KurtejÓyan
Makale Pirtuk KurtecÓrok EkonomÓ Resim

 

 

 
Navarok
Ferheng
 
 

 

Oçerk derbarê xuliqandina kurda, nav û nîsanê netewîtî,

ziman, deb, erf û edetê wanda

 

          Civateka mîna kurda, ya ku pakî dewlete Alîosman û Îranêye ne biçûke û pareke kîjanêye epêce dikeve nava binelîê Ermenîstana Ûrisêtê, xuliqandina kîjanê hela hê bi fikra îzbatya tarîqîê tarî maye û emrê kîjanê himberî ê hemû civatê Asîaêye meva eyane lap teherekî mayîne, bi temamya xweva layîqî guhdarîya her merivekî xwendîye. Bedilhewa hemû miletê mehemedîê, xazma sihî ji kîn û boxê û ruhê teyfebazîêyî sewdeserî dicêribînin pêsdahatina navê kurd xebera tirkîye gûrdra (yanê gur) girêdin, kîjanî gotî xeysetê wê civatêyî cerdbasîtîê nîsanda.

 

          Bi wî teherî, bê hîmê usa jî ew fikir, ku ew nav ji xebera farizîye qewet, zor pêsda tê. Bêfitya bi nêta sîrokirina xebera kurd nête here nêzîkî aqila ew fikira ji alîê tarîqzanê ermenîda bi temamî qebûl kirîye, ku ew nava derbazê nav wê civatê bûye hema xût ji wî warî, li kîderê ewana niha jî dimînin. Berê wê çyalbilindî, wî textê Ermenîstanêra digotin kord yanê jî kordîk, kîjan orta Araratê. Erzurumê, Wanê û Mûsilêdane. Agirîêda gava kurda, wê zureta Madya, dakutan nava wî welatî û li wira hîmê xwe danîn, cî-war bûn, ew nav ji alîê hemû cînarê xwe stendin, hema xût usa, çawa îro jî gele civat û qebîlê Asîaê, lê usa jî ê Avropaêre divêjin. Nav hevda ewana hevra dibên Kurmanc, lê çaxê miletê mayînra xeber didin-xebera kurd dibîjin. Ji sikberîê der dimîne ew gotina nivîskarê ermenya, ku kurd ji Madya tûretmîs bûne. Lê wexta ji cîleqyana civata, ku îslamê pêsda anî, û rojê serwêrtya erebaye qurnê navînda, gava mecbûr dibûn ayna dînê wê civata dinêyan, wergirtin û deba wê qebûlkin, qebîlê mîra qebîltîêva û qeza-qezatîêva, ê ermenya û mexînayê ser sînor derbazî yalê wan bûn û nava wanda helîyan, wekî qe na bi vî teherî xwe xweykin. Nava wan qabîlê bê hed û hesavda, bi kîjana civata kurda tê meydanê, em dikarin gele nava bivînin, ê ku gotî bi malê ermenîaye mîraye kevnra girêdayî bin, derecek, kîjanê hema ew bi xwe-kurd înkar nakin. Wa, mesela, qebîlê kurdaye li pasalixîê Bayazîdê (Bazîdê) û Mûsê, ji kîjana ê ewlinra divên Silîvanlî, lê ê dudara-Rojkî, du qebîlê mayîn, ê ku tanga Manazkêrtê (Milazgirê) dimînin û wanra divên Silkûnya, Ristûnya, Mamîkonya û Mandakûnya.

 

          Hemû kurd mehemedîne û ser meziheba (mêsebê) sunnîne. Mellî wan hema xût ji nava civata wan dertên û tu tistekî mayîn nizanin, xênji xwendina Quranêye nîvhero û serabera û qedandina ra û rizmê ayna dîn. Lê nava êlbegê wanda jî meriv hene, ê ku pirîhindikî hînî xwendin-nivîsara tirkî û erebî divin, lê namê xwe tek-tenê bi zimanê duda dinvîsin. Nava tu civateke Asîaêda, ku îslamê diparêze, ayna dînê mehmedîê û pêra jî deba civata ereba hîmekî usayî miqerim û qewîn danenîye, çawa nava kurdada. Qirafet-çêsîtê wan ewledê berîstanê (ereba), wergirtin, qeyde qanûnê ocaxê, seyasetîê û qanûndarîê, deb, hemû cure marîfet, maqûlî û qîlê usa derbazî nava wan dînperestê dînê wane koçere qafseqet bûne, ku çetin bikaribî kurd ji ereb cuda bikî: hema ji vê yekê pêsda tê ew fikra civata kurdaye berk, ku ewana (kurd) ji ereba tûretmîs bûne. Raste, niha ewana jî mîna ereba parî ser koçera û kedkira yanê rîatê bûne, lê dîwana tirka bere-bere ew sureta zikmakîê pêsîn ji destê wana girtîye, çimkî ewê civatê ji kûraya dil li wî cûrê debe kirîye eynat û tu emrekî dha bextewar bona xwe nikare texmînke, xên ji emrê azayî bin azmanê wekirîda.

 

          Berê, çaxê qeydê fêodalîyê Asîaêda jî qebulkirî bûn, kurd li Îranê, lê usa jî li Tûrkîyaê bawer bikî xweyê hukumdarya bê hed û hesav bûn û nha jî hinek ji qebîlê wan dicedînin wê hukumdarîê li hine cya biparêzin-berbîna heyîna xweye seyasetîêye pasîn. Raste, bi ayna dîn û ziman ew qebîl bi hevra kîp û mehkem girîdayî bûn, lê wexta êrîs û hucûmkirinê xwe ji wana çend hev bi çapekê sawdar bûn him hindava hevda û him hindava civatê mayînda. Çiqas patrîarxalî û meqûlîye deb, erf û edetê wan, haqasî merivê sade bi ruh û bedena xweva bi êlbegê xwera kîp girêdaye. Syanet û gilîê evê pêsîn hertim bona ê ewlin zyaretî û bêfitya hesav bûne. Pê îsaretîke êlbêg ew hemû kes, ê ku tenê xwe hela serkirhesav dikir, hazir bûn bimrin. Bes bû tenê neyseyî lekê bînin ser navê qebîlê, carna qedrê nevsekêkevin, belê, carna xeberekê bi laqirdî gotî, ku temamya qezakê bidana ber devê sûr, agirdadayî bikrana. Carna heyfa mêrekî bi xezakirina qebîleke tam hildidan. Lê xên ji vî xeysetê beyantî û nesitirî nava wê civatêda ruhbilindîke tam maqûlîê, torinîê ser her tistîrane. Ew qedir, syaneta wane hindava qismî jinda. Bi texmîna me, çiqasî ji nava wanda guhdarîê nadin ser jina û eva te mîna tarsa dixebite, çimkî mêrê wê, xên ji talançîtîê, cerdbasîtîê, raw û nêsîrê, syarbûnê, tucartya heywîn û frotana hesilê, bê karkirin rûnistin, xeberdan û kisandina cixarê bi xelkêra ortaxê, lê usa jî konda, wekî mayîn tu serederîê ji xebata malîye mayîn nake: ew gisk suxul-emelê jinêye, lê eva te jî wî barî qe texmîn nake, bi esq û sa ber temamîya wê yekê teyax dike û gisk qedrê wê digrin, heyfa xwe pê tînin. Hîmlî jinê gire-girane, ku tu pêsê wanî mayîn tune, xên ji gera vik û vala. Hukmê wanî bê hed û hesav heye ser mêrê wan û ne kêm hukum ser êrîsê wane ser, bi wî teherî ku wexta tevrabûna heyfhildanêye bi kîn û box yanê jî pevçûneke mayîn, bese, ku jinek hîvîke, yan jî hela-bela serda navçîgarîê bike, wekî ew ser û dew, tê qeyî bêjî bi zora meqletûzê, bê temirandinê. Ê zorlêketî wê bextewar be, eger neyar dewsa dengê wî sewta jina wî bibhê yan jî pêsîê wê bivîne. Eger dijminayî û xûndarî ji kustina neferekî malêyî ezîz jî pêsda be, û desteke cerdbasîaye xûnxure tam wê malêda sitar bive, wî çaxî gisk jî sûr dikin kalîn û herdu kom jî jihev diqetin, çawa dost. Eva wî çaxî jî diqewime, wexta sûckar bi xwe bi texmînkirina belengazya xwe û serdestya dijminê xweyî qetildal sûr davê milê xwe, ne mîna hercar qeyqac, lê raste-rast, perçekî caw bin milada, çawa kefen û çawa nîsana teslîmdarya tam mala neyar yanjî êlbegîda kivs dive, wî çaxî her tist derbekêra tê safîkirinê û eger kesek hema neyseyî xatirê wîkeve, wê here cehima eynî. Kirina vî teherîye nemerd hindava sitarbûyî yan jî posmanbûyî-wê tenê bi xûne bê safîkirinê. Qewimandinê heyf hildanêye vî teherî gele cara diqewimin dha zef û hîmlî ryê evîntîyê û revandina qîza dergîstî, nîsankirîda. Hindava bêîtîbarîya jinêda kurd dha here, ne ku piling.

 

          ...Berê ewlin sûckarîke mezin hesav dibe, çaxê yek êrîsî ser cahilî dike, ê ku cara ewlin derketîye cerdê, û wî dide tirsandinê-wexta dersê, cêribandina ewlin. Lê wexta êrîskirinê jî kurd dha helalî suxul dikin, ne ku civatê mayîn. Ew merivê, ku rê lê birîne, degme dikujin: eger evê te bi rezadilî hemû tistî teslîmî wan dike, wî çaxî çavê wî, dest û pê wî hiskîm girê didin û ji wira dûr dikevin, carna jî jêra nan -xarinê û kevin-kolê xwe dihîlin, lê eger teslîm nave,-ewana ne ê hêvisandinêne. Li welatê cînar, li ku hûrmûrê talankirî, dizîê dikarin zû bêne nas kirinê, ewana bi fêlbazî suxulê xwe dikin. Çawa qewim û pismamê dûr lihev diqesidin, talanê welatekî ji sînor derbaz dikin, li wira dikin pere û wededa bi biratî li hev parevedikin. Lê hemû kurd pêsê qaçaxîê (derbazkirina kantrabandîê), laîq î xwe, sanê xwe nagrin, ew yek ber çavê wan tistekî kirête.

 

          Bi temamî serê wan kirîn-frotanêra tune û bajarada bikirçîê wane miqîmî hene, bal kîjana çawa qanûn temba didin û dikirin û kîjana tu cara bi kesekîra naguhêrin.

 

          Telîm û suxulê eskerîê-ser pêsê mêrayî herî hurmetlîye. Lawîntî, zilamtîya xweda bi wê yekêva mijûlin û emrê wanî koçerîê, halê welêtî levketî hesav dibin mena vî gerê wan. Çawa ê syarî, usa jî ê peya bi efatî, egalî, berktî û çelengya xweva berbiçavin. Talanê ser, sefer û êrîskirinê li giska parevedikin û eva heqyatkirina mêrxasîê wane here bas û tek-tenêye. Li çya û banîya, li kîderê ewna paê salêyî pirê dimînin. bi lêxistina defa hewarê bal xwe telîmê wa teskîl dikin, Bile hespa kurdîye hûre bê tirs û xof bi dereca teyaxê nava çetinaya, tengasyada, tunebûn û birçîbûnêda wexta hêlbûna bi çyaê xisirgera tê qeyî bêjî ji syarê  xwe çêtire. Çek û sîlehê wane hîmlîne: rim, sûr, mertal û qeme, lê tivingê car-carna didin xebatê.

 

          Mirina li erafê meydanê ya here hurmetlîye, kîjanê ewana bi sabûn û kilam-strana didin kivsê, lê robetya here mezin, ku ewna bi sîn û girî eyana dikin, ewe, çaxê mêr nava neferê xweda, çawa divên, bi rehma xwedê dimre. Sîn û miheleke giran ser mirîê wa dikin, çawa sîn û girîê bona nevseke kêmlayîq, çimkî ew tevî suxulê parastina nav û namûsê qebîl, civata xwe nebûye û li meydana ser nehatîye kustinê. Bênamûsya here mezin, ku derecêd wada qebîl û taximek dikare hindava yeke dinda bike, ewe ku derpê jina dêxin, lê peyra namûsa wêra nalîzin. Bi fêmdarya wan ser wê robetîêra tu robetî tune. Kurd heta wê hingê xweyê sozê xweye, heta tu mêvanê wîî te xwe avîtîye ber bextê wî: derecêd wada ew emrê xwe jî nahêvisîne, eger yek qursax bike destê xwe hilbire ser sitarbûyî yan jî mêvanê mala wî... Gire-gir û dewletî wê tu cara nehêlin, wekî mêvanê wan bê xelat, bê pêskês derê, mezinê malê wê ber wî ezet-qulixê bike, serikê yan jî qawa Romê ber bigre, kîjanê ewana gelekî hiz dikin.

 

          Rabûn-runistina wan hindava hemû kesîda azaye, bê qelb û bê zorkêsîye. Êlbeg yan jî malxwe malê îznê nade, wekî meriv dora wî mîna qûla erdêra kasbin, lê hela serbara ser her merivek aza bi rev û bez diçe-tê, dilingire, xeber dide, lê bi qedirgirtineke mezin hindava malxwe û mezinê malê. Çûk û mezinê mêrî sehetê betal diçine bal vana, bi roja tu yiçkî nakin, xên ji qisê-qisewata, kisandina cixarê û vexarina qewê. Rîspî ê gund ji firavîn û sîva xwe bal êlbegîê xwe dixun. Her tistî bi derdanê sifre mezin (lengerîy-W.E.) didin ber hazira, û pasê sê yan çar kes destê xwe dirêjî dervana dikin. Çaxê komek dixwe xilaz dike, wê sunda ya dinê dewsa wê digre û pasmaya derdanada kuta dike. Xarinê wan mîna ê civatê Asiaêye mayînin. Giskî zeftir birinc, sîr, penêr û rûnê nivîskî dixun. Hurmeta êlgerîn ya heta kurê kurane û derece, qewimandinê emira yan jî mezinaya civatêra girênedaye, çawa bal civatê Asîaêye mayîn. Extîyarîya wîye hukumkirinê, emirkirinêye tam jî heye, belê bile ser jîyin û mirinê. Çawa eder ew êlgerîn bi navê xwe eyanin û xebera tirkîye axa pêva datînin, wa,  mesele: Silêman-axa, Evdal-axa û êd mayîn. Ewana xercekî sale-wexteyî êpêcê ji civatê distînin, zimêrtî yan jî bi perê nexd.

 

          Kurd, xazma jinê kurd, xudanê sam-suretê saîyrêyî ecêvin. Ewana karin cî bi cî sîêra nuh ber xwe derxin: angorî qewimandina demê. Ewana gisk distrên, lê hema komkîdegmê, her tenê yekdengî. Miqamê wana lap teherekî dinêre û tenê li guhê wana xwes tên, û serecema kilamê wane sade paê pirê hesav dibin evindarî, hizret û qal û ceng. Her qezakêda meriv dikare bêhesav kilamê usa bibhê,ê ku femdarîye, ser zarê civatê dîsa dijîn, lê bê nivîsar dimînin. Bejî û bala mêranî, terbe-torê bi hemd û layîq, govdê mezin, bedena qewet, çîl û tamarî, pozê kêrî hurumî, çek-rihalê fire û reng-rengî: evin nîsanê her kurdekye rûva û hundurva.