KurtejÓyan
Makale Pirtuk KurtecÓrok EkonomÓ Resim

 

 

 
Navarok
Ferheng
 
 

 

Kurd

 

          Hemû alîava, bêfitya, kur ji civatêd here batinîne, ku li welatê orta Feratê û Dêclê û bawarkî tamamîya çyaê ermenîstanê sexvedayî, ji sînorê Îranê girtî hetanî pasalixîêd Qersê, Bezîdê û qeza meye Qerebaxê dijîn. Ewana ji wedê kîr û bîr parî ser gele horda û qabîla bûne, cînarê usa zordestî wana kirine, çawa ecem tirk, ûris; ne edetê xwe, ne ziman, ne wergirtina miletîê, ne deba jîyanê neguhastine. Melûmetîê me derheqa pêsdahatin, esil-esas, cî-war û kemala wê civatêda nava tarîqêda gele bi kêmasî, nerastin û hîmê wan diha zef lêgênd-gotinêd pêsîayê bi zarin, ne ku îzbatîêd tarîqîne, çimkî navê Kurd, çiqa minva eyane, bal tu nivîskarekî qedîmî tune. Diqewime, nivîskarêd ereba û vîzanta jî, ê hêna êrîsê xaçbira dikaribûn derheqa wê civata xweyhurmetda melûmetîêd hewaskar bidana me, lê ezê tenê ser wan îzbatya bisekinim, kîjan nava salnivîsar û kitêbê ermenîye tarîqîêda mane.

 

          Çawa eyane, efrandinê nivîskar, xazma, tarîqzanê ermenî diha layîqî bawarkirinêne, ne ku kitêbê tarîqa civatêd Rohilatêye mayîn, û malûmetîêd, ku ewana didin, hema xût bona wê yekê qîmetlîne, çimkî xeleqetîê ermenîaye miqîm wan civatara hebûne, ku ser wê para Asîaê debirîne, û çimkî tenê wana berê ronkayîa Misrê, Hûnastanê, Hromê û, peyara, Avropaê muhandine, Efrandinê nivîskarê ermenîye tarîqî hela hêna meda jî, dinîa Avropaêye ulmîda bilind têne qîmetkirinê. Ez navê tarîqzanê wî miletîye berbiçav rêz nakim, kîjana derheqa kurdada nivîsîne, lê ezê tenê derheqa wanda bîr bînim, kîjana derheqa melûmetîê her teherî berev kirine, ê ku nava bêhed û bêhesab kitêbada bela bûne û ji wî hemûskî tistekî tomerî hazir kirine, çawa mesele: Çamçyan nava tarîqa xweye Ermenîstanêye bêkisûrda, ya derheqa temamya dinyaê û binelîêd wêda.

 

          Ew nivîskar dibêjin, wekî kurd ji madîya pêsda hatine, kîjan tomerî bi navê Mark eyan bune û wanra gotine kurd, çimkî hêna padîsatya ermenîayê qedîmîda li wî peçê Ermenîstanê debirîne, kîjanîra wê hênê gotine Kordûk yanjî Kord û vê gavê jî eyane bi navê Kurdistan. Hinek dibên navê Kurd ji xebera farizîya Kûrd (qewet, zor), pêsda hatîye, yanê jî ji xebara tatarîye gûrd (gur), ku wê yekê tîne bîr, wekî mola wê civatê ser cerdbasîtîêye. Ji wan hersê nava ê tatarî giska zeftir naê bawarkirinê, çimkî hemû kurd usa tatarî xeber didin, çawa bi zimanê xwe û bi wêra tevayî, çaxê merivê miletê derra xeber didin xwe gûrd hesab dikin û wî navî xwera qe jî tistekî bêhurmetî, qîle hesab nakin. Gotî texmînkin, wekî kurdê niha dûr û nêzîk kerdîge, eskera gele civatê cuda-cudane, kîjan xût wî welatîda bûn, li ku kurd debirîne (derheqa kîjanada nivîskarê jorgotî dibêjin) û kîjana paswextîê ziman, ayîna dîn, wergirtin, erf û edetê wan qebûl kirine û, kutasîê gihîstine hev, bûne civateke... Nivîskarê ermenî wê yekê êpêcê bi bawarbûn siruvedikin. Çamçyan wa dibêje: çaxê xelîfê ereba (yanê jî, çawa ew nav dike ê Hagara) îdî qels bûne û diha nikaribûne welatê bin bandûra xweda çawa lazime teslîmî hukumê xwekin, çaxê mîrê wan îdî desbi sera kiribûn bona serbestya qezaêd xwe, ji welatê wî berî bera Kespîê, gele qebîle Skîfa derketine, kîjana xwe tirk hesab kirine ( çawa tatarê niha), nava Îranê û Mîdîya kevnra buhurîne, gele welat zeft kirine û çaxê li wir mane-erf û edet, ziman û ayîna dînê civatê teslîmkirî qebûl kirine. Gelek ji wana bi pêsîkêsya mîrêd Mîdîaê paswextîê derbazî Ermenîstanê bûne, hema xût qezêd ermenyaye Kordûkê û Moksê, li wira hêwirîne û hatine navkirinê kurd: lê ê mayîn derbazî navbeynça ermenya bûne, lo hela Nanbeynça mexîna jî û li wira cî-war bûne û carna îzin dane xaçparêz bêne nava wan. Lê tenê bi wî qewlî, ku ewana ayîna dînê wan qebûl dikin. Dîsa ew tarîqzan cîkî mayîn dibêje: çaxê qurna çardada padîsatya ermenya Kîlîkîaêda ket, du cuvatê dereke mînanî lêmistê katine Ermenîstana mezin: madîya (Mark) û Skîf, yanê kur û tatar, Madîya hêna padisatya mala BAgratûnya hatine Ermenîstanê û pasalixîê Wan ê, Mûs ê, Bagêsêye nihada debirîne û ji alîê mîr û hakimê xweda hatine serwêrîkirinê. Peyra ewana gelekî lev zêde bûne, û pasê parî ser gele qebîla bûne. Ewana heta niha jî li wan cîya dijîn û wanra dibêjin kurd. Diha dereng nava wanda cî-war bûne usa jî gele qebîle tûrkmêna, lê ji wê yekê navê wanî tomerî nehatîye guhastinê.

 

          Hêjaye tenê bîr bînin wedê dîyarbûn û belabûna îslamê ji alîê terefdar û pistovanê wêya fanatîkda, kîjana bi sûr û agir hemû ayînêd dînê mayîn hêç kirine, û halê Ermenîstanêyî bêsar û mikan wê hênê, çaxê împêratorê Byûzandîaê, fariza, partêva û sereskerê ereba ew welatê hêsîr dizêrandin, û wî çaxî wê bê fêmkirini, ku çima bilind bi Byûzandîaê. Îranê û bile Gurcîstanê* dest bînin, û cima bona hêvisandina weten û emirê xwe pakî civatêyî pirê ketîye bin beyraqêd kesk yan bayraqê hîva hevtrojî û bere-bere ziman, deb û wergietina cînarê xweye zor-ereba û kurda qebûl kirye, usa wekî paswextîê lap bi wanra bûye yek, û niha tenê nava navê qebîlada nîsana miletîêye berê maye. Ji salnivîsar-tarîqnivîsarê berê jî tê kivsê, wekî gele mîr û hakimêd ermenya revîne Kurdistanê û li wira navê kurda li xwe kirine.

 

          Lê nê Kurd binelîêd cî tucara hilnadin, çaxê ewana derheqa xweda gilî dikin. Kurd xwera dibejin Kurmanc. Û divên, wekî kal-bavê wana jî ereba yanê hagara pêsda hatina û mena vê yekê, eger em bala xwe bidine hemû çesîtê orta wan civataye mînaheve ecêb; rastî, gele ereb hatine Kurdistanê, wexta bi destî sertîpê ereba îslam hatîye belakirinê, lo hela heta van qurnêd axirîê jî.

 

          Xebernema ermenîye mezinda, kîderê navê Tewratê û Încîlê hatine sîrovekirinê, bin xebera Markda (yanê binelîêd Mîdîaê-Madîya) jî tê bîranînê, wekî ewê civatê berê gele welat anîne raê û para Asorêstanêye pirê kirîye bin qolê xwe; wî welatê Madîya-Mexînada usa jî bajarê Kalman yan jî Karman hebûye, Kêrmansaha niha, ser sînorê Îranêyî cenbû-rohilatê (gotî cenbû roavabe-W.E.), wê qezêda, kîjan cî-warê hine qebîlê kurda bûye, navê kîjana ji wê yekê Kurmanc maye. Lê tu mîr û mellêd ulmdar (kîjanara dibêjin feqî), wê mera tu tistekî rast nabîjin, ne derheqa pêsdahatina wî navîda, ne jî derhqa wê yekêda, ku wextekê padisê wan hebûne û dewleteke zore serbest çêkirine.

 

          Kur, mîna ereba, parî ser ê xweycî, rîat û bêcî, êrlî û koçer dibin, yanê ê ku gund û bajarada didebirinin û ê koçer. Ê ewline kîn-tîkin, bi sihetva, tucarîêva mijûl dibin û navê wan qeza û nehya ser wanin, kîjanada dijîn, lê ê duda tenê bi xweykirina heywên îdara xwe dikin. Gelekê ji kurdê xweycî xwe ne bi tirkî nav dikin, mesele: ewêd pasalixîa Bazîdêda (Beyazîdê) dijîn xwera ne ku dibên Bazîdlî, lê Slîvanlî, çimkî temamya wê qezê wanda eyanê bi navê Slîvan. Ewê li Bagêsê, Mûsê, Sasûnê û derê mayin dijîn xwera dibên Roskî, lê qezêra-Roskan. Ev herdu qebîlê mezin, bawar bikî, kal-bavê wan hakimêd ermenya bûne, ê ewlîn yanê slîvanîa; ji silkûnya. Bavê malbata mala silkûnya Silak bûye, kîjan bi destî hîmdarê padîsatya ermenîaye Arsaknya, padîsê ermenîa Vagarsak hatîye kivskirinê çawa hakimê welatê Bazîdê, ku temamya welêt parî ser qeza kirîye û mîrêd ermenîaye berê li wira kirine hakimê hetanî kurê-kura. Qebîla duda: Rojikî ji Ristûnya pêsda hatine, ji vasalekî Vagarsakî mayînî ji wî kêmtir zor.

 

          Kurdê koçer usa jî navê pêsîêd malêd xweye mîra dane ser xwe, çawa mesele: Banjînlî, Sînanlî, Badikî, Serkî, Sibkî, Sîlanlî, Rîsvan, Millî, Celalî, Manîklî, Mandeklî û êd dinê. Ji wan êd pasin hela heta van agirya jî gele zor bûn, lê vê gavê hevakî sya hukumdarya xweye berê ser civatê xwey dikin. Sîbka û Sîlanlya Îbrahîm Axa û Hesen Axa sertacê-xwe hesab dikin. Celalya ji hemû qebîlêd kurda, kîjan Ûrisêtê, Tûrkîaê û Îranêda dimînin giska zeftir eyanin bi xeysetê cerdetîê û meriv tirê ew ji mîrêd ermenîaye kivs xuliqîne. Manîklya û Mandêklya jî xwe toretmîsbûê ji ermenya hesab dikin, ê ewlîn ji mala Mamîkonyanaye mîra, ê duda ji Mandakûnya.*

 

          Zimanê kurdî parî ser du zaravê serekedibe, ê kurdî bi xwe û, wa gotî, zaza, ê ku haqa ji ê ewlîn cuda dibe, ku ew kurd qet jê fêm nake, ê ku berêda hînî wî nebûye. Bi zaravê zaza li Xinûsê, Tûjîkê, Mûsê û nehîyê mayîn xeber didin, lê ewana, kê ku bi wî zaravî xeber didin ji zimanê civatêyî edetî hertimî jî fêmdikin, kîjan nava zaravê her qebîlekêda tê werguhastîê. Deba civatêye berk û sert, ya nîvbeyanî û xeysetê wêyî xwexwetîê tam nava zimanê wan binelîêd çyada dîyar bûne. Xeberê Kurd qey divêjî ji bermîla vala yan jî, diha rast, ji zera kûr dertên, bi sewtêd bona guhê avropya ser û xwes nîne. Em nikarin, feqet, wî zimanê ser zimanêd Asîaêye mayînra hesab nekin, ku nava wêda em degme rastî sewtêd borîne, levketina sewtêd bêdenganî, sewtêd xidîkêye jevnecudakirînê tên, çaw ew yek zimanê lezgya û çêçênada diqewime. Paê xeberayî pirê him ê kok-rihê, him ê giran, bi dengdara xilaz dibin: î, a, ê. Kurd bawar bikî paspirtîka O hemû navê nevsîva, heta navê civatê derekeva jî dizeliqînin û wana bawarkî nîvîda kurt dikin, mesele, Hesen, Semdîn, Ellavêrdî û êd mayîn werdîguhêzin Heso, Semo, Ello. Ji vê qanûnê der dimînin tenê navê merivê bi nav û pirîhindikî eyan, usane, ew edet hinekî ji bona wê yekêye, ku eyan-kubara, torina ji merivêd sade cuda dikin.

 

 

          Meriv ecêbmayê pêsdaçûyna poêzya kurdaye civatîê dimîne, ya ku gihîstîye dereca gelekî bilind, her mêrekî kurd, lo hela her kulfeteke kurd jî, ji ber dawa dya xwe sîyarin.*

 

          Hunurê wan hemyaye ji ber xwe darxistinêyî ecêbmayîne heye, lê, hilbet wê tistekî ne nêzîkî his û sewda bûya, eger me dew ji civata koçer bikira, ku ewê efrandinê sayîrîêye helkirî, sifetê kaw û xemilê kêlimaye bêqusur çêkirana. Ewana gele sade kilama davên ser çya, banî, gur-gurê, kanî, kulîlk, sîlih, hespê xwe, efatîîê qal û cenga, bedewê xwe û nav nîsanê wan,-bi himberîhevkirina wî hemûyî dixemilînin çi ku boy ruh û sewdê wan fêmdarîye û diqacqicin diha ferih û zelal evê yekê giskî bi stiranê miqam sîrin eyan bikin, kîjan, hilbet, hevekî guhê merivê Avropaêda rûnanên, lê qîmetlîne, çawa dîharbûna emirê wanî ruhanîê û cûrê dusurmîsbûna civateke lap xalis, yeke usa, ya ku hîn bûye nanê xweyî garis ji hemû temetîskê avropîê zor û xwendîye nazik çêtir hesavke. Gelo lazime em wê yekê jî bînin bîr, wekî ew kilam usa jî pir yanê hindik karê didin helkirina deb û edetê ewledê çyaye nîvbeyanî û nava wanda huba wetîn ges dikin.

 

          Dengbêjê kurd, çaxê karê xwe û stiranê dike, pêsîê her du desta dide ber çena xwe, ji herdu yalada sûretê xwe qaym diguvêse, teherekî usa, wekî serê pêçîê wî dighîjîne guha, xwe rastdike û bê tu heceta sazbendîê (çimkî ê wana usa tenêne jî) destpê dike distirê, pêsîê bi sewteke gele hêle, bi dengê cuda-cuda, bi sewtêd lo, lo, ê ku angorî la, la-ê Avropaêne. Û pasê xeberê kilamê bi xwe nava wan lo, lo-a dixe. Hemû xaçparêzê Asîaê kêf û sayê xweye cuda-cudada kilamê teterî distirên, lê kurd, ber çavê kîjana ew hemû tist resin, çi ku tetera tîne bîr (kîjanara ewana dibên ecem), wê yekê hesab dikinkirêtîke mezin. Ewana tenê wî çaxî qayîl dibin kilama teterî bibhên, hilbet ew yek jî bi nerazîbûneke kivs tê kirinê, eger, çawa mêvan, fariz yanê jî teterekî dewletî yan jî eyan bi hizûrêye. Cahil, qîz û jinê mêr eydada dora kona çît digrin, distirên direqisin, dilîzin û bi hêçxemî teslîmî hukumê esqê û sayê divin. Ewana zurna Asîaê (heceteke sazbendîêye mîna bilûrê) û defê dewetada lê dixin, lê sivan tu wexta ji bilûra xweye hizkirî û ji fîqê naqetin: bi wê ewana êcizaya tenêbûnê bîr dikin û bi hostatî serwêrîê li kerîyê pêzî giran dikin. Ez nikarim eseyî bêjim kanê gelo jin jî wexta stiranê destê xwe didin ber sûretê xwe? Pasê ezê çawa mesele navê çend kilamê kurdî hildim: bi tercima xeber-xeberî.

 

          Li Navbeynça cenûbê hemû qebîlê kurda erebî xeber didin, çaw bi zimanê dê, û tam zimanê xwexwetîê bîr kirine, ew ziman, bi kîjana ewana serê-serda xeberdane. Raste, derecê wa qe ne ê qencîêne û li welatê mayîn jî diqewimin, lê ew yek gele tistekî ecêvmayînêye, wekî tu civateke Asîaê: ne fariz, ne teter, ne tirk, ne mexîn, ne jî ermenî (evêd hana giska jî zimanê xweyî bi nivîsar û zar tije xeber û gotinê erebîye bê hesab kirine) nikarin usa zelal erebî xeberdin, çawa kurd. Wan xebera, kîjanada herfê  é, g hene û kîjan bi sewtê xwe diha zef mîna qîre-qîra qijîkê resin û mîna orîna devê yan jî gamêsêne, ne ku hevhûnandina sewtê dengê i’îsîn, (çawa sewt ew wa têne xwendinê: “eyn” , “xeyn”) boy avropya nefêmdar,  bi zelalî û gesbûneke tam û tenê kurd bi erebî dibêjin. Em dikarin bê sikberî îzbatkin, wekî tu kesî, ku bi dil û ced îslamê û temamya erebîz,ê dihevîne, ê ku hemû kitêbê wan xwendine, hemû fikir-aqilbendîê wan hildane û temamya emirê xweda hînî wî zimanî bûne, usa bi cûrê hêsa hemû derecê wî zimanê fêm nekirine, çawa wan ewlêdê tebyetê, ê ku tu cara jî Quran nedîtine û derhqa wêda qet nizanin jî.

 

          Hemû kurd ayna dînê mehmedîê dihevînin, sûniê Sefîne û berê-berda hesab divin dijminê sihîaye qane-qan. Peyîçûîê wan herdu çiqlê mehmedîê hevra dijminayê dajon, û sunî bona xwe bêhurmetîke giran hesab dîkin, eger ber wana sihya surman hesab dikin: yanê çawa ê ser dînê heqîê nav dikin. Teter û fariz, kîjan ber çawê sunya resin, sunya wana kirine eynat û navê ecemî bêrûmetî tomarî li wana kirine. Serkanî û mena hevdaketina wane sereke ewe, ku ewana du xelîfê cuda-cuda dihebînîn, çawa zuret û dewsgirtîê pêxembere ewlîn (pêxember, yanê: belakirê xeberê xwedê). Sunya Omer hesab dikin peyhatîê pêxember, sihya-Êlî. Evêd pasin divêjin, wekê Omer xwe serî xwe bi destê zorê text zeft kirîye, wî çaxî, gava Mehemed soz dabû diwana xwe teslîmî èlîke. Sunya jî alîê xweda çawa xelîfê mezin Mawî dihesivînin, lê pêrajî nifira êzdî dikin, ê ku îmam Hesen û Huseyn bi bêîsafî kustine, çawa bîranîna kustina wan herdu îmama, eyd kivs kirine, ya ku yanzde roja dikisîne. Wexta teskîlkirina dîdemê zulmê yanê jî mîstêrya, kîjana peyîsûîê êzdî nîsan didin, gele merivê ser ayna dînê heq boy xatirê wan xûna xwe dirêjin, xwe dikutin û pasê jî 40 rojî sînê dikin. Ewana tarîqa wê qewimandinê diguhêzin û qestbende lev dixin, sero-binî hev dikin, wekî civat ser hebandina xwe mehkem bisekine. Rizma wan herdu çiqlê surmanîê jî cudaye, çawa, mesele, sihya roê tenê sê cara nimêjê dikin: angorî gotina pêxember, lê sunya pênc cara: berî hilatina roê, çaxê ro nedîr dide, nîvro, êvarê û berî razanê: ewlin bi hazirya jina nimêjê dikin û hela serbara serda jî îzinê didin ew kengê dixwezin bikevin mecîtê, lê hema sunya wexta nimêjê dikin, kulfetekê divînin yan jî lincê jinê dikevin, deh cara xwe dison, heta ku dîsa destbi nimêjêkin, û divên nimêj betilî, hukmê xwe unda kir, eger nimêjê ber jina xwe yan jî carîê dikin; wanra yeke gomêda nimêjê dikin, yan mescîtêda, ber xelqê, yan tenê, ker û lal, yan nava qalmeqalm, tîqe-tîqê û xeberdanêda. Sihya serikê û qelinê wexta nimêjê jî dikisînin, lê sunya mecîtêda diha bi xofkêsî xwe xwey dikin. Ez tistekî zêde dihesivînim li vira bîr bînim û xazma îzbat bikim, wekî nimêja mehmedya çend sûrahê quranêne, kîjana bêfemkirin bi zimanê erebî ezber dibêjin, derheqa kîjanêda paê wanî pirê tu tistî nizane. Xênji wê, kurd bawar nake, wekî Nuh, Îbrahîm hemû peyxemberê Tewratê û Mûsa cihû bûne: tu kes nikare wana bide înkarkirinê, wekî ewana ereb nebûne. Bona wana îzbatî tune û ewana ser wê fikirêne, wekî Tewrat, Qewlê Daûd, Încîl, usa, çawa Quran, ji ezmana ketine. Dînperestya wan dighîje wê derecê, wekî ewana pêsîê hîmdarê ayna xwe hesab dikin Îsa pêxember: divêjin, wekî hemû pêxember li rûbarê dinyaê dîhar bûne peyî kurê xwedêra û wekî Mehemed pêxember ê pasin bûye, yazîa kîjanîda hebûye wan hemû dereca biqedîne û tamke, ku bi qanûna û bi paê yekê jorîn hatibûye kivskirinê yan jî destpêkirî bûye bi destî xilazkirîê taxima merivaê, kî ku ser heqbûna gotinê wana ê usara dibêjin pûtperest, xwedê-nenas, xayînê dîn, seytan. Lê sunîya wan temama, bawarkî, nerast hesab dikin. Çawa melleê hemû mehemedya hene usa jî ê kurda, kîjana temamya binelya dibijêrin. Borcê wan mellane Quranê bixûnin û sîro bikin, lê ewana wê Quranê usa dixûnin, çawa hirç qelîbotka ermenîyaye eyan.* Lê ulmdar û xwendî tenê melle ninin: mîr û hakimê kurda jî bi xwendin û nivîsarêva mijûl dibin, lê kaxiz-defterê xweye sade tirkî dinivîsin.*

 

          Wê gavê nava civatê temamya dinyaêda çetine emirekî patrîarxalîêyî usa bivînin bi hemû tertîfetî û kêmasîê xwe, çawa emirê kurdane, ku bi qurna qet nehatîye guhastinê: tu qanûneke, bi fikira wê xeberêye tam, ewana zyartî, tiberktîa usaye destpêneketinê hesab nakin, çiqa edetê berê. Dengê malxwe malda û ya mîrê hukumdar miclîsa civatêda bona wana qanûna here bas û neteribandinêye. Tu cara tistekî usa neqewimîye, wekî tirêq yan jî dînperestekî sewdeser helan dabin qebîlê kurda û ew mecbûr kiribin serê zulmê bi civatê cinarra daynin. Ewana îznê nadin mellê wan tevî suxulê muxulqetîêbin û extîarîê didinm wekî ew tenê derecê ayna dînva mijûlbin. Fêmdarîye, wekî kurd gotî teslîmî qanûnê wê welatî bin, li kêderê dijîn, lê dest hemû erf û edetê wan nakeve, eger tenê ewana wêde xerc û xerac didin û bin qolê hukumatêda radibin-rûdinên. Ewana xweyê îzin û rusqetê vî teherîne li welatê bin destê Ûrisêtêda. Ne mîna vê derecê li Tûrkîaê gele qebîl hene, ê ku hukum, serwêrtya tu kesî qebûl nakin û ê usa diha gelekin, ê ku tenê bona wê yekê hesab dibin teslîmdarê sultan, ku salê çend cara hine xerc wîra disînin, lê pêrajî hukumat, dadge û dadistanê wan hene. Lezeta azya vî teherî, hilbet, giska zeftir qebîlê koçer divîninç ê ku heta van pêswextya jî xweyê wê îzin û rusqetê bûne, ku binelîê riat, gundî borcdar bûn gundê xweda wana cî-sitarkin, lê usa jî dara, qirs û sewatê û alifê heywîn temamya zivstanê bidin wan. Dewsa van giska borcê qulixkirina eskerîê dane ser wan: ewana borcdar bûn bi fermana mîr û hakima dest xweda esker bidin. Ermenîstana Ûrisêtêda kurdê koser borcdarin pê perê xwe ebûra xwe bikin, heywanê xwe xweykin.

 

          Em dikarin kurda navkin aspêt, syarê (rîsarê) Rohilatê bi fikira wê xeberêye tam, eger tenê ewana emirê rîatîê, gundîtîê derbazkirana. Mêrantî, dilsaxî, helalî, aminaya bêhesab hindava mîr û hakimê xwe, qedandina soz-qirarê xweye tam, mêvanhizî, heyfhelanîn û dijminaya bereketîê, lo heta orta lêzimpismamtya here nêzîkda, û qedirgirya bêhed, ku ewana hindava kulfetda dîhar dikin,-awa ew kiryamet û xeyset, kutonerîne bona temamya civata kurd. Kurda carna pêsda û xanê zor mecbûr kirine ber wana bilerizin. Bona neyseyî bêkurmetkirina nav-namûsa wan, bona qerf û teneke hindava mîrekî wan, qebîl qebîltya xweva bona heyfê rabûne pya û heyf tam ji wana hildane, ê ku ew bêhurmet kirine. Kelaê Ermenîstanêye kewine qewîn û gelî-gebozêd wêye kûr kelê wan bûne, hêlîn û cîê berevbûna wan, ji kêderê ewana êrîsê xwe mîaser kirine û talanê birî nava hevda parevekirine. Lê hêna meda em nikarin bona cerdetîê talankirinê hemû qebîlê kurda gunekar bikin, ê ku li Ûrisêtê, Îranê û Tûrkîaê dimînin. Bi talansîtîêva, cerdetîêva paê pirê celalya mijûl dibin: ewana nizanin emirê riatîê, gundîtîê çi tevaye, zivistana kelefê kelada dimînin, li palê Araratê mezin û biçûkê cenûbê, heyamê selaye mayîn jî li herdera bi komê cerdetîê digerin: pênc-pênc yan jî teko-teko cerdetîê dikin, talan dikin, mêra dikujin. Ewana her wexta û li her dera xwera hevala, sitare û ardimîê peyda dikin. Eger celalîê Tûrkîaê bona cerdetîê dixweze here welatê bin hukumê ûrisda, borc hesab dike pêsda derheqa wê yekêda elamî qewim yan jî pismamê xweyê Ûrisêtê bike, tê mêvanî û cem wan dimîne, heta mecala mîaserkirina meremê xwe bivîne. Peyî wêra ew vedigere Tûrkîaê, bi talanê xweva û vî talanê dive cîkî usa, li kîderê tu kes wê nikare jê bistîne, difrose û borcê xweyî ewil hisab dike pakî heqê talanê frotî hevalê xwera bisîne. Hemû kurda, xazma qebîlê Sîpkî û Sîlanlî li celalya kirine eynat û peyî wan ketine. Sala 1840-î talançîtya wan haqa berk bû, wekî wezîrê Farizistanêyî eskerîê Emirnîzam mecbûr bû çend komê eskerê syarîye zor bisîne, ku wana bîne raê. Lê wana, bi delkbazîê cuda-cuda, bi xapandinê, soz û qirara, ku wê terka wî pêsê xweyî hizkirî bidin, xwe ji ceza layîq pêtin, lê hema çawa ji qezîaê xilaz bûn, dîsa bi efatîê xweye teze eyan bûn. Li pasalixya Bazîdê avîtine ser bazirganekî û çend meriv kustine û talanekî giran birine. Hevra xeberdanê dora wî suxulî orta Tûrkîaê û Îranêda, çawa minra gotine, hela hê heta roja îroyîn jî jê xilaz nebûne. Çaxê li welatekî zorê li wan dikin, ewana destxweda xwe berbi welatê dinêyî cinar ta didinê û bi wî teherî timê ji cezakirnê xilaz dibin. Lê sala par hersê dewleta giska tevayî biyar kirin pêsya wan xiravya bigrin.

 

          Bi fêmdarya me cerdetya wî teherî gunekarîye, lê kurd wê yekê hesab dike mêranî: ew tu cara navêje ser mala, bi destê zorê sev nakute mala yekî, ji telê, défikê rêwî nade ber gulla, çawa teter hînî wê yekê bûne, eger, hilbet, biryar dike ne ku çawa heyfhilênîn bikuje. Çaxê ew pêra dighîne heywîn bajo-bibe kirê xweyî cerdetîyê razî dike û tu wexta û tu derecada bê lazimayî nakuje, eger tenê mecalê bivîne bihêvsîne. Kî ku qayîl dibe bi rezadilî hebûna xwe bide: kincê wê merivî jê disqitînin û tenê tena kiras dihîlin, çawa ê talankirî, lingê wî hisk girê didin û dihêlin, diçin cîê bê qezya. Ewana xwexwe jî gele cara kincê xweye xilmet didine ê hêsîr û nan-xarina çend roja. Cerdbasîê kurd wê fesala levhatinê dide xebatê, lo hela bona talankirina nasê xwey kevin jî, pêra jî angorî vê mesela civata xwe tenê orta nên dixwe û kevya dihêle, eger bal merivekî nenas nan dixwe:”Mevêje ser wî merivî, ê ku kare kevyê nanê te xwari nîsanî tede”. Tu kes usa jî nikare bîr bîne, ku qe na kurdek bona qaçaxtîê girtibin: Derbazkirina kantrabandaê: îkrê wan li wî pêseyî tê, lê xwexwe jî paê pirê serê serheda û eyê hasê dijîn: qaçaxtîêva tenê teterê gundê ser sînor mijûl dibin.

 

          Dew û dozê orta qebîlada timê bi destî rîspya, mîr û hakima tenê çêkirine, bi wî teherî, wekî kon yan jî mala serekqebîl (êlbasî) bona wana dewsa hemû dadistana, miclîsê mezin, rîspya û derge-dîwana digrin. Li wira derheqa suxulê muxulqetda tivdîrê divînin, sivê heta êvarê dikevin xeberdanê, qise-qiseweta, zevzevotîê dikin, cixarê dikisînin, qewê vedixun: mîr û hakim, mêrê bi nav û rûspî ser xalîça rûdinîn, her kes dewsa xweda, lê cahil lipya disekinin, xwe dispêrine dîwêr. Bile kurê rîspîê gunde çûk jî îzina wan tûne ber extîara rûnîn û borcdarin qawê hazirkin û cixarê ber mezina bigrin. Çaxê rûspîê mesin isaretîê dide, wekî dixwaze ji kon derê, cahil gisk banzdidin, xwe pêra dighînin:yek destê wî digre, ê dinê jê hîvî dike, wekî xwe bispêre wî, ê sisya simikê navmalê dike pê wî. Lê eger ew dîsa derda tê, hemû merivê rûnistî radibin pya û tenê wî çaxî rûdinên, wexta rûspî îdîser beltîê xwe rûnistîye. Lê ev edet bi temamî kullî Rohilatê heye û kêm yan zêde li Îranê û Tûrkîaê berk tê xweykirinê. Xênji wê, nava kurdada, lê usa jî nava ermenîê Tûrkîaêda edete, wekî çaxê mêrê emirê mezin dikeve kon-bi destekî tenê destê malxwe malê digre, lê destê dinê dide ser enya xwe, lê eger ê hatî ji 20 salîê zêdetir nîne, wî çaxî borcdari bi sirê nêzîkî hemû mezina rûspya bibe, bi temenebûn destê wan ramûse, lê ewana gotî herine eyna wî û serê wî û bi silaveke usa qebûlkin, fikira kîjanê usane, çawa ya ermenîaye “tu xêrhatî”.

 

          Em derheqa sewrdarîê bal hakime hertimîda dikarin bêjin, wekî ew yek gotî tam ne tistekî ecêvmayînêbe, çimkî ewana li wira haqa lazimin, çiqas xwarinxane li Parîzê. Minra gilî kirine, bê xêlifayî, wekî mala mîr hakimê êlbasî, serekqebîlada roê 40-50 pezî serjê dikin, pênc pêta zeftir birinc dixun, çend funt qawe vedixun û cixarê diksînin, çimkî rojê çend cara ser nan rûdinên û qawê vedixun, lê qebîl dewsa wê yekê zêde dide, çaxê eyd û erefetada xelat, hedayê giran ber sereqebîl digre. Hemû kurd roê sê cara nan dixun: sivê zû, nîvro û êvarê. Lê bona mevan ewana hazirin hemû wexta sivrê vekin, borcê xwe hesab dikin û pêra sertexte rûnên, eger bile çend deqe pêsda jî ji ser nên rabûne. Boy vê yekê jî her merivekî Avropî, ê ku bûye seheta kivs nên bixwe, wê mala binelîê Asîaêda bikeve dereceke teng, lê her merivekî ji Asîaê wê mala avropyada birçî bimîne. Xurê kurdayî hertimî xwarina rohilatêye hizkirîye: savare, gostê dewêre, ku çîtî-çîtî dikin, birinc, pîvaza, bîberê nav dixin, pê sîr sil dikin, pasê dikine girik û sorba birincda dikelînin, kivavin, penêre û sîrê kelandîye. Van hemû naznemeta pêsya nanxwarinê datînin: lengerîê sifire mezinda û orta sivirêda yan jî ber mêvan datînin, peyî sûstina destara gisk rûdinîn û, hilbet, destpê dikin wî giskî pê çetelê tebyetî yan pê desta hildidin. Lê ji lengerîkê tenê sê meriv karin bixun. Çaxê malxwê, neferê mala wî û mêvan dixun, vedikisin, dora wê sivrê xulam-xizmatkir rûdinîn û tenê wî çaxî radibin, waxta îdî hemû tas-feraq vala dibin. Li çend cîya xulam cuda ser sivrê rûdinên. Peyî xwarinêra dîsa destbi destsûstinê û vexarina qawê dibe.

 

          Melê kurdê dewletî û xweyînavda jin qe kivs nabe, bile meriv qet nikare yekê ji wana ji dêrî yanê ji pencerêra texmînke, ji wan qelîstekê ecêvra, kîjan bal miletê mayîn carna çûyîna bal jina hêsa dikin. Civeta sade wa nake, qismê bedew usa berk kefa destê xweda nagire û îzinê dide diha bêminetbe, wexta rastî avropya tê. Wexta seferamine li Kurdistanê carekê koma jinê bi emrê cuda-cuda dor min girt û boy wê yekê gef li min xarin, kirine qîje-qêj, ku min îzin da xwe destê xwe da xêlya qîzikê, jinê here qereçî û pîr dêmekî kinda dor min girtin û bawarkî, wê ez sîtî-sîtî bikirama, eger kazakê rêberê min bi qamçîê xweva minra xwe negîhandana, wan qamçîya (ûrisî: nagayka), ji kîjana jinê kurde here efat jî ditirsin. Boy kurda lap tistekî xerîbe cûrê silavkilava, xos besêye ne tebyetîye “pifdayî”, bi hêle, lefekarî, zimanpenî, ku bawarkî bal hemû civatê Asîaê tên gotinê. Hûnê tucara ji zarê wan nebihên wan xeberê teterî û farizîye lefekîê, hilekarîê, bile çaxê mêvanekî herî eyan-kubar qebûl dikin. Ewana turus nakin bêjin: “Ez xwelya bin pê teme”, yan jî: “Ez bi temamya ruh û bedena xweva qûlê teme”, lê wê mêvanra kurt û kese, bê misqale lefekarî bêjin: “Tu birê meyî, tu axê meyî, ronaya çavê meyî. Bira merivatî, dostya me zirav û dirêjbl û em wê dostîê heta kurê-kura biparêzin”.

 

          Her malxwêk borcê xweyî ewlîn hesab dike boy hurmeta mêvan pezê serjêke, lê usa jî tucara qayîl nave ewî bê xelat verêke û wê hespa xweye here bas yan jî sîliha here hizkirî bidêda, hema, çawa divên, devê wî bigire.*

 

          Yazîya jina kurd, mîna ya hemû jinê civatê Asîaê, yazîke gele giran û çetîne, lê, min çawa jorê got, jinê kesîb-kûsîva ber avropya êpêceyî rûvekirî, beserxwesin, eger tenê zanin, wekî ne pîrejin, ne jî mêrê wan nikarin wê yekê bivînin. Ber merivê xerîb ewana qet hevekî jî serm nakin û tu cara sifetê xwe venasêrin. Qîzê kurda carna 11 salîya xweda diçin mêr, lê tu hal-zevac bê pêskês û xelat mîaser nebe. Çawa temamya Rohilatêda, usa jî bal kurda, çaxê dê û bav, qewimê qîzê soz didin, bavê zavê borcdare wanra hedaya, pêskêsa bisîne. Çaxê herdu alî qet û bira xwe dikin yek, gazî melle dikin û zava kebîma dergîstya xwe dide. Dewat bê def û zurne nabe. 

 

          Dewat bi reqasê, govendê dixemile, ya ku mîna govenda ûrisane (xorovod). Tenê kurdê dewletî û torin rusqetê didine xwe du jina hevra xweykin, lê usa zû-zû naguhêzin, çawa wê yekê sihî dikin. Jinê mîr û hakima, êlbasya hiz dikin xwe bixemilînin û wergirtina wan gele îspihî, kaw û bedewe, kincê wan hêvirmisê xasî bihaye, sîng û berê xwe, serê xwe bi gele kevirê qîmatlî, xisir-imaretê zêr û zîv, dur û cevahirva dixemilînin û, çawa qanûn, temamîya rojê bê suxul-emel derbaz dikin, orta koma carîberdestyada, lê jinê merivê sadê hemû suxulê der hundur dikin. Ewana tevinê û dirûnê dikin, dara hûr dikin, avê tînin, qantira bar dikin, kona lê dixin û davêjin, çêleka didosin, penêr davêjinê, dew dikilên, bi gilîkî, hêsabûna wane deqeke tune. Kulfeta kurd her wa kar û bar dike, dixebite, ji têlêrîs xalîçê here kaw çê dike, nivîna davêjê, torpa, têra, xurca û gele hûr-mûrê dinê çê dike. Ew bi destê xwe renga, tenê bina rîs çê dike û pêra jî xwe her tistîra dighîne, hertim beserxwese, devbikene, mêvanhiz, çapik-çelenge, lê bedew nava wanda kêmin. Tistekî bi qazîaya kanfêta, tîtika û tistê mayîne pêsabûne, bile bi laqirdî jî, nîsanî wandin, yan jî pêskêskinê, çimkî dîn wê yekêra ewana dicedînin rêbivînin, wekî bi layîqî sêkirdarya xwe bona pêêskêsê elamkin û ew yek jî ne timê bêqezîaye.

 

          Kincê wana haqa jî giran nînîn û ev tistê hanûn: laçika paê pirîya rengê sipî yan jî sore, ku tewakel li serê xwe girê didin, du karasê dirêje bi perçê ne xasî zivir û bi pêsîra vekirî, pist û salê mîna ê jinê teter girê didin. Kezî gulîê xwe pista xweda berdidin û gulya pê morî-mircanê hûrike arzan yan jî polikekî, hesinekî dixemilînin. Ewana nizanin navê midasa çiîye, çimkî seqema zivstanêye here zorda jî pêxas digerin: siverê çîaye xisirgerra û ser qûma berîstanêye sincirîra. Rûê vê debê û emirjîyînêda, ya hertim bi cefakêsî û kêmasî, rengekî ecêvî girtî-tarî tê sifatê wan û çavê rese gir, raste, weraqa xwe unda nakin, lê kortda diçin ê li meriv xwes naên. Lê hema ji sifatê jinê kurdê ji torinê timê nazikayî, rem ê helalî dibare. Jin, mîna ê Amazonêye serûd, bi efatî û bê tirs û xofya xwe ber biçevin: mîna mêra wergirtî û bi çek û sîlih, ewana carna dikevin nava sera û mêrara diçin sêr. Kurd jina xwe û bi temamî her kelfetekê hesab dike hespa hizkirî û heywana here a bas. Ew divên, wekî wana gotî bê sihebsizî nehêlin, wan qîmetkin, lê tu wexta gema wan bernedin, timê lê syar bin, wekî ewana xwe bîr nekin û ji wê qedirgirtinê rû nestînin, lê eger bêdadîke usa biqewime, wî çaxê gotî kese heqe wan bên der.*

 

          Raste jina kurd aza û bêminet çolê digere, diçe destê bona qedandina suxulê here çetîn, avê tîne û bi zarara dara ji mêse dikisîne, lê saya vê yekê meriv ecêvmayîê wan û helalîê, terbe-tore dimîne.

 

          Kurd tistekî sermî hesav dikesuxulekî bile mala xweda jî bike, lê eger ew ji qebîla koçerane, wî çaxî tenê miqatîê li kerê xwe dike yan jî ê xelkê diçêrîne. Ewana berê bona qulxkirina eskerîê dihatin kirêkirinê û tenê bi kaçaxîê û talançîtîêva mijûl dibûn. Vê gavê paê pirê mijûlin bi frotana zêdaya hasil, ekinê mala xweva yan jî esîaê pêsê destê jinê xwe li bajarê nêzîk û perê heqê wan xwera sek û sîlihe, hûrmûrê navmalê û tistê mayîn dikirin. Temamya kincê mêra li bazara ji destê tucarê ermenya tê kirînê û kurd tucara nahêle, ku jin bona wî bile kurtikekî sade jî bidrû. Kurdê koçer nizane pere-hesav çine, lema jî gele cara karî bivînî, wekî çawa ewana ber dikana ermenî berev bûne û tevayî perê stendî hesav dikin. Heyî bi têlya, heyî bi kevirê hûr, kîjana ewana dewsa hesavkirokê didin xebatê, xweyê çend manata dicedîne xizna xwe hesavke û kêm hereket xerc neke, heta jêra leb tê perê ûris bike ê Asîaê, ku berê derbaz dibûn û heta roja îroyîn jî ji nava fitildayînê, xebitandine derneketine. Bona hesavê vî teherî her bajarekîda kurdek heye, hewsê kîjana divin hemû kurdê xweyê mal-hebûna frotî û bi navçîtya wî perê xwe ji bikirçya distînin. Kurd tu wexta xulamtîê bi teterra nake, yan jî pê xwe navêje dikana wî. Miletek, ku heye, wekî kurd aminya xwe lê tîne û jê bawar dike-ew ermenîye û ew jî ne ermenîê Îranê, lê tenê ê Tûrkîaê.* Zivistan boy wan heyamê harî xirav, herî ecizbûnêye, çimkî azaya wana jê distîne û wana dike koxikêd bînteng, ji zeyneta tek û tenê miquf dihêle: ji hewa çyaye xwes. Meriv usa jî ecêvmayî dimîne, wekî ew usa hînî sermê bûne, çimkî sûr û serma, hiskya here zorda jî, ya mînûs 20-25, ewana, mîna hercar, pêxas, bi çîq, sîng, dest û pê rût û tezî digerin. Ewana doxtir û doxtirîê qebûl nakin, û hemû nexwesîê cîê kal û pîr bi dû-dermanê pincara cuda-cuda qenc dikin, lê birîna bi hostotîke usa qenc dikin, çawa hemû miletê Asîaêye mayîn. Yasê kalbûn-pîrbûnêda jî ewana diha esq û sane, ne ku cahilê meye bîst salî. Kalê 120-130 salî bal wan tek-tûka nînin, û paê wanî pirê kalîtîya here direngî dijî.

 

          Kurd dikarî destxweda nas bikî: ji bejin û bala wîye mêranîyê, kaw û kubar, ku meriv bêhemdî xwe sawê jê bigr, ji govdê wîî terikî, ji sîngê ber û navmila pelewanî. Xênji wê nîsanê cudakirina kurdin: mêlayî, kûzayî, reng ryê mîna ê kafira,* çawê girê alavî, birû-bijangê six, enya fire, pozê teyrîî dîrêjî kêr; gavdan, rêveçûna giran, hemdî xwe, bi gilîkî, hemû nav-nîsanê eshabe, pelewanê berê. Kolozê serê wan timê rengê sorê vekirîdanin, çend dezmalê reng-rengî dorê pêçayî, kurtkê gilavdûnkirî û bi qeytanê rîs yanê jî hevirmîs xemilandî (çimkî kincê tirkîye dirêj tenê merivê maqûle torin werdigrin), û selê fireye sidî rewseke kawe-kubar didin wan, kêjan tam diyar dikexeysetê kurdî torinîê, wê yekê, ku ew qedirê xwe, çawa divên, destê xweda xwey dike. Sîlihê wana hizkirîne: qirme, sûr, mertal, qerebîn, tîrê-ser qamîsê nermî tewketinê girêdayî, serîkî kîjanî bi perikê sixî mîna qetranê res dixemilînin: ev tîr destê kurdê çeleng û telimkirîda sîliha here zore. Ewana tivinga lûledirêj gele kêm didine xebatê. A bi vî teherî, ewana angorî efatya nevsa xwe û cûrê hicûmkirinê, êrîskirinê sîliha xwere dibijêrin. hespê wana hûrin, lê gele bê tirs û xof, teyax û westandina wana ajotina çiyada û êriskirinêda tune. Van hunur-hereketa em bal kurda jî divînin, çaxê nava neferê malêda yan jî rojêd edilda bala xwe bidinê: emê merivekî heyf, rûnerm bivînin, lê hema ew berxê xwedê erafê maydana serda dibe sêr. Alaya kurda bi çek û sîlih, bi xemil, alîê kawbûn, rewsa xweye bedew wê bikaribûya her alayîke gvardyavanîêye syarîra bikeve qosê. Wan çaxa, wexta ewna lap serbest debirîne û tenê îzin-rusqeta qewatê aebûl kirine, ewana borîke mîna ya meye alaya syara dane xebatê. Lêxistina wêra destxweda ewana bona sêr hazir sekinîne û tenê hîvîya gotina mîr û hekimê xweye peyra bûne, ê ku xweyî-xudanê mayîn-mirina bindestê xweye, bêfitya, tam bûne. Reqema wan mîr û hekima timê jî zef nêbûye û tenê extîarya wan hebûye konê erebî lêxin, ê ku ji ê mayîne sade cuda bûne bi rengê xweyî sipîva û bi cûrekî maxsûsva, konê usa nîsana emir, hukumdarya bilind bûne û taê eba padisê Avropaê bûne. Ew derece êpêcyî wê nêta me îzbat dike, ku paê pirê mîr û hakimê kurda ji rikneta ê erebin. Li pasalixîê Êrîvanê (ya berê), Qersê û Bazîdê tenê extîarya mîrê qebîlê Sîbkya û Sînanlîaye eslî hebûye konê sipî lêxin.

 

          Bona diha nêzîk nasîa xwendewan bidin xeysetê vê civata heyf, ez tistekî zêde hesav nakim vira çend mesele bînim, ê ku bi teherekî ges sifatê edetê kurd tînin ber çawa. Nav û nîsanekî wanî herî bar barosîê û pêra jî helalîê-ew heyfhildana xûnêye. Manê wê yekê bi edetî hesabdidin kustina qewim bêhurmetkirina nevsê, revandina qîzê ji mala bavê, ku gele cara diqewime û, kutasî, nehelalya bûkê hindava zavêda. Bona bêhurmetya wa ne ku tenê mal, lo hila qebîlê tam dibine dijminê qane-qan, ya ku, femdarîye, wê biqara vê yanê wê teyfêxilazbûya, eger tebyetê bi zwe mecal-mikana parastina xuliqandîê xwe neniqitanda dilê wan nîvîabanya. Destê kurd naçê dijminê wî, eger ew deqa lazim dike fesalê, pêra dighîne xwe bavê mala wî, bavê ser pista xwe, yan jî bi qayîsê destê xwe girêda, qepeçeke, kîjan hesab dibe nîsana teslîmbûna tam û wê femdarîê, ku ew emirê xweva xwe davê ber bextê dijmin û neqedandina wî edetê zyaretî hesab dibe necamêrîke mezin û hela hê usa neqewimîye, ku kurd borcê malxwetîê neqedîne û dijminê xweyî qanî-qan wî kalê bêçarîêda bikuje yan jî birindar bike, ê ku vî edetî diterbîne-tamamya qebîlê radike ryê xwe, nefereke kîjanê ew bi xwe hesav dibe. Helalya wana derecêd wada dighîje bilindayke usa, ku xweyê malê wê diha zû qayîl bibe qebîla xwe bike dijminê qebîleke dinêye neyar û dest ji hemû qewim û pismama bikisîne, hela ji temamya hebûnê jî, ne ku wî merivê bifrose, jêra xayîn derê, ê ku mala wîda sitar dîtîye, eger bile ew xaçparêz yan jî teterbe.

 

          Eger kurd sozê mêra dide û hebûna xelqê, emanetê wan hildide bal xwe, xweyke, yan jî soz-qirar daye sura yekî dîyarneke, ewê diha zû ji serê xwe derbazbe, ne ku wê qayîlbe navê neman, xayîn qezencke. Qedirgirya wan hindava jinada, lo hela ya xaçparêz layîqî ecêvmayînê û jêhînbûnêye. Wexta davên ser milkê dijmin jî ewana dîsa xatirê jina nakevin, hindava wabda nazikayê, dilovanîê dîhar dikin. Bile wan jina jî nastînin, ê ku wexta qal û cengê dîl girtine, heta qayîlîya wan tunebe. Derecêd wada xazma kirina mîe û hakima layîqî pesidarîêye. Wa mesele, mîr Huseyn-axa, êlbasîêqebîla Sîlanlîya, kalekî sedsalî, ku niha li Qersê dimîne,* wexta hucumkirina fariza sale 1825-a du qîzê çûk dîl digre, qîzê tucarekî ermenî, wana tîne Bazîdê û temamya salekê wanra qedir-syanetê xerc dike û nêta wîda hebûye wana dîsa li dê û bavê yan jî qwimê wan vegerîne.

 

          Lê, çaxê ne dê û bav divîne û ne jî qewim û pisamamê wan divîne, qeyî ryê wê yekê, ku ew bajarê biçûk, li kîderê ew mane, kaf-kun kiribûne, Huseyn-axa gazî ermenîkî Bazîdêyî herî dewletî dike û ber wî ji wan qîza dipirse, gelo ew dixwezin bibin jinê wî? Herdu xûsk jî cabê didin, wekî qayîlin. Geli ev xeysetê mêrê çê, camêrtîê nava ruhê binelîê çîayî nîvbeyanîda bi fikira vê xeberêye tam, ne tistekî ecêvmayînêye. Li vira jî, çawa nava hemû tistîda, tistê ji qanûna tomerî der diqewimin, lê kêm.

 

          Manûkê bav ermenîî ji Arsapê, ku pasalixya Bazîdêda merivekî bi nav bûye û hizkirîê pasa bûye, bi egalî û kirê xweye mêrxasîê hukumatê Îranê, Turkîaê, û paswextîê-Ûrisêtê bi xwe dihesîne, û eva yekê dibe dereceke bi kemala kivs nava serê Îranêyî pasînda... Serdarê Îranêyî li Êrêvanê Huseyn-Serdar-xan, çend cara bi pasara xeberdanê dike derheqa teslîmkirina Manûkda, çawa mêrekî usa, ku eskere terefdarê ûrisêtê bûye û çendik-çend cara çûye bal cesûsê ûrisa. Pasa, ku zanibûye, wekî bi qedandina xwestina cînarê xweyî zor wê bêrûmetike çawa bîne ryê xwe, hertim dewa Huseyn qebûl nedikir û tenê cedandîye wedelî hizkirîê xwe ji xwe dûrxe, lê her tist bos û betal bûye. Beytû ê nesitirî guh nade ser tû hîvî reca û, kutasî, bindestê xwe, mecbûr kirîye vê yekê bike. Ewî ew sandiye bal wî êlbasîê qebîla Sîlanlya Huseyn-axa, ku wî çaxî bin bandûra Îranêda bû, çawa xweykirê sînorî herî bas. Ew bi mena wê namê disîne, kîjanêda, çawa emrê berk hatibû nivîsarê: namebir bidin destê hukumata Îranê, yan jî bi dek-debozeke mayîn, diha hêsa jê xilazbin. Manûk, bi dilê xweyî sax, wê namê dighîne xweyê we; êlbasî hemdê xwe namê dixûne û meremê xweyê wîî nemamî namerd elamê dike.

 

          “Gelo ezê turus bikim xezeva xwedê ser xweda bibarînim?-Huseyn-axa kiriye qarîn.- Gelo minra dest dide serê merivekî amî-tam unda bikim, bi nemerdî ruhê mêrxasekî jê bistînim, bi kîjanîra min nan û xwê xwarîye?”. Û, reste ew bindestê Îranê bû, lê biryar dike bi her mecala ruhê belengaz xilazke: lê bone xwe jî gunekarîya teslîmnebûna eskere bipê, emirî ser merivê xwe kirîye suxul usa bînin sêrî, çawa bi dilî pasaye. Ew pêsda sî kurdê amin dimîne wî gelî, nava kijanîra gotî Manûk vegere, û borcekî cuda dispêre wan. Manûk rya bepêra diçe Bazîdê, lê çaxê koma kurda gêlîda divîne, destxweda disekine, dihêle, wekî ew ranêzkayê pêra bikin û dipirse: “Hûn çi dixwezin bînin serê min?”. Kurd bê deng û his sîlihê xwe davên erdê û rê pêsîya wî vedikin, bi kîjanê xwestine nîsan bidin, wekî naxwezin qewilkirarê mêvanhizîê biterbînin. Meremê wê kirinê ew bûye, wekî bikaribin baxisandinê ji pasa hîvîkin û paswextîê jêra bêjin; me hemû mecal-mikan çê iribûn, lê Manûk rêka mayîyra çûye.*

 

          Bi nav û nîsanê wa û kirinê efatva ew gilî-gotin berbiçevin, ê ku derheqa mîr û êlbasîê qebîla Sîbka-Evdal-axadanin, kîjan min ji devê dîtîya bihîssine. Lê nav û dengê kurê Evdalê Silêman-axa diha bilind bû. Tenê bi hildana navê wî syarê mêrxas Wan, Tewrêz, Bazîd, Êrîvan û Ezurm lerizîne. Sevekê ewî ordya Tirkaye 15 000-e pê 200 kurdê bin qolê xweda tan hincirand. Eva qal û cenga li pala Araratê Mezinî Sîmal-Rohilatê qewimîye û peyî wê yekêra derheqa wêda sereskerê tirka minra gilî kir. Ew Cefer-xanê xoyê bû, ku paswextîê revî Ûrisêtê û vê agirîê li Êlîzavêtapolê mirîye. Hilbet, êlbasîê kurda karibûye wê derecêda keysa cî-warê serdestîê bide xebatê û pêsda mecalê aqile dûrdîtî mîaserke bona çetinkirina pasdavekisyana dijmin. Ew xepexep û mîna birq û birûskê ser dijminda digre: Hemû rê û dirbê gelî hela êvarda girtî bûne, tilm ser rêda hilsandibûne û çaxê bi îsaretya kivskirî eskerê Silêmane bijare êrîsî ser tirka kirine, ewana, çawa divên, stu hev syar bûne, hev qelibîne û tarîstana sevêda hev qet qetî kirine, lê hîvya gulle û tîrê ewledê çye rast li nîsangê girtî tenê tistek maye: altbûna dijmin tamkin. Lêonîdas li vira mêrê layîqî xwe dîne. Gere bê gotinê, wekî mora aqilbendîê û mîna xwe li ser hemû kirê Silêman-axaye mêrxasîêne. Careke ev mêrxas, li hizûra Serdarê Êrîvanêyî farizî pasîn Huseyn-xan-serdar, despê dike serkarê teteraye koçere bi egalî û zulmkarya xwe eyan-zeman-xan boy wê yekê gunekar dike, ku ew kurdê êla wî berbi xwe dikisîne û qacqicîye nîsan didem ku ew kirinê wî ê neheqîêne. “Dengê xwe bibir. Kurdê ker(!)-Zeman-xan mîna gullekê netka wîda didê,-çîye tu cîê badilhewa û bos û betal dikî qareqar?”. “Bira laçika jina min serê minbe, eger ez wan gilya bibexsînim te,*-Silêman-axa caba wî dide. Û rastî jî, zûtirekî peyî wê yekêra ew cî-warê xwe dihêle û direve Tûrkîaê. Huseyn-xan gumanbir dibe, dest ji ber xwe hildide, çaxê derheqa wê revêda dibhê û berk emirê ser Zeman-xan dike: her wa miqatîê li sînorê qeza Êrîvanê bike. “Gurê pîrê zu-direng ser meda bigre û wê bîr neke bona bêhurmetîê heyfê hilde”, -evê te dibêje û pareskerekî ji 1500 mêra teslîmî bindestê xwe dike bona parastina Sînor. Lê peyî çend mehara gurê pîr bi 500 kurdê amin û efatra dîyar bû, temam eskerê dijmin jev bela-belayî kir, li her dera wêran û wêrtas kir, çimkî emir kiribûye tetera bê tu hevisandin qirkin, lê wan kurda, ê ku derbazî yalê tetera bibûn, talankin û dîl bigrin. Zeman-xanê, ku çarnikal dorê digrin, peyî digerin, kutasî revî û xwe mala pîrekêda vesart, kete tendûrê, kîjanêda kurd nan dipêjin. Êzdîkî ji eskerê Silêman derheqa wê yekêda pê hesya û bi gef û gur pirs û pirsyar ji pîrê kirin, ya ku him dide bawerkirinê, wekî gur gumanê wê nagihîjê xan li ku vesartîye û pêrajî, hilbet, tendûr nîsan dayê. Çend deqa sûnda êzdî serê Zeman-xan çawa peskes datîne ber axê xwe. Silêman gele wext serî lis ser erdê gulor dike û her wa diwekilîne: “A kerê kurda wa heqê dijminê xwera tê der”.

 

          Peyî serekî dinra xortekî kurd ji kesîva, ku nava koma eskerê wî mîrîda bûye, du qirmê avzêrkirî, bi lal û dur neqisandî û cûrekî nekîm qîmetlî divîne. Hela hê ew pêra nagihîne peyî xwe binhêre yan jî wana ber axê bigre, çaxê hevalekî wî dixweze wan tistê dîtîye pirqîmet ji dest bigre. Silêman wê yekê dûrva divîne û emir kirîye esker giskî berevkin, wî xortî û heqberê wî tezîkin, û çek û rihalê wan pev biguhêrin, û çaxê ewana dîsa kinc wergirtine, bi destê xwe qirma dide xweyê eynîç sûr davêje stûê wî berbirî esker dive, divêje: “Ez gotî ne dewa zêra ne jî tistê qîmetlî ji eskerê xwe bikim, lê ya mêrxasîê û egalîê, lê eger min hebûna vî zilamê xwe bimuhanda, wî çaxî mînê ew çawa mêrê mêrxas unda bikira. Bira singê wî bi wî zêrî xemilîbe, wê hingê ezê dewsê dewa egalî û mêranya teze, ya dihe bas jê bikim”. Û pêra jî ew emir dike heqberê wî raqetînin: bi bêhurmetî û robetî.

 

 

 

          Carekê jê ew raserî koma dijmina tê, ku li serê rya wî defik çê kiribû: niskeva qewetî dijmine serdest davên ser eskerê wî û serdapê dihincirînin. Ew hîvî-reca dike, gefa dixwe, lê tu tist nikare merivê revpêketî bide sekinandinê. Ew gullê xwe giska agir dike û, çaxê dijmin çarnikal zorê lê dike, ew mecbûr dibe pê rimê rê xwera veke û gumanê tam dide ser beza hespê xwe. Ev mêrê egal cara ewlin dikeve halê wa. Arnaûtê cahil îdî xwe pêra dighîne, çaxê ew destpê dike sîlihê qîmetlî û nîsanê pêsîra xweye zêrîn davêje, bi kîjana singê wî xemilandî bûye: peyketîê wî, hilbet, sebra xwe nikare bîne, ji ser pista hespê banzdide, weki i’acbûna xwe biskêne û heta dîsa dide peyî, Silêman êdî rya xwe diqedîne. Ew serê hespê berbi zevya çeltûk yan dike, ku teze av berdabûne ser û bi vî teherî gumana girtina selmyanê kurdaî eyanî pasin ji ser tirka dibire. Vegeryana wî giska sas û metel dihêle: tu kesî nexwestîye bawar bike, wekî rastî jî ew hincirandine. Lê ew bi dilsaxî derheqa qewimandin-qalêda giskî gilî dîke û cedandîye dizîva, bi soz û qirarê cuda-cuda wî arnaûtê bide anînê, ê ku diha bi kel û ced daye dû wî. Arnaût tê bal Silêman, ê ku ewî, çawa altindar, nîsanî esker û qewimê xwe dide, peya û pesinê wî dide, pêra bar datîne û bi van gilya verê dike: “Niha, egalê cahil, here êra xwe û timê bicedîne qedirê cindîê mêrxas usa bigre, çawa Silêman-axa qedirê te girt, û wî çaxî tê layîqî syanêta usa bî, ya ku min qezenç kirîye”.

 

          Em dikarin dîsa gele gilî-gotinê ecêv û nav-nîsanê xeyset bînin ortê, ê ku kurda ji hemû civatê cînar cuda dikin û vê derecêda, bile, ereba û tirka jî hesavkin, lê îdî dem hatîye em derheqa qebîleke kurdaye bi nav û nîsanda bîr bînin, ya ku eyane bi parastin, hebandina seytan. Gilîê min derheqa êzdyadane.

 

          Bi erf û edet, deb û emirjîyîna xwe ewana bi tu tistî ji kurda cuda nabin, tenê firqya hal û zewaca wan ewe ku paê pirê ew ni bi rezadilî diqewime. Nava wanda hela hê edetê qurnê navîn, ê reva jinê maye. Ez bi xwe sedê wê yekê bûme.

 

          Dilê kurdekî cahil dikeve qîzeke cînar, ya ku qe guh nade ser wî, çimkî dê û bavê wê qayîl navin qîzê bidinê. Lê xortî bengî dest ji pêsîra hizkirîya xwe nakisîne û kutasî, hîvî kirîye isaretîê bide birê, wekî ewê çendekî sunda wê birevîne, û hew-tirê biraê alîkarîê bidê. Lê teherekê mayîn diqewime, birê keçikê jî xortêcînar hiz nekirîye û biryar kiriye lê bikene: ew rojekê çek û rihalê xwe diguhêze û tê bal xortê bengî û jêra divêje, wekî dema revandina xûska wîye destdayînê hatîye. Vêrtêrê nîvbeyanî dilezîne wê gotinê biqedîne û kesik revandîye, lê rêva edetê Asîaê bi zyaretî xweyî kirîye, kîjan îzinê nade, zeva dergistîa xwera xeberde. Hema wê sewê ew bi talanê xweyî qîmetlîva hatîye bal mîr, misîrekî gundekî cînarî nas û soz jê stendîye, wekî wê hema sivetirê bi erf û edet hal û zewaca wan îzbatke. Lê, metelmayîna zavê çiqa pir bûye, çaxê peyî heyte-hola edetîra ewî xêlya bûkê hildayîye û pê hesîaye, wekî xeleqa bext û mîrzê wî ya pîreka carya cînarê wîra derbaz kirine.

 

          Lê niha îdî ew kurd tunene, ê ku vir sî sal berê hebûn. Ew civat bi teherekî kivs nifûsa xweye serhizîê unda dike, û badilhewa kilam, stranê wan helanê tevrakirina î’acbûna hindava qal û cengada didin yan jî sozê wê yekê didin, wekî mêrxase nemirîne. Kurd îdî bi tistekî dinva mijûle. Vê gavê ewana tenê bi cûre, edetê berê sîna wan dikin, ê ku malda, nava cî-nivînê xweda mirine, lê ne ku meydana serda: wanra îdî yekê: gelo wê bigrin yan sabin, kêfkin û ser meselê mirî gulla agirkin.* Îdî ew dewran buhurîe, çaxê wana gitîye: tenê dilê me bixweza û emê welata giska bînin raê, zeftkin. Hukumeta Tûrkîaê zora wana birîye, ew pîrê-pîreyî kirine, lê ewana wê yekê venasêrin, ku li tirka kirine enat û helalin, aminin hindava ûrisada. Wa, mesele, van agirya teze derbazî Ermenîstana ûrisêtê bûne kurê mîrekî herî zor, ê Silêman-axa, lê usa jî kurê Huseyn-axa.

 

          Min ev efirandin, nîsanî wan daye û minetdar, sêkirdarê wanim bona dîtin, rastkirina wan kêmasya, sasya, ê ku bêfitîya hene, çaxê derheqa civateke usaye kêmeyanda dinivîsim, çawa kurdin.