Kurtejīyan
Makale Pirtuk Kurtecīrok Ekonomī Resim

 

 

Sêpecûk

 

QONTR-GERILLA Û GERILLA DI MALEK DE RASTÎ HEV TÊN

 

Serokê hêzên çewîk yê Amedê serbazek (subayek) meshûr bi navê Cengîz rojek êvarê tevî çend cendirman ve ji koxbirînê vedigere Amedê. Di ber gundê Sêpecûkê re derbas dibe û riya xwe bi Piho yî Hesenê Celîl dixe. Diçe mala wî. Piho jê re ziyafet amade dike û pêsî jî qehwe îkram dike. Di eynî demê de grubek xort wek namzetên gerilla dê ji gund  herin çiya. Di nav wanda yek jê xwarziyê Piho,  Helim hebuye.

 

Helim tê xatir jê xalê xwe dixwaze ê çend hevalên wî jî pêra tên. Du kes pêra tên hundir û grubek jî li derve nobet digire. Yê tên hundir fam dikin ku serokê hêzên Çewîk mêvanê Piho ye. Piho wan digire odeyek din û xwarziyê wî xatir jê dixwaze û derdikevin derve. Ji bo ku du hevalên din jî pêra bûn mecbûr ma ji hevalên xwe re meselê bibêjin.

 

Grub li wê derê meselê muneqese dike û biryar digrin ku ew dê navêjin ser mala Piho, lê dema ew ji mala Piho derket û ji gund hinek derbas bû dê wî bixin kemînê û bikujin.

 

Grubek namzetê gerilla li ber mezelan, li bin gund de nobet digirin û yê din derkivin diyarê quçê ka bênirin milîs çawa serbaz dikujin! Xwarziyê Piho ku di kemînê de ye, ji hevalên xwe re dibêje ku hevalan biryar dayiye ew dê li gundê Sêpecûkê çalakî nekin. Lê pês lê zonçikê grubek kemin daniye û dê ewê serpel li wê derê bikujin.

 

Zonçik pistî Zehmediyan tê û di ciyek neval de ye. Serpel tê di ber mezelan re derbas dibe tistek naqewime, di ser pira çemê pembû re derbas dibe tistek naqewime, di zonçik re derbas dibe cardin tistek naqewime, di diyarê zonçikê re derbas dibe û xilas dike.

 

Lê belê mesele li vir bi vî awayî naqede. Gerilla hesab jê Helim dipirsin û ceza didin Piho ku ew gere ji îro û pêst we ji bo gerilla kar bike û çend xortên xwe biseyînin nava gerillan. Ji ew roj û vir de Piho bû PKK yî. Ji bo serbaz Cengiz jî bas naçe. Rojek û jî di nêzîk de gerillayek bi saxî dikeve dest dewletê û dipeyive; ew behsa serbaz Cengiz dike ku ka çawa hatiye mala Piho û wan xwestiye wî bikujin. Serpaz Cengiz ji wezife digirin.

 

Her halde merivê wek Piho pir in û ew karin -ger hev nebînin- di odeyek de gerilla û li oda din jî kontr-gerilla bihewînin. Zeîfiya van merivan eve ku ka bi çi awayî rewsa xwe ya berê berdewam bikin.  

 

Ew buyer rast e, qewimiye, Lê navê merivan û gundan sas in.

 

 

                                                                                           Seid Guven    

                                                                                           2004-10-16

 


 

 

Makale ê din:

 

Feynter

Hinek gotin

Kecika bicuk û ala tirkan

Gom