KurtejÓyan
Makale Pirtuk KurtecÓrok EkonomÓ Resim

 

 

Feynter

 

Keya, muxtarê Feynterê wê demê bi Aladin re têkilî bas dimesînin. Lê belê hinek hevalê PKK ê ji vî malbatê hes nakin. Li Kurdistanê carna hinek malbat û esîr bi hev re hemberî dikin. Di herêma Amed de esîretî mehiyaye. Lê di navbena malbatan de xisûmetî heye.

Dema dikevin nava partiyek quweta partiyê li dijê malbata din bikar tînin. Keya jî di derûdora xwe de bela bûn. Li herema Hêne de tesîrek wiyê gelek mezin hebû.

 

Demek pasê hertist xirabtir diçe. Ser tûj dibe! Qontr-gerilla lista welatparêzan çê dike û dikeve nêçîra wan. Li gundan jî cehs cilê gerilla lê xwe dikin û diçin mala welatparêzan.

Eger ew mal alîkariya wan bike sibê yan jî ji sibê zûtir davêjin ser mala vî û wan dikujin. Êdî nagrin nabên mehkemê yan jî hepsê. Wek salên 1980 yê general Kenan Evren gotibûn, em neyarên xwe çima xwedî bikin û bera canê xwedin. Kalikê wan

Cengiz Xan û Atilla jî weha kiribûn. Çimkû ew di çadiran de dijîyan û ji bo girtiyan (mehkuman) herhalde hepisxane çênedikirin. Torinê wanê modern di salên 1990 de

kurdên sivîl ji mala wan digirtin û dibirin dikustin. Ji wiya gel tirsiyabûn.

 

Rojek  yek tê mala keya û parola xwe dibêje “Ez li pezê sor digerim” Parola rast e. Lê vana ji tirsan dibêjin qey ev kare bibe merivê qontrayê  û wî sîyandine me diceribînin. Vî digirin û dixwazin teslîmê dewletê bikin. Telefonê Qerekola Hêne dikin.  Serbazê qerekolê dibêje hun gere wî bînin teslîmê me bikin! Du kes wî

digrin û dibin Hêne. Lê bi rê de ew xort bi wan dide bawerkirin ku ew gerilla ye û

ne qontra ye. Li ber çemê Zarayê disekinin tistên ku lê ser in davêjin avê û cardin dibin teslîm dikin. Ji bo ku carekî telefon kirine û xebera qerekolê lê heye.

 

Aladîn ji Keya re dibêje êdî em nayên mala te. We meriv kî me teslîmê dewletê kiriye. Lê me pir nanê we xwariye û alîkariya we gihîstiye me. Me biyar da ku em xwe ji we dûr dixin. Lê dibêje dema ez ji vir çûm bila haya we ji we hebe. Hinek ji we pir hêrs bûne.

 

Pistî ku Alatin diçe rojek PKK davêje ser mala Keya û bi kelesînkofa gule diresînin ser mala wan, gelek jin, zarok û du heb layîn Keya jî tên kustinê. Ferzo berpirsiyarê

vî meselê ye.

 

Demek pasê birayê Aladîn Ferzo li Fisê ji aliyên PKK liyan ve bi kustinê hate cezakirin.

 

Pistî wî buyerê  her du layên Keya yê din diçin dighîjin Qontra û li pey PKK yî yan

digerin û çend kesan jî dikujin. Kurd ji kêderê diçin kêderê û çi sasî tên kirin.

 


 

 

Makale ê din:

 

Hinek gotin

Kecika bicuk û ala tirkan

Sêpacûk

Gom