KurtejÓyan
Makale Pirtuk KurtecÓrok EkonomÓ Resim

 

 

 
Navarok
Ferheng
 
 

 

Êzdî

 

          Çimkî melûmetîê tarîqî derheqa vê civatêda kêmin-miletzan (êtnogiraf) gotî boy lazimayê texmînkirina xwe û eserêd wê bidin xebatê.

 

          Eyane, wekî êzdî bi binyat, esilê xwe tu wexta civateke cuda, xwexwetî nebûne, wekî ewana hindik-hindik ji civatê cuda-cuda, paê pirê ji xaçparêza qetyane, bere-bere hev girtine û, kutasî, paswextîê bûne muxulqetekî teherekî mayîn, cuda. Bi ziman, qirafet û çesît, bi deb, bi curê mal-evaya û navmalê, bi çek û rihala (wergirtine), bi firaset û bi nav û nîsanê mayîn ewana lap mîna kurdanin, lê bi mêrxasîê, bi efatîya ruhê xwe, bi temizayî, paqijya erf û edet, bi helalî û rema xwe ser wanranin. Navê Êzdî tirs û saw dikir û heta niha jî dike dilê hemû civatê Asîaê û hilda ser erebê rewir jî, nava kîjanda jî êzdî dimînin. Raste, çaralî peyî wan ketine û li wana kirine eynat, lê heta roja îroyîn jî dest êzdya û ayna dînê wan neketîye, neherimandîye bi saya efatî û mêrxasya wan, bi kîjanê wê civatê ber dijminê xweye qane-qan daye û ew pasda ziwirandine. Li Kurdistanê, mûsilê, li gele cî-warê Navbeynçê û sûrîaê, kîderê gele civat û qebîlê biçûk serbestya xwe xweyî kirine, sîlih destada xwe ji bindestya fariza û tirka parastine,-ermenîê binelîê wir jî timê bi ruh nifûsa xweye berêya mêrxasîê-serwanîêra amin mane, usa, wekî ewana, mîna êzdîê cînarê xwe-, carna bi wanra tevayî, carna tenê bi zora destê xwe, timê dijmin û zulmdarê xwe pasda vegarandine. Du qezaê wane lap serbest hebûne bin hukumê wanda, yek li Adana ê, li kîderê wextekê dewleta ermenîaye Kîlîkîaê bûye, li nehyê Marasê û Zeytûnê, pêsya êrîskirina Rasîd Pasaye nev wî welatî, û ya dinê: Li Zûmala-Kûravîê. Împêrîa Alî-Osmanîêra lev tê, axirîê, serbestya wan qebîla biteribîne xazma ya kurda û êzdya, batmîske, pakî kîjana hate qirê, pîre-pîreyî bû, lê paê dinê dewleta tirkara hate raê. Yazha diha bi xofkês para evêd pasin ket, çimkî mecbûr bûn dest ji ayna dînê xwe bikisînin. Ewana bi efatî ser dikirin boy xatirê hebûka hemû civatara jî zyaretî, û gele cindya serê xwe dan oxir, rihîna ayna dînê kal û bava, sehîd bûn, ê mayîn mecbûr bûn ayna dînê mehmedîê qebûlkin, lê dewsê azayî stendin. Tenê hinek xilaz bûn, ravîne Îranê, welatê simal-rohilata Tûrkîaê û Ermenîstana Ûrisêtê, li kîderê ewana bi saya qeydeqanûnê Ûrisêtê dua lêkirî emirekî xwesbextî derbaz dikin û bi azayî ayna dînê xwe dihevînin.

 

          Wextekî êzdî, mîna kurda û ereba, pare vedibûn ser qebîl û esîrê cuda-cuda, xênji parevebûna tomerî, ya ser riatê û koçera, ji kîjana evê pasin diha pir bûn, ne ku ê ewlîn û haqa ji jev bela nebûn ji ser û dewê bêtifaqîê, xwexwetîê, lê zoraya xwe diparastin bi tifaqdarî û yekîtîya dîn. Nivîskarê ermenîya binga wê civatê û cî-warê tirêqê wan nav dikin welîê Sengalêyî çya, ku orta Dîarbekirê, Mûsilê û Misêbînêdane, û bi texmîn, reqema malê êzdya, ku li her dera bela bûne, dighîste hetayî 200 000-î, lê îdî niha, nikarin tu tîstekî kivs bêjin derheqa reqema malê wanda. Ayna dînê vê civatê diha layîqî guhdarîêye û lema jî, bê eglebûna ser xeyset, nav û nîsanê wêye mayîn, em li vira kurt derheqa binyatê dînê wanda gilîkin.

 

          Êzdî xwe hesab dikin xaçparêzê here eslî û heq, û rastî jî, nîvê ayna dînê wane pirê qe zef jî ji ra û rizmê dêra roavaê û xazma ji ê dêra ermenya cuda nabe. Ewana yekê herî jorîn qebûl dikin, kîjanîra bi xebera erebî divêjin Ellah û ji xwedêtî û heyîna Î’îsa pêxember, ê ku hate dinê merivaê xilazke û meremê wêyî herî bilind nîsanke. Ewana hewtirê, wekî Î’îsa pêxember nûr û ruhê xwedê bû û kete dilqê Î’îsan, wekî meriv bikaribin wî bivînin. Lê çaxê ew wede xilaz bû, ê ku hatibû kivskirinê bona mayîna li rû barê dinê û îzbatkirina ulmê dînê nuh, cuhya ew çarmixê (daraxacê) xistin û bona xwedêtya wî diha zelal bê ber çavê merya, ew hema wê demê vegerya ezmîn. Hemû pêxember, rasûl û zyaretê buhurtî ji yalê êzdyada têne hebandinê, lê rojê wane kivs kirî, ezîz çawa eyd nadin kivsê, û bawarkî eydê wan tunene, xênji hineka, ê ku xazma rojê ermenîêye ezîzin, çawa mesele: eyda Sargîsê Zyaretî, kîjan giskara jî eyane bi navê Xidir-Nevî, û eyda wîda, du hevtya berî zedîkê,* ewana sê roja berk rojya digrin, xurê wan tenê nan û ave û wê çaxî gelek ji wana lo hila debra heywîn jî kêm didin. Ewana usa jî Gêvorgê Zyaretî gelekî dihevînin, dêrê ermenîada û ber zyartê mayîn berxa qurban didin, mîna xaçparêzê mayîn diçinê destê kêsîsa xêr, masberatê pir didine dêrê, bi xofeke mezin dua-dirozga dikin, diçine dêra û gelekî skestine-payîne: li kîderê qulixçîê ayna dîn, tirêq destûrê didin-zarê xwe bi erf û edetê xaçparêzîê helal dikin, derge û semîka dêra radimûsin: ji semdanê disxulin rûn hildidin û xaçkî singê xwe dixin: çaxê dixwezin dereceke lazim û kêrhatîda ermenya bidine bawarkrinê-xaç li sifetê xwe dikisînin. Xazma seravê dihevînin, kîjanêra ew divên xûna Î’îsa. Çaxê seravê vedixun, yek gitî wan xebera bêjelê hemû merivê hizûrê, hazir van xebera biwekilînin: esqa Î’îsa. Ewana tu wexta seravê venaxun bona esqê û sayê yan jî kêfxewsbûnê, lê didin xebatê çawa temekî xwedêyî zyaretî, tuberk, tu cara niqitkek çîye, niqitkekê binê kasêda nahêlin, ne ser kincada dirêjin, ne kî ser erdêda, û eger bêhemdî xwe tistekî wa biqewime, wî çaxî serava rijîayî dalêsin û xênji wî, wexta vexarinê kasa seravê pê herdu desta digrin. Navê Î’îsa çawa sonedeke here zyaretî û rast tînine ser zara. Pêncsemê, kîjan cem wana leda meye, tu kes tu tistîva mijûl nabe, û êvarê herkes, lo hila neferê êlêyî herî belengaz jî gotî xêrekê bide, tistekî derxe: kesîv-kûsîva yan jî cînarê xwera bisîne.

 

          Bi heyte-hol, lap bi edeta xaçparêzîê bal wana roja pêsya Înya mezin didin kivse. Çaxê terî lap dikeve erdê, êl gisk wê rojê mala axê xweda yan jî konda berev dive, li kîderê derdanek tije serav û nanekî guluver têne danînê. Bo xofeke pir dua li wan naznemeta dikin, pêra jî hazir gisk distirên, wê sûnda tirêq wê seravê û wî nanî li merivê hizûrê bela dikin, ê ku çawa tuberk wana tem dikin.

 

          Pêra jî bal êzdya erf û edetê ecêv hene, lê usa jî nîsanê mehmedîê, mesele: sunetkirin, çaxê tirêq tunebe hal û zewac, birîna nehkê, lo hela bi destî melle jî tê kirinê, birînê, rizmeke bê hemdî wan, ya ki bawarkî xuliqîye, çaxê mehmedya peyî wan ketine, ew zêrandine. Êzdî navê ji Tewratê yan jî mehemedîê li zarê xwe dikin, lê tu wexta navê Mehmed zarê ankin, li kîjana çapder kirine eynat. Lê em vê yekê usa jî bal merivê ser dînê mexîna divînin, navê kîjana paê pirê ê mehemedîêna, kîjan, bawarkî, ji tirsa qebûl kirine. Lê navê erf û edet giskîda ê hildan, definkirina mirî ê miletîêye. Çawa dîtî sedetîê didin, ewana berê mirî didine rohilatê, kevira didin dora serê wî, wekî ew aza, vekirî bimîne lê cinyazê wî giskî pê xwelîê vedisêrin. Hemû ra û rizm, hemû qewil û beytê, ku wê demê têne gotinê, êzdya bi her teherî vediçêrin, wexta pirs û pirsyara xwe ker dikin û bi teherî kivs razînebûnê eyan dikin.

 

          Lalis hesav dibe Palladîûm, Êrûsagêma êzdya û cîê herî zyaretî li temamya rûbarê dinîaê. Ewana gele cara dicine wira ber zyaretê hecê. Lalis gotî tanga Mûsilê be, lê nava tu geografîêda ew nav rastî me naê. Geografê ermenî medena xweyê li gosê Sengalêyî çiyayî kivs dikin, çawa zyareta êzdya û lema jî jêra divên Êzdî-Xanê, yanê: mal, avayî, cî-warê êzdya: Xazma cîê herî kivs û eyan ewana tamê wirayî çargoseyî mezin hesav dikin, kîjan giva heqa çevî, otaxê wî hene, çiqas rojê salane û ê ku ji semdanê nemirî ronik divin û wekî li wira timê tiriqê êzdya dimînin. Orta wî avayîda gotî ew cî hebe, li kêderê cara ewlin pêxemberê herî mezin-Sêx li wan dîyar bûye, yanê ê herî sereke. Wê dewsêra divên Sêxadî, ya ku nîsan dide: Sêx li wira kivs bûye, Sêx li wira dîtine: yakê jorin peîayî jêrê, erdê bû. Gilî-gotinê pêsîê ermenîaye derheqa çêkirina wê derêda êzdya ûymîsî Sêxê pêxemberê xwe kirîye. Ew Sêx jî nava nûrêda li êzdya dîhar bûye û raê xwe, qanûnê xwedê elamî peyhatîê xwe kiriye, peyî kîjanêra ew jî hilkisîaye ezmana. Ev tistê hêna li wira û li cîê mayin têne xweykirinê, çawa nîsanê wîye zyaretî, tuberk, çawa tistê hebandinê, tuabûne, çawa parizge: heykelek, kîjanîra ew divên Tac, sifetê teyredekê bi serê kêwrîskê, ku jêra divên Melekî-Taûs, yanê Melekê teyrede, pêçira mûmêye hasinî, sêpî, semdan û kutasî, defeke biçûk (timbilîk). Evin tistê wane zyaretî, kîjana tu kes nikare bel xwe xweyke yan jî bigerîne, xên ji tireqa*, ê ku gele cara wana digirine xwe û digerin, ji cîkî diçin cîê mayîn: bona xêrê wane ji sidqê qenc û zikata bi rezadilî ji nava civatê berevkin, ku gelekî bi bereketin. Li her warekî koça, li zoma yan jî gundekî ewana wan hemû tistê tiberkîye zyaretî bi çap peyî hev rêz dikin, mûmê vêdixin û pê defikê binelya: Jinîmêrî, çûk û mezina berev dikin, ê ku ne bi tu teherekî mayîn, lê tenê ser çoka nezîkî wan tistê zyaretî divin wan tista ewana bi qedirgirî radimûsin, lê sêpya semdanê bi xofeke diha pir û wê sûnda dîsa ser çoka jê dûr dikevin. Peyî wê heyteholê, wan ra û rizmara qewal wan xêra berev dikin bona cîwarkirina, kîjana bal wana tûrê ji mûê bizinayî zivir hene, ji kîjana perçekî dibirin didin her kesî, angorî çapa xêrê. Wî perçeyî, pêskêsê ewana çawa-tiberk bi xemxurî xwey dikin û gele cara didin ser tezê bedena xwe û pêra digerin. Hemû xêrê berevkirî didin Lalîsê û weyî li wî, ê ku rê li wan bibire, ê ku bi sipartin wê zikatê didin wir, yan jî bi destî zorê ji wana bistîne. Besa xiravya vî teherî gele zû hemû êlê êzdya bela dive, her kes radibe pya heyfê hilde, û zû yan direng suckarê ese bê girtinê û wê mîna hercar bi cizaretê herî zor bê kustinê.

 

          Tirêqê êla xwexwa xêrê wane hersaleye cuda hene nav civatêda, çimkî her dera qedirekî pir wanra dikin. Tirêqê wane here pasin û nekivs extîarya wî heye êlbasîê pêsin pê hurmetke, ê ku derecê wada wê turus nake qe na xebereke sar tirêqra bêje. Wexta rastî sêx û pîra tên-her kes nêzîk dive here destê wî (ramûse).

 

          Tirêq paravedidin ser du desta yan jî kasta. Ser sêxa-yanê ê here jorin û pirayanê ê jêrîn. Nav, rutibê wana ji silsiletekê derbazî ya dinê dive, bona parastina halalî-zelalya kastaêye berê-berda, neferê wana ji hev nazewicin û nava civatêda nahêlin. Edet îzinê dide wana, ku tenê jineke her yekî hebe, lê ewana dikarin usa jî sisya bikin û, raste, îzina berdana jinê heye, lê bawarkî ev yek tu cara naqewime. Ewana tu cara ryê xwe kur nakin, kincê dirêj, paê pirê res, ê ji rîs çêkirî werdigrin û çalmê girê didin, dicedînin helalya emirjîyînê biparêzin, civatê hînî îtbarê, nav û namûsê dikin, ne kubar û babaxin û maqûlin. Hemû gilî-gotinê Tewratê ewana, bawarkî ezber anin û ewna bi cûrê zarbêjîê civatêra divêjin, lê bile haj tu kitêbekê jî nînin. Nivîsar-xwendinê kirine eynat, çawa merivê wane here zana û here aqilbend divêjin, çimkî her kitêbekîda, bi cûrê bêhurmetî û xebera xirav navê melekê sirgûnkirî yan jî seytan tê hildanê, nav-nîsanê kîjanî ewana dicedînin bi xebereke kivskin: Melekî-Taûs. Lê hema ewana, êzdî bi xwe, îzbat dikin, wekî bal tirêqê here bilind, li Lalisê Încîla bi zimanê erebî heye*, û wekî tenê tirêq wê zimanî fem dikin. Lê ew gotin mîna tistekî ya ber xwe derxistîye, çimkî kitêba tirêqê êzdyaye civatîêye ayna dîn jî wê hebûya, xazma çaxê civatê cînar li êzdya kirine eynat, îkrê wan pê tê û pyî wan ketine û eva ji wê yekê pêsda hatîye, ku kitêbeka wan tune, bi kîjanî karibin hebandin, dînê xwe mak bikin.

 

          Bi vî teherî dereca tirêqîê, qulixçîê ayna dîn didin: pêsîê nevsê bijartî xwe diso, ewî tînin mala êlbasî, û li vira ew gotî haqa wext orta malêda bikeve ser çoka, hata ku kilamê bona wê derecê layîq distirên: wê sunda ew kincê tirêqîê hildide û yeko-yeko werdigre, peyî kîjanêra heyte-hol, kêf û saya hîmlî destpê dibe. Gisk nezîkî tezebijartî bivin, diçine destê wî û bi heyto-hol qedir jêra dikin. Ciavat gele car bi wan rihalê tirêqa sond dixwe û hew tirê, wekî mala her tirêqekîda nexwesîê here giran û xedar dikarin bêne qenckirinê bi serî hunurekî batinî eva bi hine derecava mena wê yekê dîyar bike, ku ewana doxtira, pijîska qebûl nakin, bendî tistekî hesav nakin. Civat bi kom dua-dirozga dike, lê ûsa mala xwedatik-tenê û her careke dua-dirozga dike-berê xwe dide rohilate. Wexta dua-dirozga ewana tilîê serberanî digîhînine hev, destê xwe didin ber sifetê xwe û pasê her yek bi cûrê xwe dua-dirozga dike: angorî net û xwestina dilê xwe. Dirozgê wane mexsûs kivskirî tunene, çimkî bi fikira wan, her kes gotî usa razî xwedêke, çawa ew bi xwe difikire, diniqite dilê wî û çawa ew dikare wê yekê bêje. Ewana rojê tenê carekê-wexta roj nedîr dide dua-dirozga dikin. Bi temamî ewana qedirê nûr û nedîrê, tevê pir digrin, kîjanê ewana xwedê xwe, zyareta xwe, Sîxadîê xweyî mezin hesav dikin.

 

          Ev hemûsk me tîne ser wê fikrê, wekî ev civat seytanperest hetîye navkirinê tenê ryê wê yekêda, ku civatê cînar li wana kirine eynat, wana bendî tistekî hesav nakin. Ew civatê cînar bi fanatîzma xwe eyanin, kemala qanûnê wane eynî fem nakin, û lema jî, ewana nikarin bighîjine wê fîlosofya moralîê, ewê hildin, femkin, ya ku wan êl, qebîlê serte bêtewse, lê pêra jî li hesin û fikirdarya kûr ji gele cînarê wan cuda dike. Nav-nûçikê seytanperest ji wê yekê pêsda hatîye, ku êzdî, zidî hemû aynê meseva, divin delîlê halê qelpê xirav, pêsewitîê wî, lê tu cara bi xwedêtî qedirê wî nagrin, çawa wê yekê gisk texmîn dikin. Ewana (êzdî) dibêjin, wekî hemû tistê xirav û neheqîê merî bi xwe dike û angorî xeysetê xweyî zikmakî badilhewa diqacaice timê nîsan bide, ku hineke mayîn ew ji rê derxistine, hineke mayînin mena kirêd wîye xiravîê. Xwedê carekê qelp, ruhê xiravîê sirgûn kirîye, ji syanetê existîye, lê wê sanê zoraya wî neketa, wê angorî rema wî nêbûya hesîna heyfhildanê û babaxîê hindava ruhberekî usayî netistokda dîyarkiri. Bona wê yekê jî, zû yan dereng, ewê lê bê remê û wê tistekî gele bêîsafî bûya, berê ewlîn tevî serwêrya rebê mine here aqilbend bibin: wê sûnda-bi ten û niça, bi nuxskirin bêbextîya xuliqandîê xwedêyî nifirlêbûyî zêdekin. A bi vî teherî, weyî li wî, kî ber wî navê satana yan jî seytan hilde, yan jî, ku tistekî diha xirave, tûyî seytanke (Ewana jêra divên Melekî-Taûs). Eger em hemû zanebûn û fikirê wan bighînin hev û eger em bi heqî û bi durdîtî bifikirin, wî çaxî emê ecêvmayî bibin, ku ew çawane, wekî civateke waye nexwendîye koser karibûye bighîje femdarîya wî teherîye kûre zanyarî.

 

          Xeysetekî wanî helalya ne kîm hesav dibe qedirsyanete hindava civatê mayînda û nuxsankirina xwe angorî wan bile dereca ayna dînda. Tu cara êzdî sozê xweyî dayî erdê naxe, eger bile qezya mirina bi cezaret boy wê yekê jêra çêbe, tu cara hebûn, amenetê xelkê xwe namuhîne, dest lê nayne hev, ya kê û çi jî hebe, lê wê çend sala sûnda jî ese li xweye esilî vegerîne,- û tu cara bi timaya malê dînê pera seleftî nede, lê wê tenê dewa perê dayî bike, bile peyî çend salara. Ew tu cara dewa wî erdî, wê xwelîê nake, ku carekê daye yekî mayîn, eger ew niha hê xas û ekindar jî bûbe, û kutasî, xeysetekî êzdîî zêrînî mayîn jî ewe, ku ew tu cara timaya tu xizne-defînê dinyalikê nake û ew xizne wî mecbûr nake, wekî ew jineke miletê der ji rê derxe. Mêvanhizî, sadetî, qedir hindava merivê emirê mezin û serwêr, hizkirina ewleda, ardimya bona kesîv-kusîva, dilê xweda xweykirina gilîê xirav û nêta barisbûnê, destxweda peyî çêbûna qewilara, lê yalê mayînda: cerdetî, heyfhildan, bi gilîkî, bal wana derecê bi qîle, eyb û qenc kerdîgene, kêmasya kîjana bile bal civatê topa dinîaêye here heyf jî navînî.

 

          Bawarkî êzdî ser ayna mesevekî kevnin, ku hela hê hêna pûtperestîêda li Ermenîstana Mezin hebûye, lê ûsa jî li Navbetnçê-Merkeza cî-warê wanî hîmlî, û li Sûrîaê, ayna mesevaye usa, ê ku bi navê cuda-cuda dîyar dibûn û bi gele wergûhêzîê dogmê wane pêsin. Îdî qurna çarada peyî Î’îsara bal tarîqzanê ermenî em rastî navê meseva seytanperestîê tên, kîjan Mêsrop û Sahakê buhurtî dicedandin li wî welatî kokbir bikin, ê niha hesav dibe qeza Dîarbekirê. Wî çaxî jêra digotin mesebê Borborîtanîê û peyîhatîê wî dînî paê pirê mîna pûtperesta dîsa çar derece û yev dihebandin, boy kîjanê wanra digotin Arêv-vordîk (yanê: berxê sems). Eva kerdîga fariza û ermenya bû. Bere-bere Pavlîkya û Manîkêaê hurum gihîstin wan, ê ku elamî wan kirin ulmê ayna dînê xaçparêzîê, kîjan, hilbet, îdî ji zelalya xwe dûr ketibû. Kutasî, qurnê 9-a û 10-a tezekir, warguhêzkirê ayna dînê wane here gewrekan eyan divin: Simbet-esilê xweva ermenî, Hêsû Sergîs (kesîsê ermenî) û gelekê mayîn, paê pirê ji sagirtê ewê pêsin, ê ku sorisa fikirdarîêye tam pêsda anîn nava mîr û hakimê ermenyada, hindava femdarya wane dînperestîêda, li Tendûrekê (niha pasalixya Bazîdê) cî-war bûn: li cîê wê koma merîaye zor, ya ku miqabilî dêra ermenya derdiket û ji vê yekê jî wanra gotin tendûrekya (ermenî-Tondrakêsînêr-W.E.). Ewana gire-girê ermenîye ayna dîn gihandine halekî gumanbirîê û sewdeserîêyî usa, ku ewana kutasî ne bi înkarkirinê bi nivîsar, ne bi karoza, ne bi tevbûna dîwanê, dewletê nikaribûn pêsya saxvedana wî mesevî bigirtana, û agirîê mecbûr bûn bi ebûbetkirinê alîkarîê û postovanîê ji xwedê hîvîkin. Bawar bikî hemû ra û rizm, dua-dirozge, derecêd ebûbetkirin-hebandina ayna dînê êzdîaye jorgotî tam angorî gilî-gotinê wan tezevanane. Tieêqê wê civatê bi deb û vergirtina tam peyî kesîs Sergîs diçin, lê her cara didin kivsê, wekî navê Êzdî ji Î’îsa pêsda hatîye. Eva yeka ne nêzîkî aqilane. Zêrandina êzdîxanêye here zulmkarî yalê ermenîada dala 1050 qewimîye, hêna nivîskarê ermenîayî eyan Grîgorê Mezinda (Navê Magîstros lêkirî), ê ku mîr û hakimê Navbeynçê bû, bi sewat û qencperest, evê te bi ordîke terikî êrîsî nava wana welata kir, li kîderê pûtperest diman, pakî kîjana bi beyantî qir kir, pak mecbûr kir ayna ermenya hildin, lê ê mayîn cîsihitandî kir berbi roavaê, kûraya Navbeynçê û hêna meda Rasîd-pasa lap tistekî êzdî vê yekê kir: ewana cîguhastî diha simalê, berbi Ûrisêtê kir. Grîgorê bi esilê xwe ermenî û mîr, ku bi kirê xwe nav û deng qazanc kirîye, merivekî zane û êgin bûye û gele efirandin miqabilî êzdya histine. Êzdî ji ber wê zeravê filitî bal patrîarkê Asorîkê li starê û çar-mikanê digerin û bi serî wî pistovan, xweyî-xudanekî zor divînin miqabilî qulixçîê ayna dînê ermenî. Bile hêna meda, bi gotina Înçîçyan, sêxê êzdîayî sereke gotî salê carekê li patrîarkê Asorîkê biqeside û bi bac û peskêsa teslîmdarî û sekirdarya xwe nîsan bide. Derheqa wan mesevada usa jî nivîskarê hûyn û hurum bîr tînin: Pêtrosê Sîsîlaê, Aleksandr (îskender), Nûtûlît û, diha dereng, Klîmênt Balanûs (kitêba 1, serê 15-a, ryê196-a).