KurtejÓyan
Makale Pirtuk KurtecÓrok EkonomÓ Resim

 

 

 
Navarok
Ferheng
 

 

Serzêdayî

 

ÇEND GILÎ DERHEQA SERZÊDAYADA

 

          Wexta hazirkirina vê berevokê me lazim hesav kir ewê bi serzêdayê temam bikin. Serzêdayê da kilamê lîrîkî (ê zilam û keçaye evîntîyê) û mêranîyê hatine cîwarkirinê, esil ê wî cûreyî, kîjan X. Abovyan ji zarê zarbêja hildane û kîjan para vê berevokêye hîmlîda têne çapkirinê. Ev qinyatê serzêdayê, mîna tistekî, tamkirina nimûnê zargotina civata kurdane, ku nûrdar ji nava civatê hildane. Eva ew nimûnê kilamê lîrîkîê û mêranîyê (merxasîyêne), ê ku weke sedsalî nîvekê peyî Abovyan ra têne gotinê û stranê. Eva kirineke lazime bi fikra nîsandayîna pêsdaçûyîn û dewlemendbûna wê jan ra zargotinê nava wedêda. Eva yeka wê kêrî zargotinzana bê, çaxê ewana dema himberîhevkirinê û lênihêrandina ulmî wan werguhastina dîyar dikin, kîjan zarbêja û wedê kirine nava wan cûrê efirandinê jan ra kilama. Eva yeka xazma hewaskarê wexta himberîhevkirina nimûnê wan kilamaye kevin û nûh cê hêna Abovyan û niha).

 

          Em îdî niha dikarin tistekî bêminet û bê sikberî bêjin: ew kilamê mêranîyê hêna nûrdar (kilamê derheqa Sêx Mîrza, Kesîs Polo û Miçoê Sêx Îsada) heta roja îroyîn jî bi hizkirin ji alîê kurdê êzdî da têne stranê, çawa mecala bîranîna serê pêsiya, ê kal û bavê wan e, xurt egal miqabilî zaftçîyê tirk, qewet dinya musulmanîyê rêaksîon, seva xatirê parastina ayna dînê xwe, erf û edet, deb û rizma miletîyê. Û paswextîyê jî, peyî wî serê nîveka sedsaliya buhurîye ewlîn ra, çaxê zeftçîyê dereke, qewatê xiravîyê cedandine bi zordarîyê bi “destî” sûr kurdê êzdî mecbûr bikin, ku ew dest ji ayna dînê xwe bikisînin (ew ayna dîn esil ya kurdî êzdîye û tenê, xurî ya wane nava temamya dinyayêda) ewana (êzîdiya) kilamê Sêx Mîrzaê, Kesîs Polo û Miçoyê Sêx Îsayê strana û bi wana ruhdarbûyî derketine erafê meydanê, bi mêrxasî ser kirine boy xatirê parastina ayna dînê xwe, rizma kal û bava. Û em gotî boy syaneta kurdê êzdî bîjin, wekî wana ber tofan, lêyî-lêmista zeftçîyê dereke, asîmîlatoryê dinaya îslamîê teyax kirine û heta roja îroyîn jî ser ayna dînê xwe mane. Kurdê êzdî bi wê mêrxasî û azyîhizya xwe dinê-alem ecêbmayî, zendgirtî histine û bi wê yekê syaneteke layîqîye pir qezençkirine. Hela hê gele zanyarê tarîqa kurdê êzdî û pirsê ayna dînê wan ve mijûlbin û wê bicedînin wî hunurê ecev û batinîî zor dîhar bikin, saya kîjanî wê para civata kurdaye biçûk sifetê xweyî xwexwetîyê hunda nekir û bi wî riyê sipî, xurî miletîyê helalî zelal îro jî bi serfinyazî û kubarbûna heqî ber dinya wedê niha sekinîye.

 

          Ev kilam fikreke dinê jî nava his û sewdê mêrivda disêwirînin: Kilam her wa rêbarê kurd bûne, xazma ê mêraniyê û kurd ne ku, tu bêjî, hema usa, çawa divên, tewekelî, tenê kêfa dinêra straye, lê ew kilam lazimaya emirjîyînê, eseyî bûne, çawa em bîjin, bona insan av û hewa ye. Kilamê alîkarî daye kurd, ku ew teyaxke, ber xwe bide, ber qewetê dijmine sedqat zor merim neve, nav û namûsa miletîyê biparêze. Alîyê xweda, kurd jî ew kilam, çawa divên, ronaya çavê xwera xweyî kirîye, parastîye, hilgirtîye, kirîye orta dilê xwe û nava sedsalîyê zulma giran ra, nava tofan û agirê zorra anîye derxistîye rojê me. A bi vî teherî, kurd kilam rêwîyê jihev neqetîyane, yek bêyî ê din nejîye, diha rast, yekî bêyî yê din teyax nekirîye. Kilam kurd ra bûye sebir û sikan, kurd jî kilamêra bûye xweyî-xudan. Û eger, rojê ogirmê giran da, çawa divên, dê ewledê xwe davît, serê riya dihist, lê kurd terka wê kilamê nedida. Ne axir ew kilam nava dilê wî, ruhê wîda bû, ruh kilam çawa yektîke tomerî, bi hevra hûnayê defesa wîda bûn. Belê, yaziya tarîqî kurd mecbûr kiriye hevaltîyê, rêbarya miqîmî sê tistara bike: çek-sîlihê, hespê û kilamêra. Û eva pasin ji herdê dinê kêmtir ferz û kêrhatî nîbûye. Û eger derecê çetin da, ogirmê giran da kurd bê hemdî xwe herdê pêsin hunda kirine, lê eva pasin bi aminayî jêra qulix kirîye, terka wî nedaye, heta ruh ber qefesa wîda hebûye.

 

          Em êdî derheqa wê yekê da navêjin, wekî kilam û stran mecaleke parastina heyîna miletîyê here zor bûye.