheng
 
 

 

Kesîs Polo

 

          Nivîsarnasîê cilda efirandinê X. Abovyane 8-da derheqa kilama Sêx-Mîrzada wa hetîye nivîsarê:-Xênji vê kilama êzdya, derheqa Kesîs-Poloda usa jî qisa ermenîaye civatê heye, kîjan bi sala hatîye gotinê, hatîye gihîstîye berevkirê zargotinêyî mezin û zanyar Garêgîn Sirvanztyan, kîjanî yalê xweda ew çap kirîye kitêba xweye “Hinos êv norosda”. Ji pêsxebera bona qisê eyan divem wekî ew sala 1852-a hatîye nivîsarê, dêra Mûsêye Sûrb Arakêlosda, ji alîê folklorzan Poxos Tovmayansda, gilî kirîye kesîs Sîmêon- ji gundê Sasûnêyî Kacaranê. Orta qisa ermenya û kilama êzdyada tenê cusatya cûrê hildana navê heye: Kesîs Polo bûye Kîsê Polê, Mîrze-axa jî Mîrzik û tistê mayîn, kîjan ryê hukumê zaravada qewimîye. Me lazim hesav kir wê qisê bînin ortê, pakî bi srovekirina serecemê, pakî jî bi xeber-xeber.

 

          Mîrê Sigêrdê û Ridvanê bû Mîrzikê êzdî, kîjan xaçparêzara heyf bû. Bagêsê (Bitîsê-W.E.) dewrêsekî mar bi navê Nebî dima (li sênlika ûsil-giranê), ê ku karoz dikir yanê civatê mayîn bînîn ser ayna dînê mehmedîê, yanê jî xezakin. Û, aha, sala 1820-î ew êrîsî, seferê teskîl dike miqabilê êzdîê Sigêrdê û Ridvanê û ermenya bi sarkerya hakimê Bohtanê Mîr-Mehmed bi 36.000 eskereva. Civatê ermenya û êzdya hewara xwe dikin kesîs Têr-Pozos (kîjanîra digotin Kîsê-Polê û giska pir jê hiz dikirin) û mîr Mîrzik. Poxos helana dide civatê, wê ruhdar dike, wekî heta ruh ber wê heye serke, çimkî ew sere boy azayê û ayna dîn. Civat, ku rind haj mêrxasya pêsîkarê xweyî tirêq hebû, bi guman peyî wî diçe. Ordya ermenya û êzdîaye tevayî (weke 10.000 meriva) buharê serekî bi dijminra datîne, kîjan serekî gele giran bûye. Qisa civatêda derheqa wî serîda hatîye gotinê: “Li wî warî lez, baê bezê sefer kirin, mîna sêrekî hicûmî ser nêsîra xwe beke û mîna teyrekî zûfir Mîrzik û Têr Poxos* êrîs kirin, xwe pêra gîhandin, ketin nava eskerê Mara* mîna alav-agirekî li qamîsa bigre, bisewtîne û mîna ewrê birûskê kirin firtone, rast û çep didanê, dipelixandin, ser serî danîn xarê, nize, rim bedena wanra dikirin, eskerê ordîêyî bijare dikustin, jorda gulor dikirin û serê du egalê kivs birîn, serê nizêva kirin, anîn nav eskerê xwe û li wira, dengê esk û sabûnê ket nava esker û ji wana her kes ruhdar dibû, bi gumana altindarîêye tam, wekî dijminxe, ê ku hêrs û eynata wî rabûbû, dixwest heyfê hilde û bi gef û gur êrîs ser wan (êzdya û ermenîa-W.E.) dikir.

 

          Û ryê hevketina herdu alya û ji agirikirina sîlihê bê hed û hesab ryê roê hate girtin û bi hevxistina cûra, rim û niza hev qir dikirin û mêl dikirin mîna darê mêse, lê dengê tîs û kavana dikirin sîrqîn mîna brûska ewir û ezmana û dengê pêlê bera firtone lê rabûyî.

 

          Gele sehetê dirêj wa derbaz bûn û ne yalê altindar û ne jî yalê altbûyî tê kivsê, çimkî mêrxasya alîkî û pirbûna alîê dinê beramberî hev derdiketin.

 

          Û vê dema here giran sereskerê ordiya bohtanê Mîr Mehmedê mîr, wî mêrê zorî zorbe hespa xweye kihêl rikêv kir, ji serî heta piya resxana hesinî wergirtî rim dêstda, pêsda sefer kir û rast û çep gelek ji alaya ermeniya li erdê raxistin û bi xwe jî silamet gihîste wê tangê, li kîderê Mîrzik bû, çimkî çek-rihalê base lê bûn.

 

          Têr-Poxos li peyî xwe nihêrî wî çaxê dît, wekî suxulê Mar haqa asixê û ew haqa pêsda çûye, evê tê ajot, xwe lez pêra gîhand, û parava ji hespê xweyî qer banzda ser pista sereskerê Mara, parava bi destekî ew qepeçe kir, destê wî sing va guvastin, bi destê dinê soranî (qeme) ji ber pista xwe kisand û patika wîra kir û xûna wî rêt û evê te (Mîr Mehmed-W.E.) rima kustî hilda, hespa wî ya bozî stukurdirêj siyar bû, zengu kir, mîna birûskê çû hewara Mîrzik, ê ku bi mêrxasiya xwe îdî dighîste altindarîyê, ewê mayîn Têr-Poxos qir kirin û kî ket-hemîn ket, kî revî-hemîn revî: Li rûrabê dinî ji hev bela-belayî bûn.

 

          Pakî ê revî, nava kîjanada bûn tivingçîyê peya, xwe li romê sgêrdyara gîhandin, li wira star bûn: eskerê Mîrzik û Têr-Poxos dane du wan, ew gomada kirin nav hesarê, dixwestin wana dîl bigrin, lê evê te bi qursax bi wanra ser danîn, ber xwe dan û çimkî ewana teslîm nebûn, Mîrzik emir kir agir bidin goma, û ê starbûyî zêndî-zêndî li wir sevitîn û bezê wana mîna run helya û çawa cew dikisyan nava çemê nêzîkî û merivê hizûrê ev gisk dîtin.

 

          Altindara talanê eskerê dijmin gisk birin û bi sabûn vegeriyan cî-warê xwe, marê zêndî mabûn diha qursax nekirin meremê xweyî berê bîr bînin û ne jî heyfa vê altbûna mezin hildin. Hukumê Mîrzik mezin bû, navê Têr-Poxos mezin bû û besa zêndîbûna wan saw dikir ser Mara hetanî roja mirina wan (ya Mîrzik û Têr-Poxos-W.E.)”.